Sêşem, 9 Îlonê
Axmaxtî jineke qalme-qalm e, bêhiş û bêfem e (Metlk. 9:13).
Kesên ku teglîfa ‘jina axmax’ dibihên, dikarin vê teglîfê yan qebûl kin yan jî înkar kin. Gelek meniyên ferz hene, ku çira em bênamûsiyê nakin. ‘Jina axmax’ dibêje: “Ava dizîyê şîrin e” (Metelok 9:17). Gelo “ava dizîyê” çi ye? Kitêba Pîroz heleqetiya sêksûal orta jin-mêrê ku bi qanûnî zewicî ne, beramberî ava sar dike, ya ku rojeke germda meriva hênik dike (Metelok 5:15-18). Belê, ewana dikarin ji vê heleqetiyê şabûnê bistînin. Lê “ava dizîyê” cude ye. Ev yek derheqa bênamûsiyê tê gotinê, ya ku Xwedê qedexe dike. Kesên ku bênamûsiyê dikin, vê yekê dizîkava dikin. Gava ewana difikirin, wekî tu kes wê wana nevîne û ewê bê ceza bimînin, vî çaxî “ava dizîyê” li ber dilê wan gelek şîrin dibe. Dereweke çiqas mezin e! Ewana dikarin xwe bixapînin, lê nikarin Yehowa bixapînin, çimkî Yehowa her tiştî divîne. Kesê ku dostiya xwe tevî Xwedê unda dike, her tiştî unda dike. Ji vê yekê xirabtir tiştek tune (1 Korintî 6:9, 10). w23.06 22 ¶7-9
Çarşem, 10 Îlonê
Ez vê yekê ne bi hemdê xwe dikim, çimkî eva qulixek e li min hatiye spartinê (1 Korn. 9:17).
Hergê tu difikirî wekî duayên te îda ji dil nînin, yan jî hergê tu îda mîna berê ji xizmetiyê şabûnê nastînî, nefikire ku Yehowa bi saya ruhê pîroz îda alî te nake. Mîna her kesî, tu jî merivekî qisûrdar î, lema jî hestên usa carna dikarin cem te pêşda bên. Hergê xîreta te sar bûye, mesela Pawlosê şandî bide ber çevê xwe. Hemikî ewî her tişt dikir wekî çev bide Îsa, lê carna xwestina wî dihate guhastinê. Yeke Pawlos bi xîret xizmetiyêda kar dikir û firqî tune bû, wê demê ewî xwe ça texmîn dikir. Lema jî, ne tenê ser hîmê hestên xwe safîkirina bike. Tu çi jî texmîn bikî, bira safîkirinên te rast bin. Wext şûnda kirên te wê li ser hestên te hukum bikin (1 Korintî 9:16). w24.03 11-12 ¶12-13
Pêşem, 11 Îlonê
Hizkirina xwe . . . wanra bidine îzbatkirinê, wekî hemû civîn wê yekê bibînin (2 Korn. 8:24).
Em dikarin bibine dostên xûşk-bira û tevî wan wede derbaz kin. Bi vî cûreyî, em dikarin hizkirinê wanra nîşan kin (2 Korintî 6:11-13). Civatên meda, xûşk-birên ji cûre-cûre mileta hene û ji hev cude dibin. Hergê em dîna xwe bidine xeysetên wane baş, emê hizkirina nav xweda diha qewî kin. Belê, hergê em hîn bin, ku mîna Yehowa derheqa kesên din bifikirin, emê îzbat kin wekî em wana hiz dikin. Wedê tengasiya mezin wê gelek ferz be ku em hizkirinê nîşan kin. Gava ev tengasî destpêbe, gelo Yehowa wê çawa me biparêze? Dîna xwe bidinê ku gava wedê berê hicûmî ser bajarê Babîlonê kirin, Yehowa çi rêberî da xizmetkarên xwe: “Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hundur û li pişt xwe deriya bigire. Demeke kurt [kin] xwe veşêre, heta ku xezeb derbaz bû” (Îşaya 26:20, ÎM). Ça kifş e wedê tengasiya mezin jî em gerekê guh bidine vê rêberiyê. w23.07 6-7 ¶14-16