KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwyp serê 102
  • Gelo Lazim e Ez Mektebê Bihêlim?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Lazim e Ez Mektebê Bihêlim?
  • Pirsên Cahila
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Çira hine cahil dixwazin mektebê bihêlin
  • Axiriya safîkirina te
  • Safîkirina rast
  • Çi Bikim Hergê Ez ji Mektebê Westiyame?
    Pirsên Cahila
Pirsên Cahila
ijwyp serê 102
Xortê cahil medekirî ji mektebê û hevaldersxanên xwe diçe.

PIRSÊN CAHILA

Gelo Lazim e Ez Mektebê Bihêlim?

“Ez mektebê nefret dikim”. Dibeke tu jî usa difikirî û dixwazî ji mektebê derêyî. Vê gotarêda hine şîretên baş hatine dayînê ku vê derecêda çi bikî.

  • Çira hine cahil dixwazin mektebê bihêlin

  • Axiriya safîkirina te

  • Safîkirina rast

  • Hine cahil çi dibêjin

Çira hine cahil dixwazin mektebê bihêlin

Vira çend menî hatine dayînê ku çira hine cahil dixwazin mektebê bihêlin:

  • Çetinayên hînbûnêva girêdayî: “Nîşanên dersên min diha xirab dibin”.

  • Bêtalaşî: “Yeke kara hînbûnê tune”.

  • Çetinayên matêrîalî: “Ez gerekê bixebitim wekî alî malbetê bikim”.

Axiriya safîkirina te

Kitêba Pîroz dibêje: “Yê aqil dîna xwe dide gavêd xwe” (Metelok 14:15). Em çi dikarin ji vê yekê hîn bin? Hergê tu dixwazî mektebê bihêlî, wê baş be bifikirî ku ev yek wê çi axirî pey xwe bîne.

Xwe bipirse:

  • “Hergê ez mektebê bihêlim, axiriyêda ezê bikaribim hêsa xebateke baş xwera bivînim?”

    “Bifikire, ku rojekê tuyê bixwazî xebatê xwera bivînî, ku ebûra malbeta xwe bikî. Gelek mezinê xebatê dixwazin ku cem wan merivên xwendî bixebitin. Lê tuyê ça bikaribî xebatê bivînî hergê xwendina te tune be?” (Cûlya).

  • “Hergê ez mektebê bihêlim, gelo axiriyêda ezê bikaribim hêsa çetinaya safî kim?”

    “Mekteb te bona jîyîna axiriyê hazir dike. Axiriyêda, heleqetiya te tevî meriva, cêribandinên te û xebata ku tu bikî, wê mîna derecên mektebê bin” (Daniyêl).

  • “Hergê ez mektebê bihêlim, axiriyêda feresetên mine usa wê hebin, kîjan ku wê minra lazim bin”?

    “Dibe ku tera hînbûna mektebêda bêkêr tê kifşê, lê çaxê tu 23 salî bî û gerekê pera rast xerc kî, wî çaxî tuyê şa bî ku mektebêda matêmatîkayê rind hîn dibûyî” (Anna).

Safîkirina rast

  • Alîkariyê bixwaze. Kitêba Pîroz dibêje: “Bi k’oma şêwirkira” meriv pêşda diçe (Metelok 11:14). Hergê nîşanên te nimiz dibin, ji dê-bavê xwe, dersdar yan jî merivekî din, alîkariyê bixwaze ku diha rind hîn bî.

    “Hergê hînbûn tera çetin e, wê baş be tevî dersdarê xwe xeber dî. Carna dibe ku tu difikirî, wekî çetinayên teda dersdar e neheq. Lê tê bikaribî derecê rast kî, hergê dersdarra xeber dî” (Êdward).

  • Derecê bi temamî bide ber çevê xwe. Kitêba Pîroz dibêje: “Dawiya tiştekî ji destpêka wê qenctir e” (Waîz 7:8). Çaxê tu mektebê xilaz kî, wê xeyset-hunur û feresetên teye usa hebin, kîjan ku jîyîna teda wê kêrî te bên.

    “Paşî mektebê dibe ku ders û êkzamînên te îda tune bin, lê ev yek ku te mektebêda ew çetinayî derbaz dikir, wê alî te bike ku jîyîna xweda hêsa ber çetinaya teyax kî û nekevî strêsê” (Vêra).

    Xortê cahil wede zûtir ji qeykê dertê. Dersdar û heval dixwazin wî bidine sekinandinê.

    Hîştina mektebê mîna wê yekê ye, ku tu wede zûtir ji qeykê derêyî, lê wê diha baş be qeykêda bimînî!

  • Safîkirinên xwe enene ke. Kitêba Pîroz dibêje: “Her kesê lez k’etî e’se zirarê tîne” (Metelok 21:5). Lez nekeve û nefikire, wekî mecaleke teye din tune û gerekê mektebê bihêlî. Tu dikarî bi onlaynê yan jî malda tevî dersdar, hînbûna xwe berdewam kî.

    “Mekteb te hîn dike xebathiz bî, problêma safî kî, û şixulkariyê tevî meriva bikî. Kara hînbûnê wê badîheva nîbe. Lema jî hêja ye mektebê nehêlî” (Bênjamîn).

Fikira sereke: Mektebê xilaz ke, çimkî usa tuyê diha rind hazir bî, ku axiriyêda cabdariya hildî ser xwe.

Hine cahil çi dibêjin

Annabêl.

“Çaxê tu erzê bona xebatê tije kî, mezinê xebatê wê hingê bixwazê te qebûl ke, hergê te mekteb xilaz kiriye. Hînbûna te wê mezinê xebatêra bide kifşê, wekî çaxê tu şixul destpêdikî, tê bikaribî heta xilaziyê bînî sêrî. Lê hîştina mektebê safîkirineke nebîlanî ye” (Annabêl).

Koêl.

“Usa dikare bê kifşê ku diha hêsa ye mektebê bihêlî. Lê tera timê wê lazim be ber çetinayên emir teyax kî, lema jî tu gerekê hîn bî çetinaya safî kî. Mekteb te hazir dike, wekî bona emir gihîştî bî” (Koêl).

Brîn.

“Emirê mezinda dibeke tera lazim nîbe ku ça pirsên matêmatîkayê safî kî. Lê gerekê bizanibî ça wedê xwe rast xerc kî, şixulê xwe wededa bînî sêrî û hela hê şebeqê zû hişyar bî jî. Tê wan hunura bi saya mektebê destxî” (Brîn).

Wekilandin: Gelo lazim e ez mektebê bihêlim?

  • Axiriya safîkirina te. Bifikire ku çawa hîştina mektebê wê axiriyê ser xebat, pêşe û feresetên teye ku ber çetinaya teyax kî, hukum be.

  • Alîkariyê bixwaze. Hergê nîşanên te nimiz dibin, ji dê-bavê xwe, dersdar yan jî merivekî din, alîkariyê bixwaze ku diha rind hîn bî.

  • Derecê bi temamî bide ber çevê xwe. Mektebêda tu ne ku tenê zanebûnê distînî, lê hê zêde tişt hîn dibî. Mekteb te hîn dike lêkolîna bikî, wededa xebata xwe xilaz kî û cabdariyê xwe bînî sêrî.

  • Safîkirinên xwe enene ke. Hergê ji bo hine dereca tu mecbûr î mektebê bihêlî, bifikire ku bi onlaynê yan jî malda tevî dersdar, hînbûna xwe berdewam kî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin