Francesco Carta fotografo/Moment via Getty Images
Problêma Tenêbûnêva Girêdayî Zêde Dibe—Kitêba Pîroz Çi Dibêje
Li gora hesabên wan paşwextiyaa, her merivê çara xwe tenêbûnêda texmîn dike.
“Firqî tune em çend salî ne, yan kîderê dijîn her kes ji me dikare tenêbûnê ser xwe texmîn ke”. Çîdo Mpêmba, yê ku cabdar e bona Teşkîleta Saxlemiyêye Hemdinyayê.
Gelek meriv difikirin ku tenê merivên emirda mezin yan kesên ku xwe ji meriva dûr digirin, tenêbûnê ser xwe texmîn dikin, lê bi rastî kesên cahil, merivên sihet-qewat, pêşdaçûyî û yên zewicî jî, dikarin tenêbûnê ser xwe texmîn kin. Tenêbûn dikare xirab hukum ke ser sihet-qewata fîzîkî û êmosiyalî.
“Vîvêk Mûrtî xîrûrgê sereke, yê ku ji Dewletên Yekbûyîye, dibêje: “Tenêbûn ji hestên xirab zêdetir e”. Ewî usa jî got: “Ew yek ku meriv xwe ji kesên din dûr digire, mîna vê yekê ye, gava meriv rojê 15 lib cixarê dikişîne, çi ku mirinê pêşda tîne”.
Kitêba Pîroz çi dibêje
Efirandarê me naxwaze wekî em xwe ji merivên dor-berî xwe dûr bigirin. Nêta Xwedê vê yekêda ye, ku meriv ji heleqetiya tevî hev şabûnê bistînin.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Xwedê got: ‘Ne baş e ku mêr tenê bimîne’” (Destpêbûn 2:18).
Xwedê dixwaze wekî em heleqetiya xwe tevî wî nêzîk kin. Ew soz dide ku wê xwe li me bigire hergê em qewatê bidine xebatê, ku xwe li wî bigirin (Aqûb 4:8).
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Çiqas bextewar in kesên ku fem dikin, wekî ewana hewcê Xwedê ne, çimkî Padşatiya ezmana ya wan e” (Metta 5:3).
Xwedê dixwaze wekî em tevî merivên din wîra xizmet kin. Hergê em usa bikin emê xwe bextewar texmîn kin.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Bira em bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev. Bira em dest ji lihevcivînê nekişînin, . . . lê em dil bidine hev” (Îbranî 10:24, 25).
Seva ku hê zêde înformasiya kêrhatî pêbihesin derheqa vê yekê, ku çawa xwe ji tenêbûnê xwey kin, bixûne gotara bi navê “Tenêbûn Wedê ku Komûnîkasiya Gelek Belabûyî ye”.
a The Global State of Social Connections, by Meta and Gallup, 2023.