Gunê Pêşin Çi Bû?
Caba Kitêba Pîroz
Merivên pêşin yên ku gune kirin, Adem û Hêwa bûn. Çaxê ewana miqabilî Xwedê derketin, û “ji dara qencî û xirabî naskirinê” xwarin, wana gunê pêşin kirin (Destpêbûn 2:16, 17; 3:6; Romayî 5:19).a Yehowa gote Adem û Hêwayê, wekî ji wê darê nexwin, çimkî usa Ewî dida kifşê, wekî hukumetî ya wî ye û tenê ew dikare safî ke, çi ye qencî û çi ye xirabî. Lê çaxê Adem û Hêwayê ji vê darê xwarin, wana ça bêjî hukumetî hildane destê xwe, û destpêkirin xwexa safî kin, çi ye qencî û çi ye xirabî. Bi vê yekê wana da kifşê, ku hukumetiya Yehowa înkar dikin.
Çi cûreyî gunê pêşin ser Adem û Hêwayê hukum bû?
Adem û Hêwa ji bo gunê xwe kal-pîr bûn û mirin. Wana heleqetiya xwe tevî Xwedê, sihet-qewata xweye baş, û usa jî jîyîna heta-hetayê ser erdê, unda kirin (Destpêbûn 3:19).
Çi cûreyî gunê pêşin ser me hukum bû?
Gunê Adem û Hêwayê derbazî ser zureta wan bû. Ew ça bêjî mîna nexweşiya gênêtîkî derbazî ser zarê wan bû (Romayî 5:12). Lema jî temamiya însanetê “gunekar”b in, dêmek neqedandî ne, ji bo çi jî kirên nerast dikin (Zebûr 51:5; Efesî 2:3).
Ji bo gunê ku derbazî ser me bûye, em nexweş dikevin, kal-pîr dibin û dimirin (Romayî 6:23). Xêncî vê yekê, rûyê şaşiyên xwe yan jî şaşiyên merivên din em diçerçirin (Waîz 8:9; Aqûb 3:2).
Gelo em dikarin ji gunê pêşin aza bin?
Belê. Kitêba Pîroz derheqa Îsa dibêje, wekî qurbanbûna wî bû “mecala baxşandina gunêd me” (1 Yûhenna 4:10). Qurbanbûna Îsa mecalê dide me, ku ji guna aza bin, emirê heta-hetayê û sihet-qewata baş bistînin, ya ku Adem û Hêwayê unda kirin (Yûhenna 3:16).c
Nihêrandina nerast derheqa gunê pêşin
Nihêrandina nerast: Em rûyê gunê pêşinda, tu car nikarin heleqetiya nêzîk tevî Xwedê saz kin.
Îzbatiya rast: Xwedê rûyê kirên Adem û Hêwayêda, me neheq nake. Ew zane em gunekar in, lema jî ew ji me dewa nake vê yekê bikin, çi ku em nikarin (Zebûr 103:14). Rast e, em ji bo guna diçerçirin, lê dîsa jî mecala me heye heleqetiya nêzîk tevî Xwedê saz kin (Metelok 3:32).
Nihêrandina nerast: Nixumandin ji gunê pêşin aza dike, lema jî dergûş gerekê bêne nixumandinê.
Îzbatiya rast: Rast e bona ku em xilaz bin nixumandin gaveke ferz e, lê bê baweriya hindava qurbanbûna Îsa, meriv nikare ji guna aza be (1 Petrûs 3:21; 1 Yûhenna 1:7). Baweriya rast ser hîmê zanebûna Kitêba Pîroz e. Em zanin, wekî cem dergûşa bawerî tune ye. Lema jî Kitêba Pîroz nixumandina dergûşa qebûl nake. Mesîhiyên berê jî, ne ku zarotiyêda dihatine nixumandinê, lê çaxê îda mezin bûn, û baweriya wan hindava Xebera Xwedê hebû (Karên Şandiya 2:41; 8:12).
Nihêrandina nerast: Rûyê vê yekêda ku Hêwayê ji dara qedexekirî xwar, Xwedê nifir li kulfeta kir.
Îzbatiya rast: Xwedê nifir ne ku kulfeta kir, lê nifir wî kir, kê ku Hêwayê xapand, wekî gune bike, dêmek “ew merê berê bû, ku jêra Mîrêcin û Şeytan dibêjin” (Eyantî 12:9; Destpêbûn 3:14). Û Xwedê bona gunê pêşin, hê zêde Adem neheq kir, ne ku Hêwayê (Romayî 5:12).
Çima Xwedê gote Adem, ku ew serwêrtiyê ser jina xwe bike? (Destpêbûn 3:16). Çaxê Xwedê ew gilî got, ewî nedixwest bigota, wekî îzina Adem heye jina xwe nimiz ke. Lê ewî dixwest bigota, wekî ev gune, wê xirab ser heleqetiya mêr û jina hukum be. Xwedê ji mêra dewa dike, ku ewana jina xwe hiz bikin û qîmet kin, û usa jî qedirê hemû kulfeta bigirin (Efesî 5:25; 1 Petrûs 3:7).
Nihêrandina nerast: Gunê pêşin ew bû, ku merivên pêşin ketine heleqetiya sêksûalî.
Îzbatiya rast: Heleqetiya sêksûal nikaribû bihata hesabê gunê pêşin, çimkî:
Çaxê Xwedê gote Adem ji dara qencî û xirabî naskirinê nexwin, wî çaxî hê jina Adem tune bû (Destpêbûn 2:17, 18).
Xwedê Adem û Hêwayêra got: “Şîn bin û li hev zêde bin”, dêmek zara bînin (Destpêbûn 1:28). Wê nerast bûya, hergê Xwedê ewana vê yekêda neheq kirana, çi ku ewî xwexa gotibû wan.
Adem û Hêwayê başqe-başqe gune kirin; pêşiyê Hêwayê gune kir, paşê jî mêrê wê (Destpêbûn 3:6).
Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî heleqetiya sêksûalî orta jin û mêrê ku bi qanûnî hevra zewicî ne, tiştekî normal e (Metelok 5:18, 19; 1 Korintî 7:3)
a Kitêba Pîrozda xebera “gunê pêşin” tuneye. Bi rastî gunê pêşin derheqa kîjanî ku em Kitêba Pîrozda dixûnin ew bû, ku Mîrê-Cina, Hêwayê xapand (Destpêbûn 3:4, 5; Yûhenna 8:44).
b Kitêba Pîrozda, xebera “gune” nayê hesabê tenê kirên xirab, lê ev usa jî tê hesabê qisûr yan jî gunekarî, kîjan ku derbazî ser me bûye.
c Hê zêde derheqa qurbanbûna Îsa û mena vê, hûn dikarin binihêrin gotara bi navê “Çi Cûre Îsa Xilazkarê Me ye?”