Kitêba Pîroz Derheqa Xelayê Çi Dibêje?
“Îda tu car wê birçîbûn tune be”. Ew nêta serwêrên dinyayê ye, kîjan ku dixwazin problêma here mezin ya însanetê safî kin, dêmek wekî ser temamiya dinyayê xwarin têra hemû meriva bikea. Lê gelo wê bê ew wede, gava birçîbûn îda tune be? Kitêba Pîroz derheqa vê yekê çi dibêje?
Kitêba Pîroz derheqa xelayê pêxembertî kiriye
Kitêba Pîrozda pêşda hatiye gotinê, wekî rojên meda, ku têne navkirinê “rojên axiriyê”, wê xelayî hebe (2 Tîmotêyo 3:1). Xwedê sebebê xelayê nîne, lê ewî pêşda mera eyan kiriye, wekî ew yek wê bibe (Aqûb 1:13). Dîna xwe bidine van du pêxembertiyên Kitêba Pîroz.
“Gelek ciya wê xelayî . . . hebin” (Metta 24:7). Ev pêxembertî eyan dike, wekî birçîbûn wê gelek be. Dîna xwe bidinê, hesabeke van paşwextiya çi dibêje derheqa xwarinê: “Halê dinyayê hê xirab bûye, çimkî îro birçîbûn hê zêde bûye, xwarina kêrhatî kêm e û têra hemû meriva nake”b. Bi seda mîlyon meriv gelek welatada nikarin têra xwe xwarinê destxin. Yazix, ji bo vê yekê gelek meriv dimirin.
“Va hespekî reş û destê siyarê wîda mêzînek hebû” (Eyantî 6:5). Vê pêxembertiyêda, ev hespê sîmbolîk û siyarê wî têne hesabê xelaya van rojên paşinc. Mêzîna destê siyarda bona çapkirina xwarinê ye. Dema ew siyar hespê dajo, dengek elam dike, wekî bahê xwarinê wê gelek bilind be, û merivara dibêje, wekî xwarinê zey nekin, yanê badîhewa pûç nekin (Eyantî 6:6). Ew yek rastî jî eyan dike krîzîsa hemdinyayê ya roja îro, dêmek bi mîlyarda meriv nikarin xwarina kêrhatî destxin yan jî nagihîje wan.
Çawa xelayê kuta be?
Êkspêrt dibêjin wekî planêta me haqas xwarinê dide, ku dikare têra her kesî bike û hela hê zêde jî. Wekî usa ne, lê çira îro kêmasiya xwarinê heye? Û Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa vê yekê, ku Efirandarê me Yehowad wê çawa van problêma safî ke?
Problêm: Serwêr nikarin kesîbiyê û neheqiyê kokêva bidine hildanê, seva ku meriv birçî nemînin.
Safîkirin: Dewsa serwêrtiya merivaye bi qisûr, wê Padşatiya Xwedê be, dêmek serwêrtiya bêqisûr (Daniyêl 2:44; Metta 6:10). Îro gelek meriv nikarin xwera xwarinê destxin, lê bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda, ew problêm wê îda tune be. Va Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa Îsa Mesîh, dêmek Padşê Padşatiya Xwedê: “Ew yê kesîb xilaz dike, ku gazî dikêû yê belengaz ku komekdarê wî tune ye . . . Genimê welêt bibe bir-ber, deremetên wî serê çîya bihejin” (Zebûr 72:12, 16).
Problêm: Şer êkonomîkayê, dêmek aboriyê, wêran dike, ji bo çi jî merivara çetin e xwera xwarinê destxin.
Safîkirin: “[Yehowa, DT] şera dide sekinandinê, her çar qulbên dinyayê, tîr-kevana dişkêne, rima hûr-hûrî dike û mertala bi êgir dişewitîne” (Zebûr 46:9). Xwedê wê hemû çek û merivên ku dibine sebebê şera, kuta ke. Axiriya vê yekê wê ew be, ku her kesê bikaribe hêsa û têra xwe xwarinê dest xe. Kitêba Pîroz soz dide, wekî wê “rastî gul de û edilayî gelek be” (Zebûr 72:7).
Problêm: Guhastina hewayê û teşqelên tebiyetê zevî û çandiniyê xirab dikin û qira kerî-sûriya tînin.
Safîkirin: Xwedê wê qewatên tebiyetê kontrol ke, û usa bike wekî erd xwarina baş bide. Kitêba Pîroz dibêje: “[Yehowa, DT] firtone seqirandin û pêl dane sekinandin. . . . Ew çol û besta dike gola avê, erdê ziha kanîya avê. Birçîya li wir cîwar dike . . . Erdê davêjin, tirîya datînin û deremetê top dikin” (Zebûr 107:29, 35-37).
Problêm: Merivên tima û mixenet xwarina ziyandar derdixin yan jî usa dikin, wekî xwarin negihîje merivên ku hewce ne.
Safîkirin: Padşatiya Xwedê wê hemû merivên qelp û mixenet kuta ke (Zebûr 37:10, 11; Îşaya 61:8). Kitêba Pîroz dibêje wekî Yehowa Xwedê “hêsîr-belengazara heqîyê dike,yên birçî jî nan-av dike” (Zebûr 146:7).
Problêm: Her sal weke 30 selef xwarina ser dinyayê zey dibe û pûç dibe.
Safîkirin: Bin Padşatiya Xwedêda xwarin wê rast bê parevekirinê. Îsa çaxê ser erdê bû, badîhewa xwarin pûç nedikir. Mesele, carekê ewî bi keremetî 5 000 meriva zêdetir têr kirin. Paşê ewî temî da şagirtên xwe: “Wan hûrikên bermayî bidine hev, wekî tiştek pûç nebe” (Yûhenna 6:5-13).
Belê, Padşatiya Xwedê wê birçîbûnê kokêva bide hildanê, û însanet wê ji xwarina têr-tije, baş û kêrhatî lezetê bivîne (Îşaya 25:6). Seva hê zêde pêbihesin ku wê kengê Padşatiya Xwedê vê yekê bike, binihêrin gotar bi navê “Padşatiya Xwedê wê Çi Çax li ser Erdêra Serwêrtiyê Bike?”
a The 2030 Agenda for Sustainable Development, adopted by all United Nations Member States in 2015.
b A joint report by the Food and Agriculture Organization of the United Nations, the International Fund for Agricultural Development, the United Nations Children’s Fund, the United Nations World Food Programme, and the World Health Organization.
c Seva hê zêde pêbihesin derheqa çar siyarên hespa, ji kitêba Eyantî, binihêrin gotar “Çar Siyar bi Rastî Kî ne?”
d Yehowa, ev heye navê Xwedê (Zebûr 83:18). Binihêrin gotar “Yehowa Kî ye?”