Şer û Tevlihevbûn Ça Hukum Dike Ser Me Her Kesî?
“Destpêbûyî ji xilaziya Şerê Hemdinyayêye II heta rojên me, herî zêde tevlihevbûn û şer rojên meda diqewimin, û 2 mîlyard meriv, dêmek ji çar meriva yek, wan ciyada dijî, kîderê ku şer diçe”.
Alîkarçiya Sêkrêtarê Sereke yê Miletên Yekbûyî Amîna Cêyn Mohammêd 26 Çileyê, 2023.
Şer dikare nişkêva destpêbe wan ciya, kîderê ku niha edilayî ye. Hela hê ev merivên ku ji ciyê şer dûr dijîn, ji bo şer rastî çetinaya tên. Çaxê şer xilaz dibe jî, zirara ku ev dide, dîsa gelek wext dikişîne. Dîna xwe bidine hine mesela:
Kêmasiya xwarinê. Li gora hesabê Bernama Xwarinêye Hemdinyayê “şer meniya sereke ye ya birçîbûnê, çimkî 70 selef merivên ku ji birçîbûnê diçerçirin, wan ciyada dijîn, kîderê ku şer diçe”.
Problêmên sihet-qewata fîzîkî û êmosiyalî. Tirsa vê yekê ku mihala meda şer dikare destpêbe, meriva dike strêsê û xof dikeve dilê wan. Ewên ku wan ciyada dijîn kîderê ku şer diçe, ne tenê aliyê fîzîkîda diçerçirin, lê usa jî aliyê êmosiyalîda. Û yazix, gelek car mecala wan tune ye alîkariya hekîma bistînin.
Meriv ji bo şer mecbûr dibin malên xwe bihêlin. Li gora Komîseriya Bilind ya Dewletên Yekbûyî bona Alîkariya Reviya (UNHCR) heta meha Îlonê, sala 2023 nav temamiya dinyayêda 114 mîlyon meriva zêdetir mecbûr bûn malên xwe bihêlin birevin. Meniya wane serekê şer û tevlihevbûn e.
Çetinayên êkonomîkî. Ji bo şer meriv gelek car rastî problêmên êkonomîkî tên, mesele her tişt biha dibe. Çaxê dewlet gelek pere ser eskera û şer xerc dike, kîjan ku gerekê ser mêdîsînayê û xwendinê xerc kira, binelî ji bo vê yekê zirarê distînin. Seva ku paşî şer her tiştî tezeda çêkin û ava kin, gelek pere lazim e.
Ji bo şer tebiyet xirab dibe. Çaxê erdê xirab dikin, meriv zirarê distînin. Av, hewaya qirêj û usa jî erdê xirabkirî, çetinayên sihet-qewatêva girêdayî pêşda tînin, kîjan ku gelek wext dikişînin. Hela hê paşî şer jî meriv dimirin ji bo bombên ku erdêda veşartî ne.
Bê şik, şer him zirarê tîne, him jî biha rûdinê.