Gelo Welgerandina Dinya Teze Rast e?
Para pêşin ya Welgerandina Dinya Teze sala 1950 hatiye derxistinê. Hine meriva rastiya vê Welgerandina Dinya Tezea kirine bin şikê, çimkî çend ciyada ew cude dibe ji welgerandinên dine Kitêba Pîroz. Jêrê çend menî hatine dayînê, ku çira ev cudebûn hene.
Welgerandina bi îtbar. Welgerandina Dinya Teze ser hîmê lêkolînên lapî teze û manûskrîptên herî kevin û bi îtbar hatiye derxistinê. Lê welgerandina Vêrsîa Aqûbê Padşa ya sala 1611 ser zimanê Înglîzî, ser hîmê manûskrîptên ne haqas kevin û ne bi îtbar in, çiqas yên ku bona Welgerandina Dinya Teze hatine xebitandinê.
Nêzîkî orîjînalê. Welgerên Welgerandina Dinya Teze çiqas karibûne xwe nêzîkî orîjînalê girtine, ya ku ji bîna ber Xwedê hatibû nivîsarê (2 Tîmotêyo 3:16). Lê gelek welgerên din yên Kitêba Pîroz ji bo eyd-qeydên meriva xwe nêzîkî orîjînalê negirtine. Besa xeberê, wana navê Xwedêyî şexsî, Yehowa, guhastine û dewsê sernavên wî nivîsîne, mesele Xudan û Xwedê.
Welgerandina raste-rast. Welgerandina Dinya Teze ji welgerandinên din cude dibe usa jî bi vê yekê, ku ew haqas raste-rast hatiye welgerandinê, çiqas ku tebiyetîbûn, femkirin û nêta rast bihata xweykirinê. Lê hine welgerandinên dine Kitêba Pîroz, cî-ciya fikirên zêdekirî hene, yên ku ser hîmê nihêrandinên meriva ne, yan jî dêtalên ferz hatine derxistinê.
Firqiya orta Welgerandina Dinya Teze û welgerandinên din
Kitêbên berdayî. Welgerandinên Kitêba Pîroze Katolîkî û Ortodoksada kitêbên usa zêdekirî ne, kîjan ku hatine navkirinê Apokrîfa. Lê ew kitêb kanona Cihûyada qebûlkirî nîbûn, û hewas e ku Kitêba Pîroz dibêje, wekî “Xwedê xeberên xweyî pîroz tesmîlî Cihûya kirine” (Romayî 3:1, 2). Lema jî Welgerandina Dinya Tezeda û gelek welgerandinên modêrnda, ev kitêbên Apokrîfa tune ne.
Rêzên berdayî. Hine welgerandinada rêz yan gilî-gotinên zêdekirî hene, yên ku manûskrîptên herî kevinda tune ne, lê Welgerandina Dinya Tezeda ew tiştên zêdekirî tune. Gelek welgerandinên modêrnda jî ew tişt yan tune ne, yan jî kifşkirî ye, ku ew tişt kaniyên navdarda tune.b
Bijartina cûre-cûre xebera. Carna welgerandina raste-rast, dêmek xeber pey xeber zelal nîne û hela hê dikare meriva bixalifîne jî. Mesele, giliyên Îsa ji Metta 5:3 gelek car usa tê welgerandinê: “Xwezî li ruhfeqîra” (Înstîtûta Welgerandina Kitêba Pîroz). Gelekara xebera “ruhfeqîr” nefemdarî ye, hinek jî difikirin wekî Îsa bi van giliya dixwest bigota ku çiqas ferz e milûk bin yan jî kesîb bin. Lê bi rastî Îsa dixwest bigota ku bextewarî vê yekêda ne, gava meriv fem dike ku hewcê rêberiya Xwedê ye. Lema jî Welgerandina Dinya Tezeda nêta van giliya rast hatiye welgerandinê: “Bextewar in kesên ku fem dikin, wekî ewana hewcê Xwedê ne” (Metta 5:3).
Zandarên ku Şedên Yehowa nînin, payê Welgerandina Dinya Teze didin
Welgerê navdare Kitêba Pîroz û zandar Êdgar Gûdspîd, nema ya 8 Kanûna Pêşin, ya sala 1950, derheqa Welgerandina Dinya Teze ya Nivîsarên Yûnanî nivîsiye: “Minra hewas e şixulê weyî mîsyonêrtî û mezinaya şixulê weyî hemdinyayî. Usa jî min xweş tê welgerandina weye zelal, tebiyetî û saxlem. Ez dikarim bêjim ku ji vê yekê tê kifşê, wekî lêkolînkirina gelek kûr û mezin hatiye kirinê”.
Êdgar Gûdspîd
Alên Wîkgrên profêsorê Zanîngeha Çîkago, besa Welgerandina Dinya Teze kir, welgerandineke bi zimanê modêrn, kîjan ku ser hîmê welgerandinên din nîne û gelek car “cûrê welgerandina teze ye”—The Interpreter’s Bible, Para I, rûpêla 99.
Derheqa Welgerandina Dinya Teze ya Nivîsarên Yûnanî krîtîkosê Kitêba Pîroz yê Brîtanî Alêksandr Tomson nivîsiye: “Zelal tê kifşê ew welgerandin aliyê fîlologên aqil û cêribandîda hatiye kirinê, yên ku xîret kirine, wekî pê zimanê Înglîzî çiqas hatiye standin, xwe li têksta Yûnanî ya orîjînal girtine”—The Differentiator, Nîsan 1952, rûpêla 52.
Robêrt Makoy got, wekî Welgerandina Dinya Teze him mexsûs, him jî layîq e, û ewî lêkolîna xwe bi wan giliya temam kir: “Welgerandina Dinya Teze îzbat dike, wekî vê teşkîletêda [ya Şedên Yehowada] merivên cêribandî hene, yên ku dikarin mîna zandara bi aqilayî çetinayên welgerandina Kitêba Pîrozva girêdayî, safî kin”—Andover Newton Quarterly, Çile 1963, rûpêla 31.
Profêsor Maklîn Gîlmor, rast e hine gilî-gotinên Welgerandina Dinya Tezera qayîl nîbû, lê yeke ewî qebûl kir, wekî ewan welgera “zimanê Yûnanî kûr fem kirine”—Andover Newton Quarterly, Îlon 1966, rûpêla 26.
Profêsor Tomas Wîntêr derheqa Welgerandina Dinya Teze, kîjan ku bûye pareke welgerandina Kingdom Interlinear Translation of the Greek Scriptures, nivîsiye: “Welgerên ku xwe eyan nekirine, ev welgerandin ser hîmê lêkolînên herî paşin kirine, û ew welgerandin rast e”—The Classical Journal, Nîsan-Gulan 1974, rûpêla 376.
Sala 1989-da, zandarê zimanê Îbranî Îsraêlêda û profêsor Bênjamîn Kêdar Kopfstêyn got: “Çaxê ez lêkolîna zimana dikim, kîjan ku Kitêba Pîroze Îbranîva û welgerandinava girêdayî ne, ez timê hildidim hesab Welgerandina Dinya Teze ya ser zimanê Înglîzî. Û her car ez bawer dibim ku ew welgerandin eşkere dike cefê wan welgera, wekî nêta orîjînalê rast fem kin”.
Jêyson Dêyvîd Bêdûn, profêsorê lêkolînên rêlîgî, ser hîmê lêkolînkirinên neh welgerandinên Înglîzî, nivîsiye: “Welgerandina Dinya Teze himberî welgerandinên din ku hatine lêkolînkirinê, ya here rast e”. Hine zandar û gelek lêkolînkarên Kitêba Pîroz dibêjin, wekî meniya cudebûna Welgerandina Dinya Teze ew e, ku nihêrandina welgera ya rêlîgî ji hev cude dibe: “Ew cudetî heçî zef eşkere dikin, wekî ew welgerandineke diha rast e. Gilî-gotinên ku raste-rast hatine welgerandinê, kîjan ku nivîskarên Peymana Nû dane xebatê, fesal hatine welgerandinê”—Truth in Translation, rûpêla 163, 165.
a Vira xeberdan diçe derheqa Welgerandina Dinya Teze ser zimanê Înglîzî, ku pêşiya sala 2013 hatiye derxistinê.
b Mesele, binihêrin van welgerandinada New International Version û Catholic New Jerusalem Bible. Rêzên zêdekirî ew in: Metta 17:21; 18:11; 23:14; Markos 7:16; 9:44, 46; 11:26; 15:28; Lûqa 17:36; 23:17; Yûhenna 5:4; Karên Şandiya 8:37; 15:34; 24:7; 28:29; û Romayî 16:24. Wan welgerandinada Vêrsîa Aqûbê û Douay-Rheims Version, 1 Yûhenna 5:7, 8-da zêdekiriye tiştên ku Sêyekaneva girêdayî ne, çi ku bi seda sala paşî nivîsara Kitêba Pîroz hatine zêdekirinê.