Spartin
b GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ: Zorbetiya sêksûalî hindava zara, ew heye çaxê kesek zarê dide xebatê, seva aliyê sêksûalîda xwe razî ke. Ew tê hesabê usa jî sêks, sêksa analî û oralî, mizdana organên cinsî, memika, ciyê rûniştinê, û kirên mayîne mirdar. Ferz e bîr nekin, ku çaxê zar tê xirabkirinê, ew ziyaneke mezin distîne. Gunê wî nîne, ku ew yek tevî wî qewimiye, çimkî ew hatiye xapandinê. Zorbetiya wî cûreyî heçî zef hindava qîzika tê kirinê, lê gelek gede jî têne xirabkirinê. Heçî zef mêr in ku zorbetiyê zara dikin, lê hine jin jî vê yekê dikin.