Jîyîna Me wê Dîsa Mîna ya Pêşiya Pandêmiyayê be? Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Me Bike, ku Vegerin Jîyîna Xweye Berê?
“Em hemûşk jî dixwazin vegerin jîyîna xweye berê”.—Angêla Mêrkêl, Serekwekîla Almanyayê.
Dibeke tu qayîl î tevî giliyê vê kulfetê, çimkî pandêmiya COVID-19 berdewam dike nav temamiya dinyayêda ser jîyîna meriva hukum ke. Lê çi tê hesabê jîyîna “berê”? Meriv çi dixwazin bikin?
Vegerandina jîyîna berê. Hine meriv dixwazin dîsa wedê xwe tevî heval û pismamên xwe derbaz kin, hev hemêz kin, destê xwe bikine destê hev û rêwîtiyê bikin. Êntonî Faûçîa dibêje, wekî “bona hine meriya jîyîna berê”, tê hesabê herine “rêstorana, têatra û ciyên din”.
Başkirina jîyînê. Bona hine meriva wedê niha mecala lape rind e, ku jîyîna xwe ji ya berê diha baştir kin. Wana tirê ku dinyayêda hene tiştên usa, ku gerekê bêne guhastinê, mesele xebata usa, ku gelek wede û qewat ji me distînin, usa jî neheqiya ji bo milet û statûsa merivaye sosyalî, û tiştên ku ser psîxîka meriva hukum dibin. Klaûs Şvab, hîmdarê Forûma Aboriyêye Hemdinyayê usa dibêje: “Pandêmiya mecaleke mexsûs dide me, seva ku bifikirin derheqa jîyîna xwe û axiriya xwe, û paşê dinyayê biguhêzin”.
Hene meriv difikirin, ku îda wê nikaribin vegerin “jîyîna xweye berê”, çimkî pandêmiyayê gelek problêm pêşda aniye. Mesele, geleka xebata xwe, mala xwe, sihet-qewata xwe û hela hê jî merivên xweyî hizkirî unda kirine.
Hemikî tu kes ji me nikare sed selefî bêje, ku çaxê pandêmiya xilaz be, jîyîn wê çi cûreyî be (Waîz 9:11). Çi jî hebe, Kitêba Pîroz dikare alî me bike, wekî bi rêalî ser axiriyê binihêrin û hazir bin bona wê yekê, çi ku wê paşê bibe. Kitêba Pîroz usa jî gilî dike derheqa axiriya usa xweş, ku em ne jî dikarin bidine ber çevê xwe.
Nihêrandina rast ser pandêmiya COVID-19
Gelek wext pêşda Kitêba Pîrozda hatiye pêxembertîkirinê, ku “axiriya vê dinyayê”, nexweşiyên hal wê bela bin (Lûqa 21:11; Metta 24:3). Hergê em evê yekê hildin hesab çaxê difikirin derheqa COVID-19, emê fem bikin wekî ew pandêmiya, mîna qewimandinên din ça şer, erdhejên mezin û xelayî îzbatkirina pêxembertiya Kitêba Pîroz in, ku îro têne sêrî.
Zanebûna vê yekê ça dikare alîkariyê bide: Dibe ku dereca pandêmiyayêva girêdayî, baş be. Lê Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî em “rojên axiriyêda zemanên” xirabda dijîn (2 Tîmotêyo 3:1). Zanebûna vê yekê alî me dike bi rêalî binihêrin ser jîyînê.
Kitêba Pîroz alî me dike, wekî nihêrandina rast xwey kin. Dinya me ku bi çetinaya tije ye, zûtirekê wê bê guhastinê. Gelo ev çi guhastin in?
Axiriya ku em nikarin bidine ber çevê xwe
Kitêba Pîrozda ne ku tenê hatiye pêxembertîkirinê derheqa problêmên ku îro rastî me tên, lê usa jî axiriya baş soz dide, çi ku îda ber şêmîkê ye. Serwêrtiya meriva nikare bigihîje axiriya usa baş, çimkî tenê Xwedê dikare evê yekê bike. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Ewê ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştên berê derbaz bûn” (Eyantî 21:4).
Yehowab Xwedê mera soz dide: “Va ez her tiştî nû çêdikim” (Eyantî 21:5). Ew wê hemû problêmên dinyayê bide hildanê, usa jî çetinayên ku ji bo pandêmiyayê pêşda hatine. Xwedê wê van kerema bide me:
Sihet-qewata hemûya aliyê fîzîkî û psîxîkîda pir baş be, usa jî wê nexweşî û mirin tune be (Îşaya 25:8; 33:24).
Xebat wê lezetê bîne û tu kes wê ji bo xebata giran neçerçire û qidûm nekeve (Îşaya 65:22, 23).
Cem meriva wê kêmasiya tu tiştî tune be, ne jî wê kesîbî û birçîbûn hebe (Zebûr 72:12, 13; 145:16).
Her kes wê ji êşa êmosiyalî aza be. Xwedê usa jî wê merivên meyî nêzîk, paşda vegerîne jîyînê (Îşaya 65:17; Karên Şandiya 24:15).
Zanebûna vê yekê ça dikare alîkariyê bide: Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Ev hêviya me wek lengerê” ye (Îbranî 6:19). Hêviya vî cûreyî me dişidîne. Ew alî me dike ku derecên çetinda teyax kin, kêm xemgîn bin û şabûna xwe jî unda nekin.
Lê em dikarin îtbariya xwe Kitêba Pîroz bînin? Binihêre gotar, “Kitêba Pîroz; Kaniya Rastiyê ye”.
Prînsîpên Kitêba Pîroz ku paşî pandêmiyayê wê alî me bikin
Jîyîna xwe qîmet kin
Rêz: “Qîmeta zanebûnê û bîlaniyê wê yekêda ne, ku ew jîyîna wan xweyî dike, kî ku ew qazanc dike” (Waîz 7:12, DT).
Ev çi tê hesabê: Safîkirinên bîlanî bike, ku nexweş nekevî. Qeydên bona sihet-qewatê û bêxofiyê hilde hesab. Pêbihese ku mihala teda aliyê pandêmiyayêda hal ça ne, çiqas meriva vaksîna kirine û çi dikarî bikî ku xwe xwey kî.
Fesal be
Rêz: “Yê serwaxt ditirse û ji xirabîyê dûr dikeve, lê yê axmax diqilqile û culet dibe” (Metelok 14:16, ÎM).
Ev çi tê hesabê: Berdewam ke wan tişta bike, çi ku wê sihet-qewata te biparêzin. Li gora giliyê êkspêrta, nexweşiya koronavîrûsê wê dîsa dirêj bikişîne.
Înformasiya bi îtbar bide xebatê
Rêz: “Merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike, lê yê aqil dîna xwe dide gavêd xwe” (Metelok 14:15, ÎM).
Ev çi tê hesabê: Rind bifikire derheqa vê yekê, hela tu kîjan înformasiyayê hildî hesab. Hergê tu bidî xebatê înformasiya ji kaniya bêîtbar, tuyê ziyanê bidî sihet-qewata xwe.
Bi pozîtîv bifikire
Rêz: “Nepirse: ‘Çima rojên berê ji yên niha çêtir bûn?’ Çimkî ev pirs ne bi şehrezayî ye” (Waîz 7:10, ÎM).
Ev çi tê hesabê: Hînî dereca xweye niha be. Kêm bifikire derheqa wê yekê, ku pêşiya pandêmiyayê jîyîna te çi cûreyî bû û berxwenekeve bona wan mecala, kîjan ku te ji bo pandêmiyayê unda kir.
Qedir hindava merivên din bide kifşê.
Rêz: “Qedirê hemûya bigirin” (1 Petrûs 2:17).
Ev çi tê hesabê: Rêaksiya meriya ser pandêmiyayê û ser axiriya ku ew pey xwe tîne, ji hev cude dibin. Qedirê safîkirina meriva bigire, lê nehêle wekî ser safîkirina teye baş hukum kin. Merîfet be hindava merivên ku vaksîna nekirine, îlahî hindava yên emirda mezin û yên ku problêmên wane sihet-qewatêva girêdayî, hene.
Sebir kin
Rêz: “Hizkirin dûmikdirêj û şîrin e” (1 Korintî 13:4).
Ev çi tê hesabê: Hindava wan merivada qenc be, yên ku ditirsin vegerine şixulên xweyî berê. Lê çaxê mihala teda hal baş dibe, sînorên kovîdêva girêdayî têne hildanê û tu îda dikarî gelek tişt bikî, hingê hindava xweda bi sebir be û lez nekeve ku hemû tiştî carekêra bikî.
Kitêba Pîroz ça wedê pandêmiyayê alî meriya dike
Hêviya ji Kitêba Pîroz derheqa axiriya baş, Şedên Yehowa qewî dike û alî wan dike, wekî wedê pandêmiyayê jî şabûna xwe unda nekin. Ewana usa jî tevayî dicivin, seva ku Xwedê bihebînin, çi ku qewatê dide wan (Îbranî 10:24, 25). Wedê pandêmiyayê civatên Şedên Yehowa bi onlayn derbaz dibin. Em hemûya teglîf dikin, ku tevî me ser civata têklî bin.
Ev civat xêncî Şedên Yehowa usa jî alî merivên din dikin. Mesele, kulfetek ku bi COVID-19 nexweş bû, teglîfa Şedên Yehowa qebûl kir, ku bi onlayn ser civatên wan têklî be. Ewan civata aliyê êmosiyalîda alî wê kirin. Ew dibêje: “Tevî Şedên Yehowa ez xwe ça para vê malbetê texmîn dikim. Xwendina Kitêba Pîroz rihetiya dil dide min. Ev alî min dike dîna xwe bidime axiriya baş, ne ku ser problêmên xwe. Spas ku we alî min kir ku nêzîkî Xwedê bim, çi ku min temamiya emirê xweda dixwest”.
a Dîrêktorê Zanîngeha Miletiyêye Alêrjîyayê û Nexweşiyên hal, Dewletên Yekbûyîda.
b Li gora Kitêba Pîroz, Yehowa navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).