KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 9/1 rûp. 13-17
  • Gelo Îsafa Te Rêberê Rast e?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Îsafa Te Rêberê Rast e?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • BERBIHÊR BIN
  • LEZETÊ BIVÎNE JI HÊSABÛNÊ
  • EM HÊLAN DIBIN DANNASÎN KIN
  • Îsafa Temiz Ber Xwedê
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Îsafa Xwe Temiz Xwey kin?
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • Çawa Îsafa Xwe Hîn kim?
    Pirsên Cahila
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 9/1 rûp. 13-17
Berê dikana goştda, cotekî zewacê ku Mesîhî ne, sûcdar dikin Mesîhiyê mayîn ku goşt dikire

Gelo Îsafa Te Rêberê Rast e?

“Serê temiyê hizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rihet û ji baweriya bêdurûtî ye” (1 TÎMOTÊYO 1:5).

KILAMÊN: 22, 48

HÛNÊ ÇA CABA XWE BIDIN?

Îsafa me ça dikare alî me bike çaxê em safîkirina dikin derheqa . . .

  • miqatîbûna sihet-qewatê?

  • hêsabûnê?

  • şixulê dannasînkirinê?

1, 2. Îsaf kê daye me, û çira em gerekê razî bin ku îsafa me heye?

YAHOWA XWEDÊ meriv bi azaya bijartinê efirandine, dêmek em dikarin bi azabûnê tişta safî kin. Lê seva ku safîkirinên rast bikin, Yahowa rêber daye me. Ew rêber heye îsafa me, û ew fereset e nav meda, bi saya kîjanî em dikarin têderxin çi rast e û çi nerast e. Çaxê em îsafa xwe rast didine xebatê, ew dikare alî me bike ku em tiştên qenc bikin û xwe ji tiştên xirab dûr bigirin. Ew yek ku îsafa me heye îzbat dike, ku Yahowa me hiz dike û dixwaze ku em baş bin.

2 Hine meriv îro prînsîpên Kitêba Pîroz nizanin, lê yeke tiştên qenc dikin û xirabiyê nefret dikin. (Bixûne Romayî 2:14, 15.) Lê gelo çira? Çimkî îsafa wan heye. Ew yek gelek meriva xwey dike, ku tiştên xirab nekin. Hela bide hesabê xwe, dinê wê çiqas xirab bûya, hergê îsafa tu kesî tune bûya! Me dibeke tiştên hê xirab û zulm bibihîsta, ne ku çiqas niha dibihên. Em gerekê gelek ji Yahowa razî bin, ku ewî îsaf daye meriva!

Ça îsafa rind hînkirî dikare alî me bike, gava em dixwazin safîkirina bikin?

3. Îsafa me ça dikare alî me bike di civatêda?

3 Gelek meriv qe nafikirin ku lazim e îsafa xwe hîn kin. Lê cimeta Yahowa dixwaze ku îsafa wan rast bixebite, çimkî ew yek dikare alîkariya mezin bide yektiya civatê. Em dixwazin ku îsafa me prînsîpên Kitêba Pîroz bîne bîra me, derheqa rastî û nerastiyê, qencî û xirabiyê. Lê seva îsafa xwe hîn kin û bidine xebatê, em gerekê hê zêde bikin, ne ku tenê pêbihesin hela Kitêba Pîroz çi dibêje. Em gerekê prînsîpên Xwedê hiz bikin, û bawer bin ku ewana bona me kêrhatî ne. Pawlos nivîsî: “Serê temiyê hizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rihet û ji baweriya bêdurûtî ye” (1 Tîmotêyo 1:5). Çaxê em îsafa xwe hîn dikin û guh didinê, hizkirina me û baweriya me hindava Yahowa hê qewî dibe. Ev yek ku çawa em îsafa xwe didine xebatê îzbat dike, ku heleqetiya me tevî Yahowa çiqas nêzîk e û em çiqas dixwazin dilê wî şa kin. Îsafa me usa jî dide kifşê ku em merivên ça nin.

4. Em ça dikarin îsafa xwe hîn kin?

4 Lê gelo em ça dikarin îsafa xwe hîn kin? Em gerekê Kitêba Pîroz timê lêkolîn bikin, û çi dixûnin ser bifikirin, û usa jî ji Yahowa alîkariyê bixwazin seva ku em çi pêhesiyan bidine xebatê. Çaxê em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, nêta me ew e, ku Yahowa hê rind nas kin. Em pêdihesin ku ew yekî ça ne, û ew çi hiz dike û çi hiz nake. Çaxê em derheqa Yahowa hê zêde pêdihesin, axiriyê îsafa me wê derbêra têderxe ku Yahowa çi hesab dike rastî û çi nerast. Çiqas zef em îsafa xwe hîn dikin, haqas zef emê usa bifikirin çawa Yahowa.

5. Di vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?

5 Dibeke em pirsê bidine xwe: “Çawa îsafa hînkirî dikare alî me bike, çaxê mera lazim be safîkirina bikin? Em ça dikarin qedirê îsafa xûşk û birên me bigirin? Û ça îsafa me dikare me hêlan ke ku tiştên qenc bikin?” Were em derheqa sê dereca şêwir kin, kîjanada mera lazim e îsafa hînkirî: 1) xweykirina sihet-qewatê, 2) hêsabûn, 3) şixulê meyî dannasînkirinê.

BERBIHÊR BIN

6. Em çi safîkirina dikin derheqa xweykirina sihet-qewata xwe?

6 Kitêba Pîroz mera dibêje ku em xwe xwey kin ji tiştên usa, ku dikarin ziyanê bidine me, û serwaxt bin wê yekêda çi ku mera dibe xeyset, mesele xwarinêda û vexwarinêda (Metelok 23:20; 2 Korintî 7:1). Çaxê em guh didine şîretên ji Kitêba Pîroz, ew alî me dikin ku sihet-qewata xwe xwey kin. Lê rast e em dîsa jî nexweş dikevin û kal-pîr dibin, û lema jî em gerekê bizanibin ku çi cûre safîkirina bikin. Hine welatada, cûrekî qenckirinê heye ku qeyde ye û usa jî ya altêrnatîv heye. Komîtêyên fîlîala timê nemeka distînin ji xûşk û bira, yên ku dipirsin derheqa cûre-cûre qenckirina. Gelek ji wan pirsê usa didin: “Gelo qulixkarê Yahowa dikare evê qenckirinê yan ya din bide xebatê?”

7. Derheqa xûnê kê gerekê safîkirina bike û ça?

7 Îzina komîtêya fîlîalê yan jî rûspiya tune, ku dewsa Mesîhî safîkirina bikin derheqa cûrê qenckirinê, hergê jî ew Mesîhî hîvî dike (Galatî 6:5). Lê rûspî dikare Mesîhîra bêje ku Yahowa çi dibêje, seva alî wî bike ku ew bi bîlanî safîkirinê bike. Mesele, Xwedê temî daye me ku em dûrî xûnê bin (Karên Şandiya 15:29). Ew temî eyan Mesîhî dide femkirinê, ku ew nikare qebûl ke tu cûrê qenckirinên bi xûnê, yan jî bi çar komponêntên xûnêye sereke. Ew temî usa jî dikare ser îsafa Mesîhiya hukum be, çaxê ew safî dike hela fraksiyên biçûk, yên ji çar komponêntên serekeye xûnê, bide xebatê yan na.a (Binihêre spartin.) Kîjan şîreta Kitêba Pîroz dikare alî me bike ku di qenckirinêda safîkirinên bîlan bikin?

8. Çawa kitêba Fîlîpî 4:5 alî me dike ku em bi bîlanî bijartina bikin derheqa xweykirina sihet-qewatê?

8 Metelok 14:15 dibêje: “Kesê hişsivik bi her gotinêva bawer dibe, lê belê yê aqil jî hesabê gava xwe ya davêje dike”. Îro hine nexweşî hene, ku qenckirinên wan eyan nînin. Lema jî em gerekê fesal bin bona wan qenckirina, yan jî dermana, kîjan ku îzbatkirî nîne ew qenc dikin yan na. Pawlos nivîsî: “Bira berbihêriya we hemû merivava eyan be” (Fîlîpî 4:5). Berbihêrî alî me dike, ku em hê zêde dîna xwe bidin ser qulixkirina xwe Yahowara, ne ku ser emir û sihet-qewata xwe. Hergê emirê meda sihet-qewata me ciyê pêşin bigire, wî çaxî em dikarin îda tenê derheqa xwe bifikirin (Fîlîpî 2:4). Em zanin ku di vê dinyayêda em nikarin bi kamilî sihet-qewat bin. Lema jî, bawer be ku emirê teda qulixkirina te Yahowara, ya lape ferz e. (Bixûne Fîlîpî 1:10.)

Mêr û jin hêlan dikin ku dermanekî dîêtê bidine xebatê

Tu zorê meriva dikî wekî mîna te bifikirin? (Binihêre abzasa 9)

9. Ça kitêba Romayî 14:13, 19 dikare hukum be ser safîkirina me derheqa sihet-qewatê, û ça yektiya me dikare bikeve bin xofê?

9 Mesîhiyê berbihêr zorê kesekî nake, ku ew kes usa bike ça ew difikire. Di welatekîda, cotekî zewacê merivên din hêlan dikirin, ku hine derman bidine xebatê û dîêtekê xwey kin. Wana hine bira dane bawerkirinê û evan bira ew derman dane xebatê û dîêta xwey kirin, lê yên din safî kirin ku nekin. Çaxê derman û dîêtayê kar neanîn, ji wana gelek hêrsketin û xeyîdîn. Îzina vî cotê zewacê hebû, ku tenê xwexa bona xwe safî kin, wan dermana bidine xebatê û dîêtê xwey kin. Lê gelo aqilayî bû ku ji bo xweykirina sihet-qewatê yektiya civatê bikine bin xofê? Berê, Romêda hine Mesîhî cûre-cûre difikirîn derheqa hine xwarina û cejina. Pawlos şîret da wan û got: “Yek rojekê ser rojê dinra digire, yek jî hemû roja weke hev digire. Bira her kes femîna xweda bawer be”. Were em miqat bin ku kesekîra nebine kevirê likumandinê. (Bixûne Romayî 14:5, 13, 15, 19, 20.)

Bawer be, wekî xizmetiya Yehowara jîyîna teda ya lape ferz e

10. Çira em gerekê qedirê safîkirinên merivên din bigirin? (Binihêre şikilê ewlin.)

10 Cara em fem nakin ku çira xûşk yan bira, pirseke xweye şexsî wî cûreyî safî kir. Lê em gerekê derbêra wî merivî sûcdar nekin, yan jî zorê nekin ser wî ku ew fikirê xwe biguhêze. Çimkî dibeke ew gerekê hê zêde îsafa xwe hîn ke, yan jî dibeke îsafa wî gelek nazik ke (1 Korintî 8:11, 12). Yan jî dibeke îsafa me ne bi temamî hînkirî ye. Her kes gerekê xwexa safîkirina bike bona sihet-qewata xwe, û xwexa jî cabdar e bona safîkirina xwe.

LEZETÊ BIVÎNE JI HÊSABÛNÊ

11, 12. Kitêba Pîroz ça alî me dike ku em rast bijartina bikin bona hêsabûnê?

11 Yahowa em usa efirandine, ku em dikarin ji hêsabûnê lezetê û karê bistînin. Silêman nivîsî ku “wexta kenînê heye . . . û wexta lîstinê heye” (Waîz 3:4). Lê ne hemû cûre hêsabûn karê yan rihetiyê tînin, yan jî qewatê didine meriva. Em usa jî gerekê wedê xwe zef xerc nekin ser hêsabûnê. Lê îsafa me ça alî me dike ku em şa bin û lezetê bivînin ji hêsabûnê, kîjan ku Yahowa qebûl dike?

Gelo îsafa min alî min dike, çaxê ez tême cêribandinê?

12 Kitêba Pîroz pêşda dibêje, ku em gerekê miqabilî “kirêd binyata însên” bin. Dikeve nava wan kira “bênamûsî, heramî, toltî, pûtparistî, pîresêrtî, neyartî, şer-dew, hevsûdî, hêrsketin, hevrikî, dutîretî, cudetî, çevê xirab, mêrkujî, serxweş, kûçiksantî û çi ku mîna van in”. Pawlos nivîsî ku “yêd van tişta dikin, Padşatiya Xwedê war nabin” (Galatî 5:19-21). Em dikarin pirsê bidine xwe: “Gelo îsafa min alî min dike, ku ez xwe dûr bigirim ji wan sporta kîjanada heye zorbetî, hucetî, û kîjan ku firqiyê dike orta mileta? Îsafa min, min dide sekinandinê, çaxê bal min xwestin pêşda tê, ku binihêrim wan fîlma kîjanada bênamûsî heye, yan jî hêlan dikin ku bênamûsiyê, serxweşbûnê yan sêrbaziyê bikin?”

13. Ça rêzên ji 1 Tîmotêyo 4:8 û Metelok 13:20 alî me dikin bona hêsabûnê û wedederbazkirinê?

13 Prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin, ku îsafa xwe hîn kin bona bijartina hêsabûnê û wedederbazkirinê. Mesele Kitêba Pîroz dibêje ku “hîndariya qalib kêrî hindik tiştî tê” (1 Tîmotêyo 4:8). Gelek merî texmîn dikin ku qewîkirina bedenê bona sihet-qewata wan baş e. Dibek tu jî tiştên fîzîkî dikî yan jî sportêva mijûl dibî, û dixwazî ku tevî komeke meriya evê yekê bikî. Lê ça tu difikirî, firqî heye tevî kê wê yekêva mijûl dibî? Metelok 13:20-da tê gotinê: “Kî ku tevî bîlana rê diçe, wê bibe bîlan, lê karê kê tevî bêaqila ye, wê zirarê keve”, (DT). Dêmek ferz e ku em îsafa xwe ku bi Kitêba Pîroz hînkirî ye, bidine xebatê çaxê safî dikin tevî kê wede derbaz kin yan hêsa bin.

14. Malbetekê ça kitêba Romayî 14:2-4 dane xebatê?

14 Du qîzên Krîstîan û Danyêlayê hene. Krîstîan dibêje: “Wedê qulixkirina tevî malbetê, me têma derheqa hêsabûnê û wedederbazkirinê şêwir kir. Em gişk jî qayîl bûn ku hine cûre wedederbazkirin baş in lê hinek na. Lê wedê hêsabûnê kê dikare bibe hevalê baş? Qîza me mera gilî kir, ku di mektebêda wedê hêsabûnê, hine cahil ku Şedên Yahowa ne, tiştên nerast dikirin. Û ew kete cêribandinê ku ew jî mîna wan bike. Me şêwir kir tevî qîzên xwe û got ku îsafa me her kesî heye, û em gerekê pey îsafê herin, çaxê dijbêrin çi bikin û tevî kê bikin”. (Bixûne Romayî 14:2-4.)

1. Ser civatê, Mesîhiyê cahil caba xwe dide, lê yê mayîn xwera rihet rûniştîye; 2. Mesîhiyê cahil tevhev dibe, çimkî divîne ku Mesîhiyê mayîn tiştên nerast dike

Îsafa te ku bi Kitêba Pîroz hatiye hînkirinê dikare alî te bike ku nekevî telikê (Binihêre abzasa 14)

15. Ça Metta 6:33 alî me dike çaxê em dixwazin hêsa bin?

15 Çiqas wext tu xerc dikî bona hêsabûnê û wedederbazkirinê? Tu civatê, qulixkirinê, û hînbûna Kitêba Pîroz datînî ciyê pêşiyê, yan hêsabûnê? Çi ye bona te hê ferz? Îsa got: “Berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin û bikin ku rastiya wî biqedînin û ew hemûyê wera bêne dayînê” (Metta 6:33). Çaxê tu safî dikî ku wedê xwe ça derbaz kî, îsafa te tîne bîra te ewê şîreta Îsa?

EM HÊLAN DIBIN DANNASÎN KIN

16. Îsafa me ça me hêlan dike ku dannasîn kin?

16 Îsafa hînkirî ne ku tenê me xwey dike ku tiştên xirab ne kin, lê ew usa jî me hêlan dike ku em tiştên baş bikin. Yek ji wan tiştên baş ew e çaxê em mal bi mal dannasîn dikin û wanra kê jî rastî me tê. Pawlos jî usa dikir. Ewî nivîsî: “Ev deynê stûyê min e. Wey li min heger ez Mizgîniyê dannasîn nekim!” (1 Korintî 9:16). Hergê em pey mesela Pawlos herin, îsafa me wê baş be, û emê bikaribin tiştên rast bikin. Û hin jî çaxê em meriyara mizgîniya xêrê dannasîn dikin, em îsafa wan hişyar dikin. Pawlos got: “Lê serda em rastiyê eyan dikin û bi vî awayî xwe diyarî îsafa meriva dikin li ber Xwedê” (2 Korintî 4:2).

17. Xûşkeke cahil ça guh da îsafa xweye bi Kitêba Pîroz hînkirî?

17 Çaxê Jaklîn 16 salî bû, ew mektebêda bîologîayê hîn dibû. Şagirt hin jî têoriya êvalûsîa hîn dibûn. Ew gilî dike: “Çaxê dersxanêda derheqa êvalûsîayê şêwir dikirin, îsafa min îzin nedida min ku tevî şêwirkirinê bim ça hergav tev dibûm. Çimkî min nikaribû piştgiriya têoriya êvalûsîayê bikira. Ez nêzîkî dersdar bûm û min jêra şirovekir derheqa baweriya xwe. Ez gelek ecêbmayî mam ewî ça rind guh da min û gote min ku ez ber hemû şagirta şirovekim derheqa efrandinê”. Jaklîn şa bû seva vê yekê ku guh da îsafa xwe, kîjan ku bi Kitêba Pîroz hînkirî bû. Lê îsafa te jî te hêlan dike ku vê yekê bikî çi ku rast e?

18. Çira em gerekê bixebitin ku îsafa me baş be û rast be?

18 Nêta me ev e ku bijîn pê prînsîpên Yahowa. Û îsafa me alî me dike ku bigihîjne vê nêta xwe. Çaxê em hergav Xebera Xwedê lêkolîn dikin û ser difikirin û çi ku em hîn dibin didine xebatê, bi vê yekê em îsafa xwe hîn dikin. Paşê ev pêşkêşa baş, dêmek îsafa me wê rêberê rast be, di jîyîna meye Mesîhîtîda.

a Binihêre “Pirsên Xwendevana” di “Birca Qerewiliyê” ya 15 Hezîranê, sala 2004, rûpêla 29-31.

GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ

  • Îsaf: Ew hest e nav meda, kîjan ku têderdixe rastî û nerastiyê. Ew alî me dike, rêberiyê dide me, ku tiştên baş bikin û me dide sekinandinê çaxê em dixwazin xirabiyê bikin. Çaxê em îsafa xwe hîn dikin û guh didinê, hizkirin û baweriya me hindava Yahowa zêde dibe

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin