KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 64
  • Gelo Em Gerekê Serê Xwe Ber Pûta Daynin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Em Gerekê Serê Xwe Ber Pûta Daynin?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Xebitandina Pûta Hebandinêda; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Têmên Din
  • Hebandina Me Gerekê Çi Cûreyî be, wekî Dilê Xwedê Xweş bê?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 64

Gelo Em Gerekê Serê Xwe Ber Pûta Daynin?

Caba Kitêba Pîroz

Na, em gerekê vê yekê nekin. Derheqa qanûnên ku Xwedê dabû Îsraêliya, Ensîklopêdiya Katolîkîye Tezeda usa tê gotinê: “Ji cûre-cûre parên Kitêba Pîroz tê kifşê, wekî hebandina rastda pût nedidane xebatê”. Were em dîna xwe bidine çend rêzên Kitêba Pîroz:

  • “Tu pûtî mîna dilqê tiştekîda xwera çênekî, ne jor li ezmên, ne jêr li ser erdê, ne jî nava avên bin erdêda. Ber tu pûtî ta nebî û xulamtîya wan nekî, çimkî ez Xudan Xwedêyê te Xwedêkî kumreş im, ku bona neheqîyên bava tînime serê zara, heta nisilê sisîya û çara ku dijenine min” (Derketin 20:4, 5). Xwedê dixwaze wekî em “bi temamiya dilê xwe” wî hiz bikin. Ew naxwaze ku em serê xwe ber şikila û pûta daynin, û ne jî tiştên din bona hebandinê bidine xebatê (Lûqa 10:27).

  • “Ezê rûmeta xwe nedim yekî din, pesinê xwe nedim pûta” (Îşaya 42:8, ÎM). Xwedê xweş nayê gava bi saya pûta wî dihebînin. Çaxê hine Îsraêlî bona hebandinê golikek ro kirin, Xwedê got ku ewana “ji rê şihitî” ne (Derketin 32:7-9).

  • “Gerekê em Xwedê aha neşibînin mîna zêr, zîv, yan kevirê ku bi hiş û hostatiya meriva hatine kolandinê” (Karên Şandiya 17:29). Wedê hebandina xudanên qelp, meriv van pûta didin xebatê, kîjan “ku bi hiş û hostatiya meriva hatine kolandinê”, lê em Mesîhî pey rêberiya Kitêba Pîroz diçin, “çimkî em bi baweriyê dijîn, ne ku bi dîtina çeva” (2 Korintî 5:7).

  • “Xwe ji pûtparistiyê xwey kin” (1 Yûhenna 5:21). Van qanûnada ku Xwedê dabûne Îsraêliya û Mesîhiya, raste-rast dihate gotinê ku Xwedê qebûl nake, wekî hebandinêda şikila û pûta bidine xebatê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin