KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 178
  • Yûhennayê Nixumdar Kî Bû?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Yûhennayê Nixumdar Kî Bû?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Yûhennayê Nixumdar ji pêxemberên din çida cude dibû?
  • Dê-bavê Yûhennayê Nixumdar kî bûn?
  • Çi cûreyî Yûhennayê Nixumdar mir?
  • Yûhennayê Nixumdar Îsara dikete lecê?
  • Yûhennayê Nixumdar: Mesela ku Alî Me Dike Şabûna Xwe Xwey kin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Yûhenna Rê Hazir Dike
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 178
Yûhennayê Nixumdar mêrekî çêmda dinixumîne.

Yûhennayê Nixumdar Kî Bû?

Caba Kitêba Pîroz

Yûhennayê Nixumdar pêxemberê Xwedê bû (Lûqa 1:76). Ew hate bûyînê nêzîkî xilaziya qirna yekê B.D.M. û qirna yekêda D.M.-da dijît. Xwedê temî da wî, wekî rê hazir ke bona Mesîh. Yûhenna ev temî anî sêrî û Îbraniyara mizgîniya Xwedê gilî dikir, seva ku wana paşda vegerîne cem Xwedê (Marqos 1:1-4; Lûqa 1:13, 16, 17).

Elametiya Yûhenna alî gelek merivên dilsax kiriye, wekî Îsayê ji Nisretê ça Mesîhê sozdayî qebûl kin (Metta 11:10). Yûhenna guhdarvanên xwe hêlan dikir, wekî gunên xwe bînin rûyê xwe û bêne nixumandinê, çi ku wê nîşan kira wekî ewana bi rastî tobe kirine (Lûqa 3:3-6). Yûhenna hate navkirinê Nixumdar, çimkî ewî gelek meriv nixumandin. Nixumandina here ferz, kîjan ku Yûhenna anî sêrî, nixumandina Îsa bûa (Marqos 1:9).

Vê gotarêda

  • Yûhennayê Nixumdar ji pêxemberên din çida cude dibû?

  • Dê-bavê Yûhennayê Nixumdar kî bûn?

  • Çi cûreyî Yûhennayê Nixumdar mir?

  • Yûhennayê Nixumdar Îsara dikete lecê?

  • Kitêba Pîrozda derheqa çiqas merivên bi navê Yûhenna tê gotinê?

Yûhennayê Nixumdar ji pêxemberên din çida cude dibû?

Derheqa şixulê wî hatibû pêxembertîkirinê: Yûhenna bi şixulê belakirina mizgîniyê, pêxembertiya derheqa qasidê Yehowa anî sêrî (Malaxî 3:1; Metta 3:1-3). Yûhenna “cimetekê bona Xudan” hazir kir. Dêmek ewî rê bona Cihûya vekir, seva ku ewana mizgîniya wekîlê Yehowayî sereke, Îsa Mesîh, qebûl kin (Lûqa 1:17).

Şixulê Yûhenna çi axirî anî: Îsa got, wekî “tu kes ji Yûhennayê nixumdar mestir nebûye. Lê Padşatiya Ezmanada yê herî biçûk ji wî mestir e” (Metta 11:11). Yûhenna ne ku tenê pêxember bû, lê usa jî “qasidê” sozdayî, lema jî ji pêxemberên Xwedêyî pêşiya wî, tu kes nikaribû ji wî “mestir” bihata hesabê. Ji giliyê Îsa tê kifşê, wekî Yûhenna wê Padşatiya Xwedêda serwêrtiyê neke.b Ew pêxemberê amin mir pêşiya ku Îsa rê vekira bona jîyîna li ezmên (Îbranî 10:19, 20). Lê Yûhenna wê bibe bineliyê Padşatiya Xwedê, û wê mecala wî hebe ku Cinetêda ser erdê heta-hetayê bijî (Zebûr 37:29; Lûqa 23:43).

Dê-bavê Yûhennayê Nixumdar kî bûn?

Dê-bavê Yûhenna Zekerya û Êlîzabêt bûn. Zekerya kahînê Cihû bû. Yûhenna bi keremetî hate bûyînê, çimkî diya wî, Êlîzabêtê zar nedanîn. Xêncî wê yekê ew û Zekeriya îda emirda mezin bûn (Lûqa 1:5-7, 13).

Çi cûreyî Yûhennayê Nixumdar mir?

Hêrodes Antîpas Padşa emir kir, wekî serê Yûhenna jêkin. Hêrodes kete ber bayê jina xwe Hêrodiyayê, lema jî ev yek kir. Ewê Yûhenna nefret dikir, çimkî ewî digote Hêrodes, kîjan ku nîvîda Cihû bû, wekî zewaca wî tevî Hêrodiyayê ne li gora qanûna Cihûya bû (Metta 14:1-12; Marqos 6:16-19).

Yûhennayê Nixumdar Îsara dikete lecê?

Kitêba Pîrozda tu ciya nayê gotinê, wekî Yûhenna Îsara dikete lecê (Yûhenna 3:25-30). Lê dewsê Yûhenna eşkere digot ku nêta wî ew e, wekî rê hazir ke bona Mesîh, ne ku wîra bikeve lecê. Yûhenna derheqa Îsa usa got: “Ez hatime bi avê dinixumînim, wekî wî Îsraêlêva bidime eyankirinê”. Paşê ewî zêde kir: “Ev e Kurê Xwedê” (Yûhenna 1:26-34). Yûhenna gelek şa dibû ku xizmetkirina Îsa pêşda diçû.

a Îsa qe “gune nekir” (1 Petrûs 2:21, 22). Ew hate nixumandinê ne seva wê yekê ku gunê xwe tobe kira, lê seva ku qirara Bavê xwe bianiya sêrî. Qirara Xwedê usa jî ew bû, wekî Îsa gerekê emirê xwe bona me qurban kira (Îbranî 10:7-10).

b Binihêre gotar “Kê Diçe Ser Ezmana?”

Kitêba Pîrozda derheqa çiqas merivên bi navê Yûhenna tê gotinê?

Kitêba Pîrozda derheqa pênc merivên bi navê Yûhenna tê gotinê.

  1. 1. Yûhennayê Nixumdar, kurê Zekerya û Êlîzabêtê (Marqos 1:4; Lûqa 1:57-60).

  2. 2. Yûhenna bavê Petrûsê şandî (Yûhenna 1:42).

  3. 3. Yûhennayê şandî, kurê Zebedî (Metta 10:2). Ewî şandiyî mizgîniya ji Yûhenna nivîsiye û sê neme, dêmek Yûhennaye Pêşin, Yûhennaye Duda û Yûhennaye Sisiya û usa jî kitêba Eyantî.

  4. 4. Yûhennayê ku nav dikirin Marqos, kîjan ku kitêba “Mizgîniya li gora Marqos” nivîsiye (Karên Şandiya 12:12).

  5. 5. Yek ji rêberên Cihûya, dibeke pismamê Henan serekkahîn bû (Karên Şandiya 4:6).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin