KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 149
  • Çi tê Hesabê Prînsîpa “Çev ji ber Çevva”?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi tê Hesabê Prînsîpa “Çev ji ber Çevva”?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Çi bû nêta prînsîpê “çev ji ber çevva”?
  • Gelo Mesîhî gerekê xwe li vê prînsîpê bigirin?
  • Şirovekirina nerast ya vê prînsîpê
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 149
Çevê mêr

Çi tê Hesabê Prînsîpa “Çev ji ber Çevva”?

Caba Kitêba Pîroz

Prînsîp “çev ji ber çevva”, para Qanûnê bû, kîjan ku Xwedê bi Mûsa dabû cimeta Îsraêl. Îsa Mesîh jî derheqa vê prînsîpê wedê Dannasînkirina ser Çiyê digot (Metta 5:38; Derketin 21:24, 25; Qanûna Ducarî 19:21). Ev prînsîpa “çev ji ber çevva” dihate hesabê, wekî cezakirin gerekê layîqî neheqiyê bûya.a

Ev prînsîp hingê dihate pêkanînê, çaxê kesek bi hemdê xwe ziyan dida yekî din. Li gora Qanûna Mûsa merivê neheq vî cûreyî dihate cezakirinê: “Şkênandin ji ber şkênandinêva, çev ji be çevva, diran ji ber diranva, ewî çawa zede meriv xistibe, usa jî gerekê li wî bikin” (Qanûna Kahîntiyê 24:20).

  • Çi bû nêta prînsîpê “çev ji ber çevva”?

  • Gelo Mesîhî gerekê xwe li vê prînsîpê bigirin?

  • Şirovekirina nerast ya vê prînsîpê

  • Îsa nihêrandina nerast rast dike

Çi bû nêta prînsîpê “çev ji ber çevva”?

Nêta vê prînsîpê ev bû, wekî hakim safîkirinên rast bikin, kîjan ku gelek sert nîbûn, nejî gelek nerm bûn.

Evê prînsîpê usa jî meriv xwey dikirin, ku ewana bi hemdê xwe ziyanê nedine kesekî û ne jî derheqa vê yekê bifikirin. Usa jî Qanûnêda dihate gotinê: “Yêd mayîn [ewên ku dîna xwe didin, wekî çawa dîwana Xwedê tînin sêrî] wê bibihên û bitirsin, îdî wê xirabîya usa li nava teda nekin” (Qanûna Ducarî 19:20).

Gelo Mesîhî gerekê xwe li vê prînsîpê bigirin?

Na. Ev temî pareke Qanûna Mûsa ye, qewata kîjanî ku paşî mirina Îsa îda tune bû (Romayî 10:4).

Lê dîsa jî ev prînsîp “çev ji ber çevva”, alî me dike hê rind Xwedê nas bikin. Mesele, ev hîn dike, wekî Xwedê yekî heq û rast e (Zebûr 89:14). Xêncî wê yekê, ev dide kifşê, wekî li gora normên Xwedêye heq, yên neheq gerekê layîqî bêne cezakirinê (Yêremya 30:11).

Şirovekirina nerast ya vê prînsîpê

Şirovekirina nerast: Prînsîpa “çev ji ber çevva” gelek sert bû.

Îzbatî: Evê prînsîpê îzin nedida, ku yê neheq gelek sert bê cezakirinê. Merivê neheq tenê paşî wê yekê dihate cezakirinê, çaxê hakimên serwaxt rind ev şixul lêkolîn dikirin û têderdixistin, ku ew kirên neheq bi çi nêtê hatibû kirinê (Derketin 21:28-30; Jimar 35:22-25). Dêmek ev prînsîp “çev ji ber çevva” alîkarî dida, wekî cezakirin gelek sert nîbe.

Şirovekirina nerast: Prînsîpa “çev ji ber çevva” hêlan dikir, wekî heyfê vekin.

Îzbatî: Qanûna Mûsada dihate gotinê: “Heyfê hilnedî û kînê zarêd cimeta xwera nejoyî” (Qanûna Kahîntiyê 19:18). Evê qanûnê meriv hêlan nedikirin ku heyfê hildin, lê bi rastî hêlan dikir ku îtbariya xwe Xwedê û sîstêma qanûnî bînin, çimkî ev aliyê Xwedêda hatibû sazkirinê (Qanûna Ducarî 32:35).

Îsa nihêrandina nerast rast dike

Hêna Îsada, hine meriv ev prînsîp nerast şirovedikirin. Îsa seva ku nihêrandina wan rast ke, gote wan: “We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Çev dewsa çev û diran dewsa diran’. Lê ez wera dibêjim, miqabilî xiraba nesekinin. Heger yek şemaqekê li rûyê teyî rastê xe, yê din jî bide ber” (Metta 5:38, 39).

Bi wan giliya: “We bihîstiye ku hatiye gotinê”, Îsa dixwest bigota derheqa hînkirinên hine serwêrên rêlîgiyayê derheqa heyfhildanê. Adam Klark, lêkolînkarê Kitêba Pîroz, dibêje: “Usa tê kifşê, wekî Cihû ev qanûn [çev ji ber çevva] didane xebatê, wekî xwe heq derxin û çi jî hebe heyfê hildin”. Vî cûreyî serwêrên rêlîgiyayê nêta Qanûna Mûsa nerast şirovedikirin û meriv berbi heyfhildanê hêlan dikirin (Marqos 7:13).

Lê Îsa dîna xwe dida wê yekê, ku Qanûna Xwedê li ser hîmê hizkirinê ye. Ewî got: “‘Xudan Xwedêyê xwe hiz bike ...’ Ev e temiya pêşin û here mezin. Û ya duda jî mîna vê ye: ‘Hevalê xwe weke xwe hiz bike’. Ji van her du temiyava hemû nivîsarêd ... Qanûnê girêdayî ne” (Metta 22:37-40). Li gora giliyê Îsa şagirtên wî wê bi hizkirinê bêne eyankirinê, ne ku bi heyfhildanê (Yûhenna 13:34, 35).

a Ev prînsîpa qanûnî, ya ku usa jî eyan e ça qanûna talînê (bi Latînî: lex talionis), dihate dîtinê sîstêmên qanûnîda û nava cimetên dinda.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin