KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwyp serê 5
  • Çi Bikim Hergê Dê-Bavê Min ji Hev Diqetin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi Bikim Hergê Dê-Bavê Min ji Hev Diqetin?
  • Pirsên Cahila
  • Binserî
  • Sê tişt çi ku tu gerekê nekî
  • Sê tişt çi ku tu gerekê bikî
Pirsên Cahila
ijwyp serê 5
Gedê medekirî dê-bavê kîjanî şer dikin pişta xwe daye wan.

PIRSÊN CAHILA

Çi Bikim Hergê Dê-Bavê Min ji Hev Diqetin?

Çaxê jin-mêr ji hev diqetin ser zara ev yek gelek xirab hukum dike. Hergê malbeta te jî rastî wê yekê hatiye, çi dikare alî te bike teyax kî?

Vê gotarêda

  • Sê tişt çi ku tu gerekê nekî

  • Sê tişt çi ku tu gerekê bikî

  • Cahilên din çi dibêjin

Sê tişt çi ku tu gerekê nekî

1. Xwe sûcdar neke

“Carekê diya min gote min, ku problêmê wê tevî bavê min paşê bûyîna min destpêbûn. Lema jî ez difikirim ku ewana riyê minda hev qetiyan”—Dîana.

Vê yekê bîr neke: Riyê teda nîne ku dê-bavê te hev qetiyan, çimkî problêm orta wanda qewimî. Tu nikarî problêmên wan safî kî, çimkî ewana xwexa cabdar in bona problêmên ku orta wanda pêşda tên.

“Her kesê xurca xwe hilgire” (Galatî 6:5).

2. Hêrsê dilê xweda xwey neke

“Ez ser bavê xwe gelek hêrs ketim, çaxê ewî nemamiya diya min kir. Û ez ne jî zanim ku ezê bikaribim wî bibaxşînim yan na”—Rîanna.

Vê yekê bîr neke: Ev tiştekî normal e hergê tu hêrs dikevî û dilteng dibî ji bo vê yekê, ku orta dê-bavê teda tiştek diqewime. Lê hergê tu berdewam kî hêrs kevî, ev yek wê xirab hukum ke ser sihet-qewata teye fîzîkî û êmosiyalî. Hêrsketin mîna vê yekê ye, hergê tu jer bixwî û bifikirî wekî ew yek wê ziyanê bide kesekî din.a

“Hêrs nekeve, neqilqile” (Zebûr 37:8).

3. Nefikire ku tuyê jî mîna dê-bavê xwe şaşiya berdî

“Ez gelek ditirsim, wekî ezê jî mîna bavê xwe şaşiya wî cûreyî berdim. Ez ber xwe dikevim çaxê difikirim, ku gava ezê mêr kim û zarê min hebin, ezê jî mîna dê-bavê xwe bikevime dereca usa, kîjan ku wê ber bi hevqetandinê bibe”—Cêssîka.

Vê yekê bîr neke: Hergê dê-bavê te hev qetiyane, ev yek nayê hesabê wekî axiriyê tê jî ji hevalzewacê xwe biqetî. Dewsê tu dikarî ji wan hîn bî û şaşiyên usa nekî. Mesele pêşiya ku rastî kesekî bêyî, tu dikarî dîna xwe bidî ser xeyset hunurên usa, yên ku tu dixwazî nav wî merivîda bivînî. Xêncî wê yekê tuyê bikaribî hunurên usa nav xweda pêşda bînî, yên ku wê axiriyê alî tê bikin bibî hevalzewacekî baş.

“Bira her kes kirinên xwe bide ser mêzînê” (Galatî 6:4).

Gede nigê kîjanî gîpsêda ne, rûniştiye û lêptopa xwe dide xebatê.

Hevqetandina dê-bava mîna wê yekê ye, çaxê hestiyê nigê te dişkê. Rast e niha tu êşê dikişînî, lê çiqas wede derbaz dibe, haqas tu wê êşê bîr dikî

Sê tişt çi ku tu gerekê bikî

1. Derheqa hestên xwe gilî ke. Ew merivên ku hestên nêgatîv dilê xweda dihêlin û tu kesîra dilê xwe venakin, heçî zef merivê usa îçkêva yan jî narkotîkêva mijûl dibin. Dewsê wê baş be vê yekê bikî:

Derheqa hestên xwe dê-bavê xwera gilî ke. Hergê dê yan bavê te dixwazin te bikine nava problêmên xwe, bê şer-dew wanara bêje, wekî ev yek ça ser te hukum dike. Lê hergê tera çetin e vê yekê bêjî, tu dikarî wanra neme binivîsî.

Keçik nemê dinivîse.

Derheqa hestên xwe, hevalê xweyî bi îtbarra bêje. Çaxê heye ev kes, kê hazir e guh bide te, tera îda diha hêsa dibe. Kitêba Pîrozda tê gotinê ku “heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17).

Derheqa hestên xwe Efirandarê xwera gilî ke. Ew her tim hazir e guh bide te (Zebûr 65:2). Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî hûn dikarin “hemû xemên xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7).

  • Gelo teyê bikaribûya tevî diya xwe, yan bavê xwe rihet xeber da?

  • Bi texmîna te kîjan hevalê teyî nêzîk, firqî tune ji te mezintir e yan weke teye, dikare piştgiriya te bike?

  • Derheqa kîjan tiştên konkrêt tu dikarî Xwedêra dua bikî?

Lûs.

Şîret: Fikirên xwe ser kaxazê binivîse. Rakêl, dê-bavê kîjanê ji hev qetiyan gava ew 12 salî bû dibêje: “Sêrîda fikirên te dikarin tevlihev bin, lê çaxê tu fikirên xwe binivîsî, ev yek dikare alî te bike. Paşê tu dikarî bixûnî û bivînî, wekî çawa nihêrandina te ser vê derecê hatiye guhastinê”.

2. Hînî guhastina be

Ji bo hevqetandina dê-bavê te, dibeke tera lazim be hînî mala teze bî, mekteba teze, cûrê emirê teze usa jî hevalên teze. Ew yek strêseke mezin pêşda tîne û dikare usa bê kifşê, ku emirê teda her tişt paşopê diçe. Dereceke usada gelo çi dikare alî te bike? Dîna xwe bide ser vê yekê, wekî ça hînî wan guhastina bî.

  • Kîjan guhastineke mezin tu mecbûr bûyî bikî, gava dê-bavê tê hev qetiyan?

  • Çi tu dikarî bikî seva ku tera hêsa be hînî wan guhastina bî?

“Ez hîn bûme, ku hemû halîda razî bim” (Fîlîpî 4:11).

Lûs.

Şîret: Wede bivîne wekî hêsa bî, xwarina kêrhatî bixwî û usa jî sportêva mijûl bî. Sihet-qewata baş wê alî te bike aliyê êmosiyalîda qewî bî. Wî çaxî tuyê bikaribî ber strêsê teyax kî û tera wê hêsa be, hînî guhastina bî.

3. Nav xweda hunurên baş bivîne

Rast e hevqetandina dê-bavê te dikare berxweketinê pêşda bîne, lê usa jî ew dikare alî te bike hunurên qîmet nav xweda bivînî. Ev yek usa jî dikare alî te bike, nav xweda hunurên teze bivînî. Cêrêmî dê-bavê kîjanî hev qetiyan gava ew 13 salî bû usa dibêje: “Ji bo hevqetandina dê-bavê min ez diha bûme yekî cabdar. Ez birê xwe mezintir bûm, lema jî min gerekê alî diya xwe bikira û usa jî miqatî birê xwe bûma”.

Keçkek alî xûşka xweye biçûk dike, wekî dersên xwe bike, heta diya wan xwarinê çêdike.

Ji bo hevqetandina dê-bavê xwe hûn dikarin bibine diha yekî cabdar

  • Ji bo hevqetandina dê-bavê xwe, te çi hunurên qîmet nav xweda dît?

  • Kîjan hunur tu dixwazî nav xweda pêşda bînî?

“Temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye bona . . . rastkirinê” (2 Tîmotêyo 3:16).

Lûs.

Şîret: Her roj Kitêba Pîroz bixûne. Prînsîpên ji Kitêba Pîroz wê alî te bikin, hunurên usa nav xweda pêşda bînî, yên ku wedê çetin, û usa jî wedê hevqetandina dê-bavê te wê alî te bikin.

a Seva ku hê zêde pêbihesî bivîne gotara “Çawa Ez Dikarim Hêrsa Xwe Kontrol kim?”

Cahilên din çi dibêjin

“Wan paşwextiya ez teze hînî wê yekê hatim, ku dê-bavê min hev qetiyan. Sêrîda min fem nedikir ku çi diqewime. Çiqas wede derbaz dibû, haqas ez dibûme diha yeke hêrs. Lê niha teze 18 saliya xweda, min ew derece qebûl kir û safî kir bi emirê xwe bijîm”—Êlêna.

“Ez heft salî bûm çaxê dê-bavê min ji hev qetiyan. Lê gava ez bûme 21 salî, min safî kir derheqa vê yekê tevî bavê xwe xeber dim. Me weke du sihet derheqa meniya hevqetandina wan xeber dida û derheqa wê yekê, ku ew yek ça ser min hukum kir. Ez nefret dikim her tişt, çi ku hevqetandinêva girêdayî ye, lê dîsa jî ez bavê xwe hez dikim û ew xeberdana me alî min kir wî fem bikim. Niha ez xwe aza texmîn dikim, çimkî barê giran ji milê min ket”—Kêtlîn.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin