Pirsên Xwendevana
Nivîskarê Metelok 30:18, 19 got wekî “rîya mêraye berbi qîza” fem nake. Gelo ev yek çi tê hesabê?
Gelek meriv û hine zandar jî meniya van rêza fem nakin. Bi temamî van rêzada usa nivîsî ye: “Sê tişt hene ku ez tê hilnayêm û çar tişt ku ez wan fem nakim: Rîya teyraye hewêda, rîya meraye qeyada, rîya gemîyaye nava berada û rîya mêraye berbi qîza” (Metelok 30:18, 19).
Berê em difikirîn ku ev gilî-gotin, “rîya mêraye berbi qîza”, tişteke nêgatîv tê hesabê, çimkî rêzên pêşiya vê besa tiştên nêgatîv dikin, yên ku tu cara têr nabin û navêjin “bes e” (Metelok 30:15, 16). Usa jî, rêza 20 besa jina qav dike, ya ku dibêje: “Min tu xirabî nekirîye”. Lema jî em difikirîn, ku çawa riya teyr ezmanada, riya mer qeyada û riya gemî berêda pey xwe tiştekî nahêle, hema usa jî tu kes wê nikaribe têderxe ku mêrekî dizîkava çi kiribû. Ser hîmê vê femkirinê, em difikirîn ku gotina “rîya mêraye berbi qîza” besa xortekî dike, ku keçikekê dixapîne, wekî serê xwe pêra dayne.
Lê niha em fem dikin ku rêz besa tiştekî xirab nake. Nivîskar tenê besa sê tişta dikir, yên ku ber çevê wî ecêb bûn.
Giliyên Îbranî, yên ku vê rêzêda têne xebitandinê, bi cûrê pozîtîv têne femkirinê. Li gora kanîkê, giliyên Îbranî, yên ku Metelok 30:18-da ça “fem nakim” hatine welgerandinê “têne hesabê tiştekî ku kesek . . . ecêb hesab dike, ji bo çi jî ew heyr-hujmekar dimîne” (Theological Lexicon of the Old Testament).
Usa jî, profêsorek ji Zaningeha Harvardê, Krawford H. Toy, got wekî li gora nihêrandina wî, ev rêz besa tiştekî nêgatîv nake, lê tenê besa tiştên ku ber çevê nivîskar ecêb in, dike.
Lema jî, em fem dikin ku Metelok 30:18, 19 besa tiştên ecêb dike, yên ku hela hê ji femkirina me der e, û em ji wan tişta hujmekar dimînin. Mîna nivîskarê Kitêba Pîroz, em jî ecêbmayî dimînin ku teyr ça difirin, mer ça ser qeya dimeşin, gemiyên giran ça berêda diçin û qîz û xort ça hevdu hez dikin û tevayî bextewar dijîn.