KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwfq serê 23
  • Çira Şedên Yehowa Naçine Şer?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çira Şedên Yehowa Naçine Şer?
  • Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
  • Binserî
  • Em alîkariyê didine meriva
Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
ijwfq serê 23
Esker wedê şer pê qirme gule dikin.

Çira Şedên Yehowa Naçine Şer?

Şedên Yehowa naçin şer ji bo wan meniya:

  1. Guhdarîkirin hindava Xwedê. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî xizmetkarê Xwedê “wê ji şûrên xwe gîsina çêkin” û “wê hîn nebin ku şer kin” (Îşaya 2:4).

  2. Guhdarîkirin hindava Îsa. Îsa gote Petrûsê şandî: “Şûrê xwe bike cî. Çimkî her kesê ku şûr hildide wê bi şûr bê kuştinê” (Metta 26:52). Bi wê yekê Îsa da kifşê, wekî şagirtên wî wê çek hilnedine destê xwe.

    Şagirtên Îsa pirsên polîtîkîda tevnebûyînê xwey dikin bi vê yekê, wekî guh didine temiya Îsa ku “para vê dinyayê nînin” (Yûhenna 17:16). Ewana himberî wan dernayên kê safî kiriye here şer.

  3. Hezkirina hindava meriva. Îsa temî da şagirtên xwe “hevdu hez bikin” (Yûhenna 13:34, 35). Bi wî cûreyî wana gerekê biratiya hemdinyayê saz kirina, nava kîjanîda tu kes wê himberî xûşk-birên xwe şer nekira (1 Yûhenna 3:10-12).

  4. Mesela Mesîhiyên rojên berê. Ensîklopêdiya Rêlîgiyayê û Şera, usa dibêje: “Şagirtên Îsa yên pêşin înkar dikirin şer bikin û herine eskeriyê”, çimkî wana hesab dikir “ku ev yek himberî hînkirina Îsa derdiket derheqa vê yekê ku dijminên xwe hez bikin”. Derheqa Mesîhiyên berê û qulixkirina eskeriyê têologê Almanî, Pîtêr Maynxold usa got: “Nabe ku meriv bibe Mesîhî jî û esker jî”.

Em alîkariyê didine meriva

Şedên Yehowa xofiyê pêşda naynin wan welatada kîderê ewana dijîn, lê alîkariyê didine meriva. Em qedirê dewletê digirin û guh didine wan prînsîpa:

  • “Her merivek bira gura wan hukumetiyada be” (Romayî 13:1).

  • “Tiştên Qeyser bidine Qeyser, lê tiştên Xwedê bidine Xwedê” (Metta 22:21).

Lema jî, em gura qanûnê dikin, xercên dewletê didin û tevî dewletê kar dikin gava ewana bona bajarvanên xwe xem dikin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin