Gelo Dinê Nêzîkî Xilaziyê Dibe? Çi ye Apokalîpsîs?
Çi tê hişê te çaxê tu xebera “apokalîpsîs” dibihêyî? Dibe ku tu difikirî derheqa wêranbûna temamiya dinyayê. Hine meriva tirê dinya wê zûtirekê wêran be, îlahî çaxê ewana deng-besên vî cûreyî dixûnin, mesele:
“Usa tê kifşê wekî şerê bi atomê wê destpêbe. Dibe ku meriv bi hemdê xwe, nişkêva yan jî ji bo nefemkirinê destpêkin”.—Bulletin of the Atomic Scientists.
“Wan deh salên paşinda hejmara teşqelên tebiyetê gelek zêde bûye, mesele firtonên mezin radibin, mêşe dişewitin, erd hişk dibe, şînkayên binê berê rengê xwe unda dikin, germaya hewê zef bilind dibe û usa jî lêyî radibin”.—National Geographic.
“Afrîkayêda wan salên paşinda hucumkirina kuliyaye usa mezin tu car tune bûye”.—The Associated Press.
Gelo dinya wedê apokalîpsîsê wê bê kutakirinê? Kitêba Pîroz çi dibêje?
Gelo dinya wê kuta be?
Na. Xebera Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz me dide bawerkirinê, wekî erd wê tu car kuta nebe (Waîz 1:4). Xwedê wê erdê, dêmek çêkirina destê xwe kuta neke, lê dewsê ew wê qira wan bîne, “yên ku dinê xirab dikin” (Eyantî 11:18).
Gelo dinya nêzîkî xilaziyê dibe?
Li gora Kitêba Pîroz xebera “dinê”, kîjan ku nêzîkî xilaziyê dibe, tê hesabê ew hemû meriv, yên ku rêberiya Xwedê înkar dikin û xweserîxwe dijîn. Lê Xwedê wê “nepaka” kuta ke, çawa ku ewî wedê Nuhda kiribû (2 Petrûs 2:5; 3:7).
1 Yûhenna 2:17-da tê gotinê, wekî “dinyayê jî derbaz be, havijiya wê jî”. Ev rêz dide kifşê, wekî Xwedê wê ne ku erdê kuta ke, lê wan meriya, yên ku ji bo xwehiziyê dikevine heyra havijiyên xwe.
Xilazî wê kengê bê?
Kitêba Pîroz konkrêt nabêje, ku xilazî wê kengê bê (Metta 24:36). Lê ew dide kifşê, wekî xilazî ber şêmîkê ye. Dîna xwe bidinê, ku Kitêba Pîroz çi pêxembertî kiriye:
Şer, xelayî-celayê, nexweşiyên hal û erdhejên mezin “cî-ciya” wê biqewimin (Metta 24:3, 7, 14; Lûqa 21:10, 11; Eyantî 6:1-8).
Bi temamî meriv wê xwehiziyê bidine kifşê. Mesele, wê bibine “perehiz”, “bêşêkir”, û “temsist” (2 Tîmotêyo 3:1-5).
Gelek meriv qayîl dibin, wekî ji sala 1914 halê dinyayê gelek xirab bûye, çi ku îzbat dike, ku pêxembertî têne sêrî û xilazî nêzîk e. Bona hê zêde elametî binihêrin gotar, “Xronolojiya Kitêba Pîroz Çi Eyan Dike Derheqa Sala 1914?”, û “Gelo Çi ye ‘Nîşana Rojên Axiriyê’?”
Li gora Kitêba Pîroz “apokalîpsîs” çi tê hesabê?
Xebera Yûnaniye orîjînal, kîjan ku Kitêba Pîrozda hatiye welgerandinê ça “apokalîpsîs”, tê hesabê “eyankirin”, yan “eşkerekirin”. Gelek car evê xeberê hingê didine xebatê, gava şirovedikin derheqa eşkerekirina tiştekî veşartî. Kitêba Pîrozda usa jî tê gotinê derheqa xuyabûna [yan jî, apokalîpsîsa] “Xudan Îsa”, kîjan ku wê hingê bibe, çaxê Îsa eyan be ça yê xweyîhukum, yê ku wê erdê ji zulmiyê aza ke û xizmetkarên Xwedê xelat ke (2 Têsalonîkî 1:6, 7; 1 Petrûs 1:7, 13).
Kitêba paşine Kitêba Pîroz tê navkirinê Apokalîpsîs, yan Eyantî, çimkî ew qewimandinên axiriyê eyan dike (Eyantî 1:1). Ev kitêb mizgîniyê dide derheqa hêviya baş (Eyantî 1:3). Ew dide kifşê, wekî Xwedê wê neheqiyê bide hildanê û erdê bike cinet. Li ser erdê wê êş-êşûk, kul-derd û hela hê mirin jî îda tune be (Eyantî 21:3, 4).
Hûn dixwazin hê zêde ji Kitêba Pîroz derheqa wan sozên xweş pêbihesin? Şedên Yehowa tevî meriya hînbûna Kitêba Pîroze bêpere derbaz dikin û vê yekêda dikarin alî we jî bikin. Hûn dikarin îroda tevî wan têklî bin