KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwhf gotar 37
  • Vexwarina Îçkêye bi Zêdeyî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Vexwarina Îçkêye bi Zêdeyî
  • Alîkarî Bona Malbetê
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Vexwarina îçkêye bi zêdeyî xirab ser zewacê hukum dike
  • Tu îçkêva girêdayî yî?
  • Haj sistbûna xwe hebe
  • Tu çi dikarî bikî
  • Dê-Bav Ça Dikarin Derheqa Îçkê Tevî Zara Xeber din?
    Alîkarî Bona Malbetê
  • Nihêrandina Mesîhiya ser Îçkê Gerekê Çi Cûreyî be?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Nebine Dîlê Îçkê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike—2010
  • Tu Ça Dikarî Îçkevexwarinêda Xwe Kontrol kî?
    Têmên Din
Hê Zêde Binihêre
Alîkarî Bona Malbetê
ijwhf gotar 37
Du gustîlên zewacê û cûre-cûre botlên îçkê ser sifrê.

ALÎKARÎ BONA MALBETÊ | ZEWAC

Vexwarina Îçkêye bi Zêdeyî

Hevalzewaca te qe carekî tera gotiye, wekî ew ber xwe dikeve derheqa vê yekê, ku tu çiqas vedixwî? Hergê belê, hine tişt hene ku tu gerekê hildî hesab.

Vê gotarêda

  • Vexwarina îçkêye bi zêdeyî xirab ser zewacê hukum dike

  • Tu îçkêva girêdayî yî?

  • Haj sistbûna xwe hebe

  • Tu çi dikarî bikî

Vexwarina îçkêye bi zêdeyî xirab ser zewacê hukum dike

Vexwarina îçkêye bi zêdeyî cûre-cûre problêmên sihet-qewatêva girêdayî pêşda tîne. Mesele, nexweşiyên dil, sîroza cegerê û kanser. Lê vexwarina zêde ne tenê problêmên sihet-qewatêva girêdayî pêşda tîne. Ew usa jî dikare zewacêda problêma pêşda bîne. Mesele, zordarî, problêmên perava girêdayî, nemamî, û hevqetandin.

Kitêba Pîroz dibêje ku vexwarina îçkêye bi zêdeyî, “mîna mera paşê digeze û mîna tîremer ew lê dide” (Metelok 23:32). Çawa dikarî têderxî, hela tu îçkêva girêdayî yî yan na?

Tu îçkêva girêdayî yî?

Pirsên ku jêrê têne dayînê, wê alî te bikin têderxî hela tu îçkêva girêdayî yî, yan na:

  • Tera çetin dibe kontrol kî, ku çiqas vedixwî?

  • Tu timê difikirî derheqa vê yekê, ku kengê dîsa vexwî?

  • Hergê zewaca teda ji bo vexwarina îçkê problêm pêşda tên, tu dîsa jî vedixwî?

  • Gava tu safî dikî kêm vexwî, ji bo vê yekê tu xwe xirab texmîn dikî?

  • Vexwarina îçkê bona te û hevalzewaca te, dibe meniya hevnefemkirinê?

  • Himberî wedê berê, tu niha hê zêde îçkê vedixwî?

  • Tu malda yan ciyê xebatêda dizîkava îçkê vedixwî?

Hergê caba te ser yek ji wan pirsa “belê” ye, dibeke tu îda îçkêva hatî girêdanê. Dibeke nexweşiya usa cem te pêşda hat, ya ku ça alkoholîzm eyan e.

Haj sistbûna xwe hebe

Gelo hevalzewaca te ber xwe dikeve ji bo vê yekê ku tu çiqas vedixwî? Hergê erê, tu dibeke vê yekê hesab nekî ça problêmeke mezin, yan jî destpêkî xwe rast derxî. Tu dikarî vê yekêda yên din jî neheq kî, hela hê hevalzewacê xwe jî, û giliyên usa bêjî:

  • “Hergê tu hindava minda diha baş bûyayî, minê venexwara”.

  • “Hergê xebata te jî usa giran bûya mîna ya min, teyê jî vexwara”.

  • “Ez zef meriva nas dikim, yên ku ji min zêdetir vedixwin”.

Hergê vî cûreyî xwe rast derdixî, dêmek vexwarinê îçkêye bi zêdeyî seva te, ji bextewariya zewaca te ferztir e. Lê çi gerekê hê ferz be?

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Lê yê zewicî” xem dike “ku çawa bike li jina xwe xweş bê” (1 Korintî 7:33).

Şikil: Du şikilên cûre-cûre, ku çawa mêr hindava jina xweda xwe dide kifşê, ya ku bona îçkevexwarina wî ber xwe dikeve. 1. Mêr pişt dîwara bilind rûniştiye û botla bîrêye vala girtiye destê xwe. Dîsa du botl ser erdê ne. Jin jî aliyê dîwarêye din sekiniye, xemgîn e û nikare wî bivîne. 2. Mêr ji pencerê, jina xwe dinihêre û guh dide xemgîniya wê.

Dewsa ku dîwar orta hevda daynin û hev nevînin, wê baş be ava gotî orta hevda pencere daynin, ku bikaribin xemgîniya hevalzewacê xwe zelal bivînin

Tu çi dikarî bikî

  • Dîna xwe bide xemên hevalzewaca xwe. Hergê jî hevalzewaca te gelek ber xwe dikeve derheqa vê yekê, tu dikarî hine guhastina nav xweda bikî. Hergê tu nikarî guhastina bikî û berdewam dikî vexwî hingê jî gava hevalzewaca te ber xwe dikeve, ev yek dikare nîşana problêmeke mezin be.

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Nebe ku yek kara xwe bigere, lê ya hevalê xwe” (1 Korintî 10:24).

  • Hê zêde pêbihese. Seva ku şerda serkeve, esker gerekê rind mêtodên dijminê xwe bizanibe. Anegorî vê yekê seva ku hê zêde derheqa dijminê xwe bizanibî, tu gerekê hê zêde derheqa alkoholîzmê pêbihesî û vê yekê, ku çawa meriv wêva têne girêdanê. Tu usa jî gerekê pêbihesî, ku çi dikare alî te bike ji vê biqetî, û dîsa nekevî vê telikê.

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Hevza xwe ji dilhavijiyên bedenê bikin, ku miqabilî ruhê we şer dikin” (1 Petrûs 2:11).

  • Alîkariyê bixwaze. Hine mêtodên qenckirinê hene, yên ku alîkariyê didin, wekî terka vexwarina îçkê bidin. Dikevine nava vê yekê programên qenckirinê û nexweşxanên mexsûs. Tu usa jî dikarî ji hevalê xweyî cêribandî bixwazî, wekî alî te bike fem bikî, ku çi meniyên din dîsa hene, ji bo çi jî tu îçkêva têyî girêdanê. Him jî tu dikarî alîkariyê ji wî hingê bixwazî, gava te dîsa berbi îçkevexwarinê dikişîne.

    Mêr rûniştiye û tevî doxdir xeber dide.

    Bifikire ku dibeke tera alîkariya doxdira lazim e

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17).

Vexwarina îçkêye bi zêdeyî problêmeke mezin e, kîjan ku tenê bi xwendina gotarê wê neyê safîkirinê. Û nejî tu dikarî wê alt kî, hergê tenê bêjî “Ezê hindik vexwim”. Çi jî hebe tu gerekê fem bikî, wekî ev yek ku çawa tu vê problêmê safî dikî, ne ku tenê ser sihet-qewata te hukum dike, lê usa jî ser zewaca te.

Hê zêde pêbihese: Van gotara bixûnin û pêbihesin, ku çawa merivên din karibûn terka îçkê bidin.

“Îda Yekî Sert Nînim”

“Ez Îda ji Xwe Şerm Nakim”

“Min Kûçada Dijît”

Usa jî binihêre vîdêo “Ez ji Jîyîna Xwe Vestiyam”

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin