Pêşem, 11 Îlonê
Hizkirina xwe . . . wanra bidine îzbatkirinê, wekî hemû civîn wê yekê bibînin (2 Korn. 8:24).
Em dikarin bibine dostên xûşk-bira û tevî wan wede derbaz kin. Bi vî cûreyî, em dikarin hizkirinê wanra nîşan kin (2 Korintî 6:11-13). Civatên meda, xûşk-birên ji cûre-cûre mileta hene û ji hev cude dibin. Hergê em dîna xwe bidine xeysetên wane baş, emê hizkirina nav xweda diha qewî kin. Belê, hergê em hîn bin, ku mîna Yehowa derheqa kesên din bifikirin, emê îzbat kin wekî em wana hiz dikin. Wedê tengasiya mezin wê gelek ferz be ku em hizkirinê nîşan kin. Gava ev tengasî destpêbe, gelo Yehowa wê çawa me biparêze? Dîna xwe bidinê ku gava wedê berê hicûmî ser bajarê Babîlonê kirin, Yehowa çi rêberî da xizmetkarên xwe: “Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hundur û li pişt xwe deriya bigire. Demeke kurt [kin] xwe veşêre, heta ku xezeb derbaz bû” (Îşaya 26:20, ÎM). Ça kifş e wedê tengasiya mezin jî em gerekê guh bidine vê rêberiyê. w23.07 6-7 ¶14-16
Înî, 12 Îlonê
Ev dinya eyan derbaz dibe (1 Korn. 7:31).
Bira serwaxtiya te hemûyara eyan be. Ji xwe bipirse: “Gelo kesên din min ça yekî berbihêr û nerm hesab dikin, yan ça yekî sert û serhişk? Gelo ez timê difikirim ku merivên din jî gerekê usa bikin, çawa ku ez hesab dikim rast e, yan ez nihêrandina wan jî hildidim hesab?” Gava em xîret dikin wekî bi berbihêriyê her tiştî bikin, em nîşan dikin ku em çev didine Yehowa û Îsa. Berbihêrî tê hesabê ku gava dereca jîyîna me tê guhastinê, em gerekê hazir bin li gora dereca teze bijîn. Guhastinên usa dikarin problêmên teze pêşda bînin. Mesele, dibeke em nişkêva qayîm nexweş kevin, rastî problêmên êkonomîkî bên, yan ji bo guhastinên polîtîkî emirê me diha çetin be (Waîz 9:11). Yan jî, dibeke em teşkîleta Yehowada cabdarîke teze bistînin. Emirê xweda em rastî çi jî bên, ev çar tişt wê alî me bikin: (1) dereca teze qebûl ke, (2) derheqa axiriyê bifikire, (3) dîna xwe bide tiştên baş, û (4) alî kesên din bike. w23.07 21-22 ¶7-8
Şemî, 13 Îlonê
Tu gelekî hatî hezkirin (Dan. 9:23, ÎM).
Çaxê Daniyêl pêxember hê xort bû, Babîloniya ew çawa dîl birine Babîlonê, ku gelek dûrî Orşelîmê bû. Ça kifş e serwêrên Babîloniya dîna xwe dane Daniyêl, çimkî ev yekî berbiçev bû (1 Samûyêl 16:7). Ew yekî “bêqisûr û lihevhatî” bû û ji malbeteke esilzade bû. Lema jî Babîloniya ew hîn kirin, wekî qesirêda xizmet ke (Daniyêl 1:3, 4, 6, ÎM). Yehowa Daniyêl hez dikir ne ji bo bejn-bala wî yan jî nav-dengê wî, lê çimkî ewî xwe li rastiyê digirt û ber çevê Xwedê tiştên rast dikir. Mesele, çaxê Yehowa got ku Daniyêl mîna Nuh û Îbo pêxember yekî amin e, hingê Daniyêl dibeke weke 20 salî bû. Îbo û Nuh bi deha sala ber Xwedê navekî baş qazanc kiribûn (Destpêbûn 5:32; 6:9, 10; Îbo 42:16, 17; Hezeqêl 14:14). Temamiya emirê xwe, Daniyêl pêxember Yehowa hez dikir (Daniyêl 10:11, 19). w23.08 2 ¶1-2