alfa27/stock.adobe.com
KAMPANIYA ÊVARA BÎRANÎNÊ
Îsa wê Qaçaxtiyê Bide Hildanê
Îsa zane çi tê hesabê ji bo qaçaxtî û nerastiyê biçerçirin. Çimkî derewa avîtine Îsa, wî bê menî kutan, bê menî dîwana wî kirin, neheq kirin û bi cefa ceza kirin. Rast e Îsa tu tiştîda neheq nîbû, lê ew hazir bû “emirê xwe ber gelekava bide, seva wana aza ke” (Metta 20:28; Yûhenna 15:13). Çawa Padşe Padşatiya Xwedê, Îsa wê zûtirekê qaçaxtiyê ser heta-hetayê bide hildanê û heqiyê bîne ser erdê (Îşaya 42:3).
Kitêba Pîrozda tê şirovekirinê, ku çaxê Îsa destpêke serwêrtiyê bike, dinya wê çi cûreyî be:
“Belê hinekî şûnda nepakê betavebe, tê li cîyê wî bigerî û wî nebînî. Lê belê milûkê erdê war bin, xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin” (Zebûr 37:10, 11).
Em çawa dikarin razîbûna xwe bidine kifşê bona her tiştî, çi ku Îsa bona me kiriye û dîsa wê bike? Ji xeberên ku Lûqa 22:19-da nivîsar in, em divînin ku Îsa gote peyçûyên xwe, wekî mirina wî bînine bîra xwe. Lema jî her sal Şedên Yehowa tevayî top dibin, seva ku mirina wî bikine bîra xwe. Em we teglîf dikin, ku roja Ledê, 24 Adarê, sala 2024, tevî me Êvara Bîranîna Mirina Îsa derbaz kin.
Bistînin înformasiya derheqa Êvara Bîranînê