Bêxofiya Jina—Nihêrandina Kitêba Pîroz
Nav temamiya dinyayêda bi mîlyona jin û keçik, rastî zorbetiyê tên. Diqewime tu jî rastî vê yekê hatî? Pêbihese ku çira bona Xwedê ferz e, wekî tu bêxofiyêda bî û Ewê çi bike hindava zorbetiyê, rastî kîjanî jin tên.
“Çaxê ez zar bûm, birê minî mezin hindava minda bêrem bû û ewî her roj min dikuta û pê giliya ez bêhurmet dikirim. Çaxê min mêr kir, xwesiya min jî hindava minda sert û bêrem bû. Ez bona xwesî û xezûrê xwe ça xulam bûm. Ji bo vê halê xwe, min dixwest xwe bikuşta”—Madxûa, Hindistan.
Teşkîleta Saxlemiyêye Hemdinyayê dibêje, ku “zorbetiya hindava jina nav temamiya dinyayêda belabûyî ye”. Li gora lêkolînê, ji sê jina yek, rastî zorbetiya fîzîkî yan jî sêksûalî tê.
Hergê ev yek tevî te jî qewimî ye, diqewime tu xwe bêxofiyêda texmîn nakî û tirs dilê teda heye, ku hergê tu herî cîkî jî, wê te bi giliya bêhurmet kin, yan jî tuyê rastî zorbetiya fîzîkî, yan jî sêksûalî bêyî. Ji bo vê yekê tu dikarî dişirmîş bî, ku heçî zef meriv difikirin wekî jin gerekê ber tiştekîva hesab nekin. Lê gelo Xwedê ça ser vê yekê dinihêre?
Kitêba Pîrozda tê gotinê ku bona Xwedê ferz e wekî jin bêxofiyêda bin
Nihêrandina Xwedê hindava jina
Rêz: “Xwedê merî . . . qisimê nêr û mê xuliqandin” (Destpêbûn 1:27).
Ev çi tê hesabê: Xwedê jin û mêr efirand. Xwedê dixwaze wekî ça qedirê mêra usa jî qedirê jina bigirin, çimkî herd jî ber çevê wî qîmet in. Xêncî vê yekê, ew dixwaze ku mêr “jina xwe hiz bike çawa xwe”, ne ku lê kontrol ke, îlahî bi giliyên sert û bi zorbetiyê (Efesî 5:33; Kolosî 3:19). Belê, bona Xwedê ferz e, wekî jin bêxofiyêda bin û xwe xweykirî texmîn kin.
“Çaxê ez zar bûm, ez rastî zorbetiyê hatim aliyê merivên xwe. Çaxê ez 17 salî bûm, mezinê xebatê min dida tirsandinê, ku hergê ez serê xwe pêra daneynim, ewê min ji xebatê derxe. Lê çaxê ez mezin bûm, mêr, dê-bav û cînarên min, hindava minda bêqedir bûn. Lê axiriyêda ez derheqa Efirandarê me Yehowa pêhesiyamb. Ew hindava jinada bi qedir e. Ev yek min da bawerkirinê ku Ew min hez dike û ez ber çevê wî qîmet im”—Marîa, Ergêntîna.
Çi dikare alî te bike ku êmosiyalîda aliyê başbûnê herî?
Rêz: “Heval jî hene ji birakî çêtir in” (Metelok 18:24).
Ev çi tê hesabê: Hevalê rast, wê alî tê bike. Hergê dibe, derheqa hestên xwe wî merivîra gilî ke, îtbariya xwe kîjanî ku tu tînî.
“Bîst sal min tu kesîra gilî nekiribû, ku ez rastî zorbetiya sêksûalî hatime. Axiriyêda ez bêbext bûm, gelek xemgîn bibûm û ez ketime dêprêsiyayê. Lê çaxê min dilê xwe wî kesîra vekir, kê ku hazir bû guh bide min, tê bêjî barekî giran ji stiyê min ket”—Elîf, Tirkye.
Rêz: “Hemû xemên xwe bavêjine ser [Xwedê], çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7).
Ev çi tê hesabê: Çaxê tu dua dikî, Xwedê dibihê (Zebûr 55:22; 65:2). Ev yek ku ew bona te xem dike, dikare alî te bike fem bikî, wekî tu bona wî çiqas qîmet î.
“Çaxê ez derheqa Yehowa pêdihesiyam, birînên dilê min hêdî-hêdî qenc dibûn. Niha ez dikarim Xwedêra dua kim û dilê xwe wîra vekim. Ew mîna hevalekî usa ye, kîjan ku dikare hestên min bi temamî fem ke”—Ana, Bêlîz.
Gelo Xwedê zorbetiya hindava jina wê bide hildanê?
Rêz: “Ya Xudan . . . ser dîwana sêwî û belengazda binihêre, wekî merivê dinê îdî wî netirsîne” (Zebûr 10:17, 18).
Ev çi tê hesabê: Zûtirekê Xwedê wê hemû nerastî û neheqiyê bide hildanê û usa jî bêremtî û zorbetiya hindava jina.
“Bona min ew dilbînîke mezin bû, çaxê ez pêhesiyam ku Yehowa bêremtiya hindava jina û keçikên cahil, wê bide hildane. Bi saya vê yekê, min edilaya dil stand”—Robêrta, Meksîka.
Seva hê zêde pêbihesî, ku çi cûreyî Kitêba Pîroz dikare gumanê bide te, usa jî çira tu dikarî îtbariya xwe sozên vê kitêbê bînî, û ça Şedên Yehowa bi saya Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin, ji wî merivî, , bixwaze wekî ew serlêdana te bike.
a Nav hatine guhastinê.
b Yehowa navê Xwedêyî şexsî ye Binihêre gotar “Yehowa Kî ye?”