KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Cotmeh rûp. 6-11
  • Yehowa “Xwedêyê Şabûn û Eşqa” Me ye

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Yehowa “Xwedêyê Şabûn û Eşqa” Me ye
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KANIYA ŞABÛNA RAST
  • BIRA TU TIŞT ŞABÛNÊ JI TE NESTÎNE
  • Em Ça Dikarin ji Xizmetiyê Diha Zêde Şabûnê Bistînin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Bi Milûktî Qebûl ke vê Yekê, Çi ku Nizanî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Merdanî Şabûnê Mera Tîne
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Şabûn: Hunur ku Em ji Xwedê Distînin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Cotmeh rûp. 6-11

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 40

KILAMA 111 Meniya Şabûnê

Yehowa “Xwedêyê Şabûn û Eşqa” Me ye

“ Ezê herime . . . li ber Xwedêyê şabûn û eşqa xwe” (ZEBÛR 43:4).

VÊ GOTARÊDA

Emê şêwir kin ku çi dikare şabûnê ji me bistîne û hergê em şabûna xwe unda kin, em ça dikarin dîsa bextewar bin.

1-2. a) Îro gelek meriv çi halîda nin? b) Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

ÎRO gelek meriv her tiştî dikin wekî bextewar bin, lê dîsa jî şabûnê nastînin. Gelek meriv ber xwe dikevin û difikirin wekî wê tu cara nikaribin bi rastî bextewar bin. Rast e em xizmetkarên Yehowa ne, lê dîsa jî diqewime em xwe mîna wan meriva texmîn kin. Em “rojên xilaziyêda” dijîn, lema jî em zanin wekî emê jî xemgîn bin û derdên me jî wê hebin (2 Tîmotêyo 3:1).

2 Vê gotarêda emê bivînin ku çira em dikarin şabûna xwe unda kin, û em ça dikarin dîsa bextewar bin. Lê pêşiyê emê pêbihesin ku çi ye Kaniya şabûna rast.

KANIYA ŞABÛNA RAST

3. Ji tebiyetê em derheqa Yehowa çi pêdihesin? (Binihêre usa jî şikil.)

3 Yehowa timê şa ye û ew dixwaze ku em jî şa û bextewar bin. Ev yek ji tebiyetê tê kifşê, mesele, ji bedewbûna deşt û çiya, ji cûre-cûre rengên kulîrka û cûre-cûre heywana, û usa jî ji xwarinên xweş. Belê, Xwedê bi rastî me hez dike û dixwaze ku em ji jîyînê şabûnê bistînin!

Şikil: Çend heywan dilîzin. 1. Fîlekî biçûk bi şabûnê avêda dilîze. 2. Pêngwîn berfêda dimeşin. 3. Karik zeviyêda banz didin. 4. Delfîn ji avê banz didin.

Baby elephant: Image © Romi Gamit/Shutterstock; penguin chicks: Vladimir Seliverstov/500px via Getty Images; baby goats: Rita Kochmarjova/stock.adobe.com; two dolphins: georgeclerk/E+ via Getty Images

Ev yek ku heywan bi şabûnê dilîzin û banz didin, dide kifşê wekî Yehowa Xwedayê şa ye (Binihêre abzasa 3)


4. a) Rast e Yehowa hemû kul-derdên meriva divîne, lê dîsa jî ça ew şabûna xwe unda nake? b) Yehowa çi dide me? (Zebûr 16:11)

4 Yehowa kul-derdên hemû meriva divîne, û dilê wî ser meriva dişewite. Lê dîsa jî Kitêba Pîroz dibêje, ku ew “Xwedayê bextewar” e (1 Tîmotêyo 1:11). Gelo Yehowa ça şabûna xwe unda nake? Yek ji meniya ev e, ku ewî roj kifş kiriye, wekî hemû kul-derda bi temamî kuta ke. Heta ev roj bê, Yehowa hazir e alî me bike. Gelo çawa? Mesele, ew şabûnê dike dilê me (Bixûne Zebûr 16:11). Were em binihêrin wekî şabûna ku Yehowa dide, ça ser Îsa hukum dikir.

5-6. Îsa çima yekî eşq û şa ye?

5 Ji hemû efrînên Yehowa, yê herî eşq û şa, Îsa ye. Gelo çima? Du meniyên sereke hene: 1) “Ew sûretê Xwedê ye”, lema jî ew bi cûrê kamil hemû xeyset-hunurên Bavê xwe eyan dike (Kolosî 1:15; 1 Tîmotêyo 6:15). 2) Îsa ji hemûya zêdetir tevî Bavê xwe, yê ku Kaniya şabûnê ye, wede derbaz kiriye.

6 Îsa ji qedandina qirara Xwedê şabûnê distîne (Metelok 8:30, 31; Yûhenna 8:29). Ew yekî amin e, lema jî Yehowa ji wî razî ye û wîra firnaq dibe (Metta 3:17).

7. Em ça dikarin bextewariya rast bivînin?

7 Seva ku em bextewariya rast bivînin, gerekê em diha nêzîkî Yehowa bin, yê ku Kaniya şabûnê ye. Çiqas zêde em derheqa Yehowa hîn dibin û çev didine wî, haqas şabûna me diha zêde dibe. Usa jî em şa dibin, gava em qirara Xwedê tînin sêrî û zanin wekî ew ji me razî yea (Zebûr 33:12). Lê hergê em car-cara şabûna xwe unda dikin, gelo ev yek tê hesabê ku Xwedê ji me razî nîne? Na. Em merivne qisûrdar in, lema jî carna em êşê dikişînin, xemgîn dibin yan dikevine dêprêsiyayê, û Yehowa halê me rind fem dike (Zebûr 103:14). Were em binihêrin ku çi dikare şabûnê ji me bistîne û em ça dikarin şabûna xwe dîsa vegerînin.

Şabûna Rast ji Yehowa Tê

Dua bike wekî Yehowa ruhê pîroz bide te. Seva ku şabûna rast bikeve dilê me, em gerekê xwe bispêrin Yehowa, çimkî şabûn yek ji berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22). Bi alîkariya ruhê pîroz, em dikarin tengasiyada “bi sebir û bi şabûn teyax kin” (Kolosî 1:11).

Hebandina Yehowa dayne ser cihê pêşin. Kitêba Pîroz û edebyetên me her roj bixûne. Çiqas ji destê te tê mizgîniya ku “şabûneke mezin” tîne, bela ke (Lûqa 2:10). Kesên ku ji her tiştî zêdetir dîna xwe didine hebandina Yehowa, merivne lape bextewar in (Zebûr 65:4).

Timê gura Yehowa bike. Bîr neke wekî qanûnên Yehowa bona kara te ne. Çaxê em gura Yehowa dikin, em ne ku azaya xwe unda dikin, lê şabûnê distînin (Lûqa 11:28).

BIRA TU TIŞT ŞABÛNÊ JI TE NESTÎNE

8. Derdên jîyînê ça dikarin ser me hukum kin?

8 Derdên jîyînê. Gelo tu ji bo zulmî û zordariyê, teşqelên tebiyetê, kesîbiyê, nexweşî yan kalbûn-pîrbûnê diçerçirî? Îlahî derecên ku destê meda nînin, dikarin şabûnê ji me bistînin. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Dilê kul ruh diperçiqîne” (Metelok 15:13, ÎM). Rûspîkî bi navê Babîs, yê ku nava çar salada him birê xwe him jî dê-bavê xwe unda kir, usa dibêje: “Min xwe tenê û bêçare texmîn dikir. Carna ez xemgîn dibim, çimkî gelek şixulê min hebûn û min nikaribû pêşiya mirina dê-bavê xwe û birê xwe diha zêde wede tevî wan derbaz kira”. Belê, derdên jîyînê bi rastî jî dikarin me hal bêxin û dilteng kin.

9. Çi dikare alî me bike şabûna xwe vegerînin? (Yêremya 29:4-7, 10)

9 Çi dikare alî me bike şabûna xwe vegerînin? Bona vê yekê em gerekê derheqa tiştên ku destê meda nînin, bi zêdeyî ber xwe nekevin û bona tiştên ku bal me hene, şêkirdar bin. Merivên vê dinyayê difikirin, wekî seva ku bextewar bin, lazim e ku emir hemû aliyava bêqisûr be. Lê ev yek nerast e. Mesele, gava Cihû dîltiya Babîlonêda bûn, Yehowa wanra got, ku halê xwe qebûl kin û çi ji destê wan tê bikin, wekî hînî dereca xweye teze bin (Bixûne Yêremya 29:4-7, 10). Ji serhatiya wan em dikarin çi hîn bin? Dereca xwe qebûl ke û bona tiştên baş, yên ku bal te hene, şêkirdar be. Bîr neke, ku Yehowa wê alî te bike (Zebûr 63:7; 146:5). Xûşka me Êfî, ya ku ji bo qezîkê seqet bû, usa dibêje: “Yehowa, civat û malbeta min, gelek alî min kirine û berdilî dane min. Lema jî min nedixwest bêşêkir bim û destê xwe daxim. Ez dixwazim nîşanî Yehowa û xûşk-bira kim, ku ez bona alîkariya wan şêkirdar im”.

10. Em ça dikarin wedê çetinaya şabûna xwe unda nekin?

10 Gava çetinayên me hene, yan gava tiştên xirab têne serê me yan malbeta me, em dîsa jî dikarin şabûna xwe unda nekinb (Zebûr 126:5). Gelo çima? Çimkî şabûna me derecên meva girêdayî nîne. Pêşengeke bi navê Marîya usa dibêje: “Gava em rastî çetinaya tên, ev yek ku em şabûna xwe unda nakin, nayê hesabê ku em hestên xwe nav xweda dikujin. Lê ev yek tê hesabê, ku me sozên Yehowa bîr nekiriye. Bavê me wê alî me bike şabûna xwe xwey kin”. Bîr neke, çetinayên me çiqas giran bin jî, ewê tenê wedekî kin bikişînin. Ewana mîna pêgehên ser qûma ber devê berê ne, ku wedekî dirêj namînin, çimkî pêlên berê wan pêgeha dişo dibe.

11. Serhatiya Pawlosê şandî ça te qewî dike?

11 Hergê em ji bo problêmên xwe difikirin ku Yehowa îda me qebûl nake, serhatiyên xizmetkarên Yehowa, yên ku rastî tengasiyên giran hatibûn, bîne bîra xwe. Mesele, bifikire derheqa serhatiya Pawlosê şandî. Îsa xwexa Pawlos bijart wekî ew rastiyê “miletên dinra bide naskirinê, usa jî padşara û cimeta Îsraêlêra” (Karên Şandiya 9:15). Cabdarîke çiqas mezin bû! Dîsa jî, emirê Pawlos bê xem û derda nîbû (2 Korintî 11:23-27). Gelo tengasiyên mezin, yên ku Pawlos rastî wan dihatin, nîşan dikirin wekî Yehowa îda ji wî razî nîne? Hemikî na! Bi rastî ev yek ku çawa Pawlos wan derecada sebir dikir, dida kifşê ku Yehowa wî kerem dikir (Romayî 5:3-5). Niha derheqa halê xwe bifikire. Tu bi aminî ber tengasiya teyax dikî. Lema tu jî dikarî bawer bî, wekî Yehowa ji te razî ye.

12. Çi dikare biqewime, gava em nikarin bigihîjine nêtên xweye ruhanî?

12 Nêtên ku em nikarin bigihîjine wan (Metelok 13:12). Em Yehowa hez dikin û ji wî razî ne, lema jî em nêtên ruhanî datînin pêşiya xwe, wekî diha zêde xizmetiyêda kar bikin. Lê dibeke ji bo hine derecên emirê xwe em nikaribin bigihîjine wan nêtên xweye ruhanî. Seva vê yekê em dikarin xemgîn bin (Metelok 17:22). Pêşengeke bi navê Holî usa dibêje: “Min dixwest Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyêda hîn bûma, welatekî dinda xizmet kira, yan jî ser proêkta avakirinê Ramapoyêda kar kira. Derecên emirê min hatine guhastinê û min îda nikaribû wan nêta daynim pêşiya xwe. Ez gelek dilteng bûm. Bi rastî jî, gava em dixwazin gelek tişta bikin, lê nikarin, em xemgîn dibin”. Gelek kes xwe usa texmîn dikin, gava nikarin usa Yehowara xizmet kin, çawa ku dilê wan dixwaze.

13. Hergê em ji bo derecên emirê xwe nikarin her tiştî li gora dilê xwe bikin, em dikarin kîjan nêta daynin pêşiya xwe?

13 Çi dikare alî me bike şabûna xwe dîsa vegerînin? Bîr neke, wekî Yehowa gelek tişta ji me dewa nake. Usa jî, nihêrandina wîye hindava meda vê yekêva girêdayî nîne, ku em xizmetiyêda çiqas dikarin bikin. Yehowa dixwaze ku em milûk û amin bin (Mîxa 6:8; 1 Korintî 4:2). Bona wî tiştê here ferz ev e, ku em merivne çi cûreyî ne. Lema jî, hergê Yehowa bi rêalî ser me dinihêre, gerekê em jî hindava xweda usa bin.c Hergê derecên me îzinê nadin ku em li gora dilê xwe Yehowara xizmet kin, wê baş be ku em nêtên rêalî daynin pêşiya xwe, ku bikaribin bigihîjine wan. Mesele, dibeke em dikarin xwera nêt daynin, wekî civatêda alî cahilekî yan kesekî emirda mezin bikin. Dibeke em dikarin kesekîra têlê xin, sms-ê bişînin seva ku wana qewî kin, yan jî rû bi rû wana qewî kin. Hergê em xîret bikin ku bigihîjine nêtên vî cûreyî, Yehowa wê şabûna me zêde ke. Usa jî, bîr neke ku dinya teze nêzîk e. Wî wedeyî emê bikaribin hê zêde Yehowara xizmet kin. Holî usa dibêje: “Ez xwera dibêjim, wekî jîyîna heta-hetayê pêşiya min e. Dinya tezeda ezê îda bikaribim her tiştî çi ku bixwazim, bona Yehowa bikim”.

14. Dîsa çi dikare şabûnê ji me bistîne?

14 Ketina pey hebûn û wedederbazkirinê. Ser malperên sosyalî hine meriv usa didine kifşê, tê bêjî bextewarî vê yekêva girêdayî ye, ku timê baş wedê xwe derbaz kin. Lema jî gelek meriv timê dixwazin xwera tiştên teze bikirin, wan tiştava mijûl bin çi ku wan xweş tê û welat-welat bigerin. Hemikî nexirab e ku meriv bi tiştên usava mijûl be. Yehowa em usa efirandin e, wekî ji tiştên baş şabûnê bistînin. Lê gelek kesa wext şûnda têderxist in ku tiştên usa şabûna rast naynin. Pêşengeke bi navê Êva usa dibêje: “Gava meriv herî zêde dîna xwe dide kêfa xwe, ew tu cara têr nabe”. Lema jî merivên ku tenê pey kêfa xwe yan pey mal û milk dikevin, axiriyêda xemgîn dibin.

15. Em ji Silêman Padşa çi dikarin hîn bin?

15 Serhatiya Silêman Padşa dîna me dikişîne ser vê yekê, ku gava meriv pey kêfê û hebûnê dikevin, ev yek çi axiriyê tîne. Silêman difikirî ku bi saya xwarina xweş, mûzîka xweş û mal-milk, ewê şabûnê bistîne. Lê usa nîbû. Ewî got: “Çev bi dîtinê têr nabe, guh bi bihîstinê tije nabe” (Waîz 1:8; 2:1-11, ÎM). Nihêrandina dinyayê ser kaniya şabûnê mîna perên qelp e, dêmek tiştekî ku sêrîda qîmet tê kifşê, lê paşê dibe sebebê diltengiyê.

16. Çi dikare alî me bike şabûna xwe dîsa vegerînin? (Binihêre usa jî şikil.)

16 Çi dikare alî me bike şabûna xwe dîsa vegerînin? Îsa gotibû ku “bextewarî hê zêde dayînêda ye, ne ku standinêda” (Karên Şandiya 20:35). Rûspîkî bi navê Alêkos usa dibêje: “Çiqas ji destê min tê, ez xîret dikim wekî qenciyê bona kesên din bikim. Gava ez alî meriva dikim, ez bi zêdeyî derheqa xwestinên xwe nafikirim, û ev yek şabûnê minra tîne”. Gelo tu çi dikarî bona kesên din bikî? Hergê tu divînî ku kesek tengasiyêda ne, dilê wî qewî ke. Dibeke tu nikaribî çetinaya wî bi temamî bidî hildanê, lê dîsa jî hergê tu dilremiyê bidî kifşê, rind guh bidî wî û bînî bîra wî, wekî ew barê xwe bide ser Yehowa, tu dikarî dilê wî rihet kî (Zebûr 55:22; 68:19). Usa jî tu dikarî bînî bîra wî, ku Yehowa ew tenê nehîştiye (Zebûr 37:28; Îşaya 59:1). Tu dikarî hela hê xwarinê jêra hazir kî, tevî wî derkevî derva bigerî, yan jî tevayî derkevine xizmetiyê. Mecalê bide Yehowa ku ew bi saya te dilbîniyê bide meriva. Hergê em herî zêde dîna xwe bidine kesên din, ne ku xwe, emê şabûna rast qazanc kin (Metelok 11:25).

Şikil: 1. Xûşkek tenê kafêda rûniştiye û têlêfona xwe dinihêre. Li dora wê gelek torbe hene. 2. Ev xûşk bi şabûnê diçe mala xûşkeke emirda mezin û kulîrka pêşkêşî wê dike.

Dewsa ku tu herî zêde dîna xwe bidî xwestinên xwe, dîna xwe bide hewcên kesên din (Binihêre abzasa 16)d


17. Şabûna me ça Yehowava girêdayî ye? (Zebûr 43:4)

17 Seva ku em şabûna rast qazanc kin, em gerekê timê berdewam kin diha nêzîkî Bavê xweyî ezmana bin. Kitêba Pîroz dibêje, ku Yehowa kaniya “şabûn û eşqa” me ye (Bixûne Zebûr 43:4). Lema çi jî emirê meda biqewime, nelazim e ku em ber xwe kevin. Were em timê xwe li Yehowa bigirin, yê ku Kaniya şabûna me ye! (Zebûr 144:15)

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Yehowa û Îsa çima bextewar in?

  • Çi dikare şabûnê ji me bistîne?

  • Hergê em şabûna xwe unda kin, em ça dikarin dîsa vê vegerînin?

KILAMA 155 Şabûna Heta-Hetayê

a Binihêre çargoşa bi navê “Şabûna Rast ji Yehowa Tê”.

b Mesele ser jw.org bigere qisekirina Dênîs û Îrîna Krîstênsên ji Elametiya ji Koma Rêberiyê №5, sala 2023.

c Seva hê zêde elametî, binihêrin gotara bi navê “Nêtên Rêalî Dayne Pêşiya Xwe û Şabûna Xwe Unda Neke” ji Birca Qerewiliyê, ya 15 Tîrmehê, sala 2008.

d ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Xûşkek xwera gelek tişta dikire. Lê gava ew diçe mala xûşkeke emirda mezin û kulîrka pêşkêşî wê dike, ew diha şa dibe.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin