KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Îlon rûp. 26-30
  • Yehowa Alî Me kir ‘Geş bin Wêderê, Kîderê ku Em Dihatine Çandinê’

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Yehowa Alî Me kir ‘Geş bin Wêderê, Kîderê ku Em Dihatine Çandinê’
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Têmên Mîna Wê
  • Yehowa Ez usa Kerem kirim, ku Min ne jî Dikaribû Bida Ber Çevê Xwe
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Yehowa Riya Min Rast Kir
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Çawa Hînî Kifşkirina Teze bin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Temamiya Emirê Me, Dersdarê Mezin Em Hîn Kirine
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Îlon rûp. 26-30
Mêts û Ann-Katrîn ber ereba xwe sekinî ne.

SERHATÎ

Yehowa Alî Me kir ‘Geş bin Wêderê, Kîderê ku Em Dihatine Çandinê’

GILÎ KIR: MÊTS Û ANN-KATRÎN KASHOLM

“GEŞ BIN wêderê, kîderê ku têne çandinê”. Ev şîret hevekî ecêb tê kifşê. Lê were em bivînin ku jin-mêrekî Swêdî, Ann-Katrîn û Mêts, yên ku gelek cara cûre-cûre ciyada dihatine “çandinê”, dêmek cûre-cûre welatada dihatine kifşkirinê, ça ji vê şîretê kar distandin.

Sala 1979-da Ann-Katrîn û Mêts çûne Mekteba Gîledê. Paşî mektebê wana şandine Îranê, Mewrîtûsê, Myanmarê, Tanzanyayê, Ûgandayê û Zayîrê. Ev şîret wana Mekteba Gîledêda ji dersdarê xwe Cêk Rêdford standin, û evê şîretê alî wan kir wekî wan ciyada, kîderê ku “dihatine çandinê”, pêşdaçûyî bin, çimkî ewana gelek cara cîguhastî dibûn. Were em guh bidine wan.

Mêts, ji kerema xwe mera gilî ke ku tu ça bûyî Şedê Yehowa?

Mêts: Wedê Şerê Hemdinyayêye II, bavê min li Polonîstanê dijît. Wêderê, Dêra Katolîkîda ewî gelek durûtî dît. Dîsa jî ewî gelek cara digot: “Ez bawer im ku rêlîgiya rast heye û rojekê ezê vê bivînim!” Wext şûnda rastî jî usa bû. Gava ez cahil bûm, min xwera gelek kitêb dikirîn. Yek ji wan kitêbeke bi navê Rastiya ku Dibe berbi Jîyîna Heta-Hetayê bû. Navê kitêbê gelek dîna min kişande ser, û şeva ku min ew kirî, min ew heta xilaziyê xwend. Gava sibeh safî bû, min îda fem kir ku min riya rast dîtiye!

Destpêbûyî ji Nîsana sala 1972 min gelek edebyetên din, yên Şedên Yehowa, xwendin, û bi alîkariya wan edebyeta min cabên pirsên xweye derheqa Kitêba Pîroz standin. Min xwe mîna bazirganê ji meteloka Îsa texmîn dikir, yê ku hemû mal-milkê xwe firot wekî “kevirekî qîmet” xwera bikire. Min nêta xwe ku herim zanîngehê û bibim hekîm “firot”, dêmek terka vê da, wekî bikaribim ‘kevirê qîmet’ yê rastiyê bikirim (Metta 13:45, 46). Û sala 1972-da, 10 Kanûna Pêşin, ez hatime nixumandinê.

Nava salekêda, dê-bavê min û birê minî biçûk jî rastiya Kitêba Pîroz qebûl kirin û hatine nixumandinê. Tîrmeha sala 1973, min destpêkir ça pêşengê hertim xizmet kim. Nava pêşengên xîret civata meda, xûşkeke delal bi navê Ann-Katrîn bû, ya ku gelek Yehowa hez dikir. Dilê me kete hev û sala 1975-da em zewicîn. Paşî dewatê em çar sala Şwêdyayêda, şeherê Stromsûndêda man. Vî bajarê bedewda, gelek kes hazir bûn guh bidine mizgîniyê.

Ann-Katrîn: Gava hindik mabû wekî bavê min zanîngehê xilaz ke, ewî derheqa mizgîniyê bihîst. Wî çaxî ez 3 mehî bûm, lê bavê min ez dibirime civîna û xizmetiyê. Ev yek diya min xweş nedihat û ew eciz dibû. Ewê dixwest îzbat kira ku baweriya Şedên Yehowa nerast e, lê nikaribû, lema jî wext şûnda ew jî hate nixumandinê. Gava ez 13 salî bûm, ez hatime nixumandinê, û gava ez 16 salî bûm, ez bûme pêşeng. Ez ser wextekî derbazî şeherekî bi navê Ûmao bûm, seva ku wêderê xizmet kim, kîderê ku mizgînvan hindik bûn. Paşî vê yekê ez hatime kifşkirinê ça pêşenga mexsûs.

Paşî dewata me, me şabûneke mezin stand ji vê yekê ku alî çend meriva kir bêne ser riya rastiyê. Yek ji wan, keçikeke bi navê Mîvor bû. Evê keçikê terka kariyêra xweye sportê da, û xizmetiya pêşengtîda bû hevalkara xûşka mine biçûk. Sala 1984-da, ewana tevayî çûne Mekteba Gîledê, û niha Ekwadorêda ça mîsyonêr xizmet dikin.

Wedê xizmetiya mîsyonêrtî, we ça guh da vê şîretê ku “geş bin wêderê, kîderê ku têne çandinê”?

Mêts: Em gelek car tezeda dihatine “çandinê”, çimkî me cûre-cûre ciya kifş dikirin. Seva ku em hînî ciyên teze bin, me hemû qewata xwe dida xebatê, wekî çev bidine hunurên Îsa, îlahî milûktiya wî (Kolosî 2:6, 7). Mesele, dewsa ku hîviyê bin wekî xûşk-bira hînî me bin, me xîret dikir xwexa hînî kûltûr û nihêrandinên wan bin. Bi saya vê yekê ku me çev dida Îsa, me xwe hemû ciya usa texmîn dikir, tê bêjî em kêleka avê çandî bûn, û em dikaribûn hemû kifşkirinên xweda geş bûna (Zebûr 1:2, 3).

Mêts û Ann-Katrîn hûr-mûrê xwe û xwarinê dibin.

Me gelek rêwîtî dikir ku serlêdana civata bikin

Ann-Katrîn: Gava ciyê baxekê tê guhastinê, jêra germaya tevê lazim e wekî ew dîsa şîn be. Yehowa timê bona me mîna ‘tevê’ bû (Zebûr 84:11). Seva ku em ciyên tezeda şîn bûna, Yehowa me kerem dikir bi hevaltiya tevî xûşk-birên dilgerm. Mesele, xûşk-birên ji civata meye biçûk li Tehranê (Îran) gelek mêvanhez bûn, çawa ku wedê pêxemberada. Meyê bixwesta li Îranê bimana, lê meha Tîrmehê sala 1980-da, Şedên Yehowa wêderê hatine qedexekirinê, û em gerekê nava 48 sihetada ji welêt derketana. Hingê teşkîletê em şandine Zayîrê (niha tê navkirinê Kongo), li Afrîkayê.

Maleke biçûk gundekî Zayîrêda.

Sala 1982, bîranînên xweş ji kifşkirina meye Zayîrêda

Gava mera gotin ku em gerekê herine Afrîkayê, ez giriyam. Min bihîstibû ku Afrîkayêda mer û nexweşiyên xirab hene, û ez ji tiştên usa gelek ditirsiyam. Lê jin-mêrekî ku gelek wext pêşda çûbûne wêderê, mera gotin: “Hûn qe neçûne wêderê. Hela herin û bivînin ku Afrîka cîkî çiqas xweş e!” Rastî jî usa bû! Wêderê xûşk-bira gelek dilgerm bûn. Gava şeş sal şûnda lazim bû ku em ji Zayîrê herin, çimkî Şedên Yehowa wêderê hatine qedexekirinê, ez dilê xweda keniyam, çimkî îcar min Yehowara dua dikir, wekî em Afrîkayêda bimînin.

Xizmetiyêda we çi kerem standine?

Ann-Katrîn ber ereba xwe ser kursiyê rûniştiye.

Tanzanya, sala 1988, “oda” me kîderêda em radizan

Mêts: Me mizgînvanên mîsyonêr ji cûre-cûre milet û kûltûra nas kirin, û em bûne dostên hev. Hine ciya, mecala me hebû tevî gelek meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin. Carna her yekî ji me tevî 20 meriva hînbûn derbaz dikir! Usa jî, hezkirin û mêvanheziya xûşk-birên Afrîkayê timê bîra minda ne. Gava me Tanzanyayêda teseliya civata dikir û kêleka malên xûşk-bira ereba xwe dida sekinandinê, kîjanîda em diman, wana bona me “ji qewata xwe der” jî xem dikir (2 Korintî 8:3). Xilaziya her rojê, ez û Ann-Katrîn, em rûdiniştin, û derheqa tiştên ku wê rojê qewimîbûn, me xeber dida û razîbûna xwe Yehowara dida kifşê bona vê yekê, ku ewî alî me kiribû. Ev bona me wedekî gelek mexsûs bû, çimkî me ev wede gelek hez dikir û nav kiribû “wedê gilîkirina serhatiya”.

Ann-Katrîn: Gelek min xweş dihat tevî xûşk-birên ji cûre-cûre mileta bijîm. Em çend zimanên teze hîn bûn, mesele Farisî, Fransî, Lûganda û Swahîlî, û em hînî gelek cûre kûltûra bûn. Me merivên teze anîne nava rastiyê, xwera dostên baş dîtin û “mil bi mil” tevî wan xizmetiyêda kar dikir (Sêfanya 3:9, ÎM).

Usa jî em li hemû ciya ji bedewbûna tebiyetê hujmekar diman. Her car, çaxê me xizmetiyêda cabdarîke teze distand, ev yek bona me usa bû, tê bêjî em diketine rêwîtiyê, û Yehowa jî rêberê me bû. Bêyî Yehowa, meyê nikaribûya tiştên haqas xweş bidîta.

Şikil: 1. Mêts û Ann-Katrîn şedetiyê didine jinikekê û zarên wê. 2. Ann-Katrîn şedetiyê dide xortekî Masaî.

Tanzanya, belakirina mizgîniyê

Gava hûn rastî çetinaya dihatin, we çi dikir?

Mêts: Nava salada em bi çend nexweşiya nexweş ketin, mesele, bi malaryê. Usa jî çend cara nişkêva lazim bû ku Ann-Katrînêra opêrasiyayê bikin. Xêncî vê yekê, em bona dê-bavên xweye emirda mezin ber xwe diketin, lema jî em razî ne ku xûşk-birên min û Ann-Katrînê ev cabdarî hildabûne ser xwe. Wana ev cabdarî bi sebir, şabûn û bi hezkirinê anîne sêrî (1 Tîmotêyo 5:4). Me çiqas ji dûrva alîkarî dida wan jî, em carna eciz dibûn, çimkî me dixwest diha zêde bona wan bikira.

Ann-Katrîn: Sala 1983-da, gava em li Zayîrê bûn, ez bi xolêrayê giran nexweş ketim. Doktor Mêtsra got: “Lez keve hema îro jina xwe ji vira derxe, bive!” Rojek şûnda, em bi saya teyarekê ku bona cîguhastina hûr-mûra bû, çûne Şwêdyayê, çimkî teyarên din tune bûn.

Mêts: Em difikirîn ku emê îda nikaribin ça mîsyonêr xizmet kin, lema jî em gelek giriyan. Rast e doktor gotibû ku Ann-Katrîn wê qenc nebe, dîsa jî ew hêdî-hêdî qenc bû û salek şûnda em hazir bûn vegerin Zayîrê. Vê carê em çûne civateke biçûk ser zimanê Swahîlî, ya ku bajarê Lûbûmbaşiyêda bû.

Ann-Katrîn: Gava em li Lûbûmbaşiyê bûn, ez hemle mam, lê zar ber min çû. Bi rastî nêta me tune bû, ku zarê bînin, lê dîsa jî, undakirina zarê bona min derdekî giran bû. Lê gava em gelek xemgîn bûn, Yehowa pêşkêşeke qîmet da me. Wî wedeyî me tevî gelek meriva hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Nava çend mehada hejmara mizgînvanên civata me ji 35 meriva hilkişiya heta 70 merivî, û hejmara kesên ku dihatine civatê ji 40 hilkişiya heta 220 merivî. Me timê xizmet dikir û keremên Yehowa dilê min rihet dikirin. Dîsa jî em gelek car besa zara xwe dikin û li ser wî difikirin. Û em gelek hîviya vê rojê ne, gava Yehowa birîna dilê me bi temamî qenc ke.

Mêts: Carekê Ann-Katrîn gelek sist bû û hal ket. Û minra jî dîagnoza kansera rûviya qalim ya stadiya çara danîn, lazim bû ku opêrasiya giran bihata kirinê. Lê roja îroyîn ez îda baş im, û Ann-Katrîn jî çiqas qewata wê digihîjê Yehowara xizmet dike.

Paşî gênosîda li Rwandayê, ku sala 1994-da qewimî, em çûn serîkî wan xûşk-bira xin, yên ku zomên rewiyada diman. Û me fem kir, wekî ne tenê em rastî tengasiya tên. Gava me bawerî, sebir û mêvanheziya wan dît, me fem kir ku Yehowa qewatê dide xizmetkarên xwe, wekî ewana bikaribin himberî hemû tengasiya sebir kin (Zebûr 55:22).

Ann-Katrîn: Sala 2007-da, gava em bona tesmîlkirina fîlîala teze çûne Ûgandayê, tiştekî xirab qewimî. Paşî bernamê, em tevî 25 Beytelvana û mîsyonêra rê ketin ku herine bajarê Naîrobiyê, li Kenyayê. Pêşiya ku em gihîştine sînor, otobûsek nişkêva ji riya xwe derket û me xist. Ajovan û pênc xûşk-bira cîda mirin, û xûşkeke din jî paşê nexweşxanêda mir. Em pir xemgîn bûn, û em hizreta vê rojê ne ku van dostên xwe dîsa bivînin (Îbo 14:13-15).

Wext şûnda ez aliyê fîzîkîda hinekî baş bûm. Lê ez, Mêts û xûşk-birên din, yên ku vê otobûsêda bûn, paşê jî ji bo strêsê me gelek derd kişand. Carna ez nîvê şevê nişkêva ji panîkê hişyar dibûm, û min xwe usa texmîn dikir, tê bêjî dilê min disekinî. Ji bo vê yekê ez gelek ditirsiyam. Lê bi saya dua û rêzên ji Kitêba Pîroz, me sebir dikir. Usa jî me ji alîkariya doxdira kareke mezin stand. Niha îda em xwe diha baş texmîn dikin û Yehowara dua dikin, ku alî me bike wekî em bikaribin ber dilê van merivada bên, yên ku ketine halekî usa.

We got ku gava hûn nava tengasiyada bûn, Yehowa hûn ça “hêkên xav” xwey dikir. Ev çi tê hesabê?

Mêts: Ev gilî-gotin, ji zimanê Swahîlî tê. Çawa ku meriv miqatî hêkên xav dibe û usa nazik hildide ku ew neşkên, Yehowa jî hemû kifşkirinên meda bi nazikayî alî me dikir. Ewî timê bona hewcên me xem dikir. Mesele, me hezkirin û piştgiriya Yehowa bi saya dilovaniya Koma Rêberiyê texmîn dikir.

Ann-Katrîn: Ez dixwazim besa derecekê bikim ku Yehowa çawa bi cûrê nazik alî me kir. Rojekê min bihîst, ku bavê min Şwêdyayêda kete nexweşxanê. Wê demê, Mêts teze qenc bibû. Perê me tune bû ku bîlêtên teyarê bikirin û herin welatê xwe, lema jî me safî kir ereba xwe bifiroşin. Paşê, du cara mera têlê xistin. Pêşiyê, jin-mêrekî ku derheqa halê me pêhesiyan, têlê xistin û gotin ku dixwazin heqê bîlêtekê bidine me. Paşê jî, xûşkeke emirda mezin têlê xist. Ewê pere top kiribû û dixwest bide kesekî hewcedar. Belê, bi vî cûreyî nava çend deqada, Yehowa hate hewara me! (Îbranî 13:6)

Nava 50 salên xizmetiya hertimda, hûn çi hîn bûne?

Mêts û Ann-Katrîn bi beşera xweş tevayî sekinî ne.

Myanmar, kifşkirina meye teze

Ann-Katrîn: Min fem kir ku hergê em rihetiyê xwey kin û îtbariya xwe Yehowa bînin, emê qewat bin û ewê dewsa me şer bike (Îşaya 30:15; 2 Dîrok 20:15, 17). Hemû ciya kîderê ku em hatibûne şandinê, çi ji destê me dihat me dikir, wekî bi dil û can Yehowara xizmet kin. Axiriyêda me keremên mezin stand. Hergê me rêke din bijbarta, meyê haqas kerem nestanda.

Mêts: Ez rind hîn bûme ku çi jî bibe, ez gerekê xwe bispêrime Yehowa û hîviya wî bim, ku ew li gora sozê xwe alî me bike (Zebûr 37:5). Belê, ewî timê sozê xwe dianî sêrî û bona me xem dikir. Niha em Beytela Myanmarêda xizmet dikin, û îro jî em divînin ku ew ça berdewam dike alî me bike.

Em bawer in ku gelek xûşk-birên cahil, yên ku dixwazin xizmetiya xwe zêde kin, wê mîna me bivînin ku Yehowa çiqas dilrem e. Û hergê ewana îzinê bidine Yehowa, ewê alî wan bike ‘geş bin wêderê, kîderê ku têne çandinê’, û ewana jî wê emirê xweda destê Yehowa bivînin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin