KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 159
  • Gelo Heywan Diçin Ser Ezmana?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Heywan Diçin Ser Ezmana?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Gelo nefsa heywana heye?
  • Gelo nefs dikare bimire?
  • Gelo heywan guna dikin?
  • Gelo îzin e, wekî heywana bizêrînin?
  • Jîyîna Vêgana—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Têmên Din
  • Çi tê Hesabê Xeberên “Ruh” û “Nefs”?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 159
Kûçik

Gelo Heywan Diçin Ser Ezmana?

Caba Kitêba Pîroz

Kitêba Pîroz hîn dike, wekî ji hemû efrînên ser erdê, tenê komeke meriva wê here ser ezmana (Eyantî 14:1, 3). Ewana wê ça padşa û kahîn tevî Îsa ser ezmên serwêrtiyê bikin (Lûqa 22:28-30; Eyantî 5:9, 10). Lê nîvê zef ji meriva wê bêne saxkirinê, seva ku ser erdê cinetê bijîn (Zebûr 37:11, 29).

Kitêba Pîrozda tu ciya nayê gotinê, wekî paşî mirinê heywanên malê, besa xeberê kûçik diçin ser ezmana. Ew yek ecêbmayî nîne, çimkî heywan nikarin bibin “heval-parên wê gaziya ezmên” (Îbranî 3:1). Seva ku herin ser ezmana gerekê zanebûnê bistînin, baweriyê eyan kin û qirara Xwedê bînin sêrî (Metta 19:17; Yûhenna 3:16; 17:3). Tenê meriv usa hatine efirandinê, wekî heta-hetayê bijîn (Destpêbûn 2:16, 17; 3:22, 23).

Seva ku efrînên ser erdê bikaribin herin ser ezmana ewana gerekê bêne sax kirinê (1 Korintî 15:42). Kitêba Pîrozda derece hene kîderêda derheqa saxkirinê tê gotinê (1 Padşatî 17:17-24; 2 Padşatî 4:32-37; 13:20, 21; Lûqa 7:11-15; 8:41, 42, 49-56; Yûhenna 11:38-44; Karên Şandiya 9:36-42; 20:7-12). Wan hemû derecada meriv hatibûn saxkirinê, ne ku heywan.

  • Gelo nefsa heywana heye?

  • Gelo nefs dikare bimire?

  • Gelo heywan guna dikin?

  • Gelo îzin e, wekî heywana bizêrînin?

Gelo nefsa heywana heye?

Na. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî herdu jî ça heywan usa jî meriv têne hesabê nefs (Jimar 31:28). Çaxê merivê pêşin Adem hate efirandinê, wîra nefs ne hate dayînê, lê ew “bû bînberekî sax” (Destpêbûn 2:7). Nefs ji du elementa hatiye çêkirinê: “ji axa erdê” û “bîna jîyînê”.

Gelo nefs dikare bimire?

Erê. Kitêba Pîroz hîn dike, wekî nefs dikare bimire. (Qanûna Kahîntiyê 21:11; Hezeqêl 18:20). Çaxê heywan û meriv dimirin ewana herdu jî dîsa dibine axa erdê (Waîz 3:19, 20). Bi giliyên mayîn bêjin ewana jîyîna xwe unda dikin.

Gelo heywan guna dikin?

Na. Gunekirin, tê hesabê fikir, hest yan kirên usa çi ku miqabilî normên Xwedê ne. Em zanin wekî cem heywana feresetên usa tune ne, ku pirsên nav-namûsiyêva girêdayî fem bikin û safî kin, lema jî ewana guna nakin. Heywan bi înstînktê dijîn (2 Petrûs 2:12). Rast e, heywan guna nakin, lê dîsa jî ewana dimirin.

Gelo îzin e, wekî heywana bizêrînin?

Na. Rast e, Xwedê îzin da meriva ku hukumî ser heywana bikin, lê ewî îzin neda wan, heywana bizêrînin (Destpêbûn 1:28; Zebûr 8:6-8). Xwedê bona hemû heywana xem dike, hela hê bona çivîkên biçûk jî (Ûnis 4:11; Metta 10:29). Ewî xizmetkarên xwera temî da, wekî miqatî heywana bin (Derketin 23:12; Qanûna Ducarî 25:4; Metelok 12:10).

Rêzên ji Kitêba Pîroz kîjanada derheqa heywana tê gotinê

Destpêbûn 1:28: “Xwedê dua li wan kir [merivên pêşin] û Xwedê wanra got: ‘Şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin, hukumî li ser mesîyên berê teyredên ezmên û hemû heywanên li ser erdêye ku dihejin bikin’”.

Ev çi tê hesabê: Xwedê merivara îzin da, hukumî ser heywana bikin.

Waîz 3:19, 20: “Ji ber, ya ku tê serê mirovan, tê serê heywanan jî û tiştê ku têne serê wan yeke; ew çawa bimire, yên din jî usa dimire; hilma hemûyan heye û seratetiya zilam, ji heywanra nîne; ji ber ku gişk vala ye! Gişk diçin cîyekî; gişk ji axê ne û dîsa dizivirin axê”.

Ev çi tê hesabê: Paşî mirinê ça meriv usa jî heywan dîsa dibine ax.

Metelok 12:10: “Dilê yê rast ser heywanê wî dişewite, lê yên nepak bêîsaf in”.

Ev çi tê hesabê: Merivên baş, ça bona heywanên xwe, usa jî bona heywanên din xem dikin.

Metta 10:29: “Ne du çivîk bi diravekî çarqurûşê têne firotanê? Lê yek jî ji wan bêyî emirê Bavê we nakeve erdê”.

Ev çi tê hesabê: Xwedê bona hemû heywana xem dike, hela hê bona çivîkên biçûk jî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin