KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w24 Kanûna Pêşin rûp. 14-19
  • Dê-Bavno, Alî Zarên Xwe Bikin ku Nêzîkî Yehowa bin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Dê-Bavno, Alî Zarên Xwe Bikin ku Nêzîkî Yehowa bin
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ALÎ ZARÊN XWE BIKIN WEKÎ BAWERIYA XWE QEWÎ KIN
  • ALÎ ZARÊN XWE BIKIN WEKÎ KARA PRÎNSÎPÊN KITÊBA PÎROZ BIVÎNIN
  • ALÎ ZARÊN XWE BIKIN, WEKÎ BAWERIYA XWE BIPARÊZIN
  • BERDEWAM KIN ALÎ ZARÊN XWE BIKIN, KU EWANA HÊ NÊZÎKÎ YEHOWA BIN
  • Bi Milûktî Qebûl ke vê Yekê, Çi ku Nizanî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Safîkirinên ku Îtbarî Hindava Yehowa Eyan Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Pê Prînsîpên Kitêba Pîroz Alî Zarên Xwe Bikin ku Ewana Pêşda Herin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Em Ça Dikarin ji Xizmetiyê Diha Zêde Şabûnê Bistînin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
w24 Kanûna Pêşin rûp. 14-19

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 50

KILAMA 135 Yehowa Dibêje: “Kurê Min, Serwaxt be”

Dê-Bavno, Alî Zarên Xwe Bikin ku Nêzîkî Yehowa bin

“Fem kin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kamilî ye” (ROMAYÎ 12:2).

VÊ GOTARÊDA

Emê pêbihesin ku dê-bav ça dikarin tevî zarên xwe derheqa Xwedê û Kitêba Pîroz xeber din û alî wan bikin, ku diha nêzîkî Xwedê bin.

1-2. Gava zar derheqa baweriyê pirsa didin, dê-bav gerekê çi bikin?

HÎNKIRINA zara şixulekî mezin e. Hergê zarên we hene, bê şik hûn gelek xîret dikin, wekî baweriya wan diha qewî kin, û Xwedê xîreta we dişêkirîne (Qanûna Ducarî 6:6, 7). Gava zarên we mezin bin, dibeke ewana derheqa baweriya we û hînkirinên Kitêba Pîroz hine pirsên ferz bidine we.

2 Sêrîda dibeke hûn ji bo pirsên zarên xwe bifikirin, ku baweriya wan sist bûye. Lê zar çiqas mezin dibin, haqas hê zêde ewana gerekê pirsa bidin, seva ku baweriya wan diha qewî be (1 Korintî 13:11). Lema jî nelazim e, ku hûn bitirsin. Gava zarên we pirsa didin, hûn dikarin alî wan bikin wekî kûr bifikirin, û usa baweriya xwe hindava Xwedê û Kitêba Pîroz diha qewî kin.

3. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

3 Vê gotarêda emê bivînin, ku dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana (1) baweriya xwe qewî kin, (2) prînsîpên Kitêba Pîroz diha zêde bişêkirînin û (3) baweriya xwe biparêzin. Usa jî emê bivînin ku çira baş e, wekî zar pirsa bidin, û hûn ça dikarin mecala bivînin wekî tevî wan derheqa Kitêba Pîroz xeber din.

ALÎ ZARÊN XWE BIKIN WEKÎ BAWERIYA XWE QEWÎ KIN

4. Dibeke zarên we çi pirsa bidin û çira?

4 Dê-bav gerekê bîr nekin, wekî baweriya wan hindava Yehowa çawa milk derbazî zarên wan nabe. Gava hûn hatine bûyînê, hûn bi baweriya hindava Yehowa nehatine bûyînê, û zarên we jî usa nehatine bûyînê. Lema jî dibeke wede şûnda cem zarên we hine pirs pêşda bên, mesele: “Em ji ku zanin wekî Xwedê heye? Gelo ez dikarim baweriya xwe Kitêba Pîroz bînim?” Kitêba Pîroz dibêje, wekî em serwaxtiyê bidine kifşê û “tiştên qenc qewîn bigirin” (Romayî 12:1; 1 Têsalonîkî 5:21). Lê hûn ça dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana baweriya xwe diha qewî kin?

5. Dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana baweriya xwe Kitêba Pîroz bînin? (Romayî 12:2)

5 Alî zarên xwe bikin, wekî ewana îzbatiya bigerin, ku hînkirinên Kitêba Pîroz rast in (Bixûne Romayî 12:2). Gava zarên we pirsa didin, nîşanî wan kin, ku ewana ça dikarin bi saya Îndêksa Edebyeta Birca Qerewiliyê û Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa îzbatiya bigerin, ku bawer bin wekî Kitêba Pîroz ne tenê kitêbeke kêrhatî ye, ya ku meriva nivîsiye, lê bi rastî jî “Xebera Xwedê” ye (1 Têsalonîkî 2:13). Mesele, zar dikarin derheqa bajarê Nînewayê lêkolîn bikin. Berê hine zandarên Kitêba Pîroz digotin, ku împêriya Asûrêda bajarekî usa tune bû. Lê sala 1850, arxêoloja kevir-kuçikên Nînewayê dîtin û wana fem kir, ku giliyên Kitêba Pîroz derheqa vî bajarî rast in (Sêfanya 2:13-15). Seva ku zarên we hê zêde înformasiya bistînin, ku Kitêba Pîrozda ça pêşda derheqa wêrankirina Nînewayê hatibû pêxembertîkirinê, ewana dikarin lêkolîn kin jûrnala Birca Qerewiliyê ya meha Mijdarê, sala 2021, gotara bi navê “We Zanibû?”. Bira zarên we înformasiya ji edebyetên me beramberî kaniyên din bikin û xwexa îzbat bin, wekî Kitêba Pîrozda her tişt rast hatiye nivîsarê.

6. Dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin, ku ewana têderxin wekî giliyên Kitêba Pîroz rast in? (Binihêre usa jî şikil.)

6 Alî zarên xwe bikin, ku ewana têderxin wekî çira hînkirinên Kitêba Pîroz rast in. Mecala bigerin ku tevî zarên xwe derheqa Kitêba Pîroz, yan jî derheqa baweriya hindava Xwedê, xeber din. Gava hûn tevayî diçine myûzêyê, parkê yan jî Beytela Şedên Yehowa, dibeke wera mecal vebin, ku tevî zarên xwe xeber din. Gava hûn myûzêyêda digerin, yan jî bi onlayn myûzêyê dinihêrin, hûn dikarin dîna zarên xwe bikişînin ser tiştên terîxî, yên ku dikarin baweriya wan diha qewî kin, wekî giliyên Kitêba Pîroz rast in. Mesele, hûn dikarin dîna wan bikişînin ser Kevirê Mowabê, yê ku 3 000 sal pêşda hatibû çêkirinê. Gelo zarên we zanin, ku ser vî kevirê kevin navê Xwedê heye? Ev kevir li Parîsê, Myûzêya Lûvrêda tê xweykirinê. Usa jî kopiyeke Kevirê Mowabê li Ofîsa Sereke ya Şedên Yehowada heye, li Worwîkê (Niyû York). Ev kevir li galêrêya bi navê “Kitêba Pîroz û Navê Xwedê” hatiye danînê. Nivîsara ser Kevirê Mowabê dibêje ku Padşê Mowabê, Mêşa, himberî Îsraêlê derket. Kitêba Pîrozda jî derheqa vê yekê tê gotinê (2 Padşatî 3:4, 5). Hergê zarên we bi çevê xwe bivînin, ku giliyên ji Kitêba Pîroz rast in, baweriya wan wê diha qewî be (Beramber ke 2 Dîrok 9:6).

Bavek tevî qîza xwe ser komputerê malpera myûzêyekê dinihêrin.

Fikirandina ser tiştên ku myûzêyada têne nîşankirinê, ça dikare baweriya zarên we diha qewî ke? (Binihêre abzasa 6)


7-8. (a) Em ji bedewiya tebiyetê çi dikarin hîn bin? (Binihêre usa jî şikil.) (b) Seva ku baweriya zarên we diha qewî be, hûn dikarin çi pirsa bidine wan?

7 Alî zarên xwe bikin, ku ewana derheqa tebiyetê bifikirin. Gava hûn derva digerin, dîna zarên xwe bikişînin ser nexş û cûrên efrînên tebiyetêda. Gelo çira? Nexş û cûrên wan efrîna nîşan dikin, ku ev her tişt kesekî serwaxt çêkiriye. Mesele, zandar gelek sal efrînên bi nexşên spîral lêkolîn dikin. Biyofîzîkvan Nîkola Famêlî dibêje, ku çaxê hejmarên nexşên spîralên tebiyetêda hesab dikî, hejmarên usa dertên, kîjan ku têne hesabê rêzkirina hejmarên Fîbonaçî. Gelek efrînada nexşên bi cûrê spîral hene, mesele hine galaktîkada, efrînên berêda, belgên şînkayada û gulberojkada.a

8 Mektebêda zarên we hîn dibin, ku tebiyetêda gelek tişt li gora qanûnên tebiyetê pêşda tên. Mesele, dibeke ewana hîn dibin, ku hemû kuliyên berfê li gora nexşên gîomêtrîk çêdibin, yên ku nas in ça fraktal. Tebiyetêda, nexşên fraktal tiştên dinda jî hene. Gelo kê ev qanûn danîne, bi saya kîjana ev nexşên bedew çêdibin? Çiqas zarên we ser pirsên usa bifikirin, haqas ewana wê bawer bin, ku her tişt çêkirina destê Xwedê ye (Îbranî 3:4). Gava zarên we diha mezin bin, hûn dikarin ji wana bipirsin: “Hergê Xwedê em çêkirine, wê aqilayî be bawer kin, ku ewî usa jî bona kara me rêberî daye me, wekî em bextewar bin, usa nîne?” Paşê tu dikarî bêjî, ku ev rêberiya qîmet Kitêba Pîrozda heye.

Şikil: Nexşên spîralên tebiyetê. 1. Galaktîka. 2. Notîlûs (efrîneke berê). 3. Belgên şînkayê. 4. Gulberojk.

NASA, ESA û Hubble Heritage (STScl/AURA)-ESA/Hubble Collaboration

Bedewbûn û nexşên tebiyetê karê destê kê ye? (Binihêre abzasa 7-8)


ALÎ ZARÊN XWE BIKIN WEKÎ KARA PRÎNSÎPÊN KITÊBA PÎROZ BIVÎNIN

9. Çira dibeke zarên we bipirsin, ku prînsîpên Kitêba Pîroz bi rastî kêrhatî ne yan na?

9 Hergê zarên we bipirsin ku prînsîpên Kitêba Pîroz derheqa nav-namûsiyê bi rastî kêrhatî ne yan na, têderxin ku ewana çira vê pirsê didin. Gelo ewana difikirin wekî prînsîpên Kitêba Pîroz derheqa nav-namûsiyê nebaş in? Yan menî ev e ku wedê xeberdana tevî kesên din, ewana nizanin ça baweriya xwe biparêzin? Menî çi be jî, seva ku zarên we kara prînsîpên Kitêba Pîroz diha baş fem kin, kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! tevî wan lêkolîn kin.b

10. Hûn ça dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana derheqa dostiya xweye tevî Yehowa bifikirin?

10 Alî zarên xwe bikin, ku ewana dostiya xweye tevî Yehowa qîmet kin. Gava hûn Kitêba Pîroz tevî zarên xwe lêkolîn dikin, bi saya pirs û meselên ji kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! têderxin, ku nihêrandin û fikirên wan çi ne (Metelok 20:5). Mesele, dersa 8 dibêje, ku Yehowa mîna dostekî dilovan e, yê ku rêberiyê û şîreta dide, çi ku me xwey dike û karê mera tîne. Paşî şirovekirina 1 Yûhenna 5:3, hûn dikarin usa ji wan bipirsin: “Yehowa Dostekî gelek baş e, lema jî em ça gerekê ser rêberiya wî binihêrin?” Pirsên usa dikarin alî zarên we bikin, wekî ewana qanûnên Xwedê ça îzbatkirina hezkirina wî bivînin (Îşaya 48:17, 18).

11. Hûn ça dikarin alî zarên xwe bikin, ku ewana kara prînsîpên Kitêba Pîroz fem kin? (Metelok 2:10, 11)

11 Nîşan kin ku prînsîpên Kitêba Pîroz çira kêrhatî ne. Gava hûn Kitêba Pîroz yan rêza rojê tevayî dixûnin, dîna wan bikişînin ser vê yekê, ku malbeta we ji prînsîpên Kitêba Pîroz çi karê distîne. Mesele, gelo zara we kara xebatheziyê û helaliyê divîne? (Îbranî 13:18) Usa jî hûn dikarin nîşan kin, ku ça xebitandina prînsîpên Kitêba Pîroz, bona sihet-qewata fîzîkî û êmosiyalî kêrhatî ye (Metelok 14:29, 30). Şêwirên usa dikarin alî zarên we bikin, ku ewana şîretên Kitêba Pîroz hê zêde qîmet kin (Bixûne Metelok 2:10, 11).

12. Birakî me ça alî kurê xwe dike, wekî ew kara prînsîpên Kitêba Pîroz bivîne?

12 Birakî me bi navê Stîv, yê ku Fransayêda dijî, dibêje ku ewî tevî jina xwe ça alî kurê xwe Îtin kiriye, wekî ew qanûnên Yehowada hezkirina wî bivîne. “Mesele, em pirsên usa didine wî: ‘Yehowa çira dixwaze ku em xwe li vê prînsîpê bigirin? Ev prînsîp ça nîşan dike, ku ew me hez dike? Hergê tu vê prînsîpê pişt guhê xweva bavêjî, çi wê biqewime?’” Pirsên wî cûreyî alî Îtin kirin ku ew bawer be, wekî qanûnên Yehowa derheqa nav-namûsiyê kêrhatî ne. Stîv dibêje: “Em dixwazin alî Îtin bikin ku ew bivîne, wekî bîlaniya Kitêba Pîroz ji bîlaniya meriva çêtir e”.

13. Dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana xwe li prînsîpên Kitêba Pîroz bigirin? Meselê bînin.

13 Alî zarên xwe bikin, ku ewana xwe li prînsîpên Kitêba Pîroz bigirin. Hûn dikarin vê yekê bikin, mesele, gava zarên we ji dersdarê xwe dersekê distînin, wekî kitêbekê bixûnin. Dibeke vê kitêbêda merivên hêrs yan bênamûs ça kesên baş têne eyankirinê. Hûn dikarin zarên xwera bêjin, ku bira ewana bifikirin, wekî li gora Kitêba Pîroz nihêrandina Yehowa ser kirên usa çi cûreyî ye (Metelok 22:24, 25; 1 Korintî 15:33; Fîlîpî 4:8). Ev yek dikare alî zarên we bike, wekî kara bîlaniya Yehowa fem kin. Usa jî gava mektebêda dersdar fikira şagirta derheqa têma ku ewana lêkolîn dikin, bipirse, dibeke mecal zarên wera çêbe, ku derheqa baweriya xwe gilî kin.

ALÎ ZARÊN XWE BIKIN, WEKÎ BAWERIYA XWE BIPARÊZIN

14. Dibeke kîjan têma bona cahila çetin be û çira?

14 Cahilara carna hêsa nîne, wekî baweriya xwe biparêzin. Gava têoriya êvolûsiyayê, dêmek fikira ku her tişt xwexa pêşda hatiye, mektebêda hîn dikin, dibeke ewana bitirsin ku besa baweriya xwe bikin. Gelo çira? Diqewime dersdar têoriya êvolûsiyayê ça rastiya îzbatkirî nîşan ke. Lê dê-bavno hûn ça dikarin dilê zarên xwe qewî kin, wekî ewana baweriya xwe biparêzin?

15. Çi dikare alî cahila bike, wekî ewana baweriya xweda dudilî nebin?

15 Alî zarên xwe bikin, wekî ewana baweriya xweda dudilî nebin. Bira zarên we şerm nekin, ku ewana baweriya xwe Efirandar tînin (2 Tîmotêyo 1:8). Gelo çira? Bi rastî gelek zandar jî fem dikin, ku jîyîn nişkêva xwexa pêşda nehatiye. Ewana têderdixin wekî jîyîn ji aliyê kesekî serwaxt pêşda hatiye. Lema jî ewana têoriya êvolûsiyayê, kîjan ku gelek mektebada tê hînkirinê, qebûl nakin. Seva ku baweriya zarên we diha qewî be, bira ewana edebyetên meda lêkolîn kin, ku hine xûşk-bira çira îzbat bûne, wekî Xwedê emir daye.c

16. Dê-bav çawa dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana baweriya xwe hindava Efirandar biparêzin? (1 Petrûs 3:15) (Binihêre usa jî şikil.)

16 Alî zarên xwe bikin, wekî ewana baweriya xwe hindava Efirandar biparêzin (Bixûne 1 Petrûs 3:15). Tevî zarên xwe edebyetên meda gotarên derheqa têoriya êvolûsiyayê bigerin. Mesele, ser jw.org rêza gotara bi navê “Pirsên Cahila—Efirandin yan Êvolûsiya”, tevî wan şêwir kin. Paşê têderxin hela kîjan fikir bi texmîna zarên we diha kêrhatî ne, wekî ewana rastiya derheqa Efirandar merivara îzbat kin. Bîne bîra zarên xwe ku nelazim e, wekî ewana tevî hevaldersxanên xwe bikevine dewê. Zarên xwera bêjin, ku hergê kesek bixwaze derheqa vê têmayê tevî wan xeber de, bira ewana fikirên xwe pê giliyên hêsa û bi logîkî şirovekin. Mesele, dibeke hevaldersxanekî wan usa bêje: “Ez tenê tiştên ku pê çevê xwe divînim, bawer dikim, lê heta niha min Xwedê nedîtiye”. Zara we dikare usa caba wî bide: “Bide ber çevê xwe, wekî tu nav mêşeda digerî û nişkêva bîrek divînî, ya ku ji kevir çêkirî ye. Hingê tuyê çi bifikirî? Ev yek ku wêderê bîr heye, eşkere nîşan dike, wekî merivekî serwaxt ew bîr çêkiriye, usa nîne? Lê gelo ev yek ku erd û ezman hene, nîşan nake wekî kesekî serwaxt ew çêkirine?”

Tevî hevaldersxanên xwe bi logîkî xeber de û hêsa pirsa şiroveke (Binihêre abzasa 16-17)d


17. Dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana kesên dinra derheqa rastiyên Kitêba Pîroz gilî kin? Meselê bînin.

17 Alî zarên xwe bikin, wekî ewana kesên dinra rastiyên Kitêba Pîroz gilî kin (Romayî 10:10). Xeberdana derheqa Kitêba Pîroz mîna lêxistina haceta mûzîkê ye. Ewê ku teze hîn dibe, sêrîda destpêdike miqameke hêsa hîn be. Wede şûnda ew îda dibe hoste. Mîna vê yekê, gava Mesîhîkî cahil kesekîra derheqa baweriya xwe gilî dike, ew dikare sêrîda tiştên hêsa bêje. Mesele, ew dikare ji hevaldersxanê xwe usa bipirse: “Te zanibû ku înjînêr gelek car dîzayna efrînên tebiyetê kopî dikin? Ez dixwazim vîdêoke hewas nîşanî te kim”. Paşî nîşankirina vîdêoya ji para bi navê Gelo Ew Yek Kesekî Efirandiye?, ew dikare usa bêje: “Hergê zandar tiştên ku tebiyetêda hene, kopî dikin û paya distînin, gelo yê ku xwexa ew efrînên tebiyetê çêkirine, hêjayî pesina nîne?” Bi saya şêwirên usa, dibeke hine cahil bixwazin derheqa Efirandar hê zêde pêbihesin.

BERDEWAM KIN ALÎ ZARÊN XWE BIKIN, KU EWANA HÊ NÊZÎKÎ YEHOWA BIN

18. Dê-bav ça dikarin berdewam kin alî zarên xwe bikin, wekî baweriya wan diha qewî be?

18 Dinêda gelek meriv Yehowa bawer nakin (2 Petrûs 3:3). Lema jî dê-bavno, gava hûn Kitêba Pîroz tevî zarên xwe lêkolîn dikin, dîna wan bikişînin ser têmên usa, yên ku wê alî wan bikin qedirê Kitêba Pîroz û qanûnên derheqa nav-namûsiyê bigirin. Alî wan bikin, ku ewana ser efrînên tebiyetê bifikirin. Dîna wan bikişînin ser tiştên ku Kitêba Pîrozda hatibûne pêxembertîkirinê, û îda hatine sêrî. Û ya lape ferz jî, him bona zarên xwe, him jî tevî wan dua bikin. Bawer bin ku hergê hûn çi ji destê we tê bikin, ku baweriya zarên xwe diha qewî kin, Yehowa wê emekê we kerem ke! (2 Dîrok 15:7)

DÊ-BAV ÇA DIKARIN ALÎ ZARÊN XWE BIKIN WEKÎ . . .

  • ewana baweriya xwe hindava Xwedê û Kitêba Pîroz diha qewî kin?

  • kara qanûnên Kitêba Pîroz derheqa nav-namûsiyê bivînin?

  • baweriya xwe hindava Efirandar biparêzin?

KILAMA 133 Qulix ke Yehowara Cahiltiya Xweda

a Bona hê zêde înformasiya, ser jw.org binihêrin vîdêoya bi navê Efrîn Pesinê Xwedê Didin—Nexş

b Hergê zarên we hînbûna kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! xilaz kirine, hûn dikarin hine dersên ji para 3 û 4 tevî wan şêwir kin, yên ku prînsîpên Kitêba Pîroz derheqa nav-namûsiyê şirovedikin.

c Binihêre gotara “Çira Em Efirandar Bawer Dikin”, ji jûrnala Hişyar bin!, ya meha Îlonê, sala 2006, û broşûra Kaniya Emir—Pênc Pirsên Ferz. Bona hê zêde înformasiya, ser jw.org binihêrin rêza vîdêoya bi navê Nihêrandin Derheqa Destpêka Jîyînê.

d ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Cahilek vîdêoke ji malpera jw.org nîşanî hevaldersxanekî xwe dike.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin