HIŞYAR BIMÎNIN!
Gelo Çima ji bo Polîtîkayê Haqas Tevlihevbûn Pêşda Tên?—Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?
Ser temamiya dinyayê orta miletada riyê polîtîkayêda, nefemdarî û cudebûn pêşda tên. Teşkîleteke lêkolînê, hesabeke usa dide, ku sala 2022-da, “65% merivên gihîştî ji 19 welata dibêjin, ku welatê wanda riyê wê yekêda ku meriv piştgiriya cûre-cûre partiya polîtîkayê dikin, nava wanda gelek şer-dew û problêm pêşda tên”.
Dibeke we têderxistiye, wekî welatê weda jî ji bo polîtîkayê tevlihevbûn nava merivada pêşda tê? Gelo çima? Gelo ew yek dikare bê safîkirinê? Werên em şêwir kin hela Kitêba Pîroz derheqa vê yekê çi dibêje.
Meniyên tevlihevbûnê
Kitêba Pîrozda pêşda hatibû gotinê, ku “rojên axiriyêda” gelek meriv ji bo xeyset-hunurên xweye xirab wê nikaribin edilayê xweyî kin.
“Rojên axiriyêda zemanên xirab wê bên. Merivê bibine xwehiz, . . . bêrem” (2 Tîmotêyo 3:1-3).
Rast e gelek meriv aliyê xweda her tiştî dikin wekî serwêrên polîtîkî pêşdaçûyî bin, lê dîsa jî ew yek boş-betal e. Fikir û nihêrandina meriva ji hev cude dibe, lema jî ewana nikarin hevkariyê bikin, wekî problêma safî kin. Kitêba Pîrozda gelek sal pêşda derheqa wê yekê hatibû gotinê.
“Serweriya zilamekî, li ser yekî din, bi xesara [ziyana] wî ye” (Waîz 8:9).
Lê Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa serwêrekî, yê ku wê hemû problêmên însanetê bide hildanê.
Serwêrê dilovan
Kitêba Pîrozda derheqa serwêrekî mexsûs tê gotinê, kî ku dikare hemû problêma safî ke. Ew heye Îsa Mesîh. Qewat, mecal û xwestina Îsa heye, wekî edilayê û yektiyê bike nava însanetê.
“Bira rojên wîda rastî gul de û edilayî gelek be” (Zebûr 72:7).
“Hemû milet jî xulamtîya wî bikin” (Zebûr 72:11).
Îsa serwêrekî lapî baş e, çimkî ew bona meriva xem dike û dixwaze alî wan bike, îlahî alî wan kê ku rastî nerastiyê tên.
“Ew yê kesîb xilaz dike, ku gazî dikê û yê belengaz ku komekdarê wî tune ye. Dilê wî li bêtaqet û kesîba dişewite û nefsa belengaza xilaz dike. Ji zêrandinê û zordarîyê wan xilaz dike” (Zebûr 72:12-14).
Hê zêde pêbihesin derheqa Padşatiya Xwedê, dêmek serwêrtiya ezmana, serwêrê kîjanî Îsa ye. Pêbihesin derheqa wê yekê, ku çawa hûn dikarin ji serwêrtiya wî karê bistînin û piştgiriya wî bikin.
Binihêrin vîdêo Çi ye Padşatiya Xwedê?
Bixûnin gotar “Padşatiya Xwedê—Serwêrtiya bê Korûpsiya”.