KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Çima Gerekê Kitêba Pîroz Bixûnin?
    Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2017 | № 1
    • Jinik Kitêba Pîroz hildide

      TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇI KARÊ EMÊ BISTÎNIN JI XWENDINA KITÊBA PÎROZ?

      Çima Gerekê Kitêba Pîroz Bixûnin?

      “Min tirê çetin e Kitêba Pîroz fem bikim” (Covî).

      “Ez difikirîm ku xwendina vê kitêbê nehewas e” (Kwênê).

      “Çaxê min dît, wekî Kitêba Pîroz çiqas qalim e, xwestina min unda bû ev bixûnim” (Hezeqêl).

      Dibeke te jî dixwest destpêkî Kitêba Pîroz bixûnî, lê ji bo fikirên usa te xwe ji vê yekê dûr digirt. Gelek meriv ça bêjî ditirsin Kitêba Pîroz bixûnin. Lê yên din pêhesiyan wekî Kitêba Pîroz alî wan dike bi jîyîneke bextewar bijîn. Ewana usa jî pêhesiyan ku heye mêtodeke usa ya ku dikare xwendina Kitêba Pîroz hewas ke. Lê teyê bixwesta Kitêba Pîroz bixwenda seva ku pêbihesî, hela ev çi dibêje?

      Werên em xeber din derheqa wan meriya yên ku têderxistine, wekî xwendina Kitêba Pîroz bi rastî jî karê tîne.

      Hezeqêl yê ku weke 20 salî ye, dibêje: “Berê ez mîna wî merivî bûm, yê ku bê nêt avtê dajo û nizane here kîderê. Lê çaxê min destpêkir Kitêba Pîroz bixûnim evê yekê alî min kir nêta jîyînê bivînim. Vê kitêbêda şîretên kêrhatî hene, kîjan ku ez dikarim her roj bidime xebatê”.

      Frêda, yê ku 20 salî zêdetir e, dibêje: “Min timê bi krîtîkî ser hemû tiştî dinihêrî. Lê çaxê min destpêkir Kitêba Pîroz bixûnim, ez hîn bûm xwe bigirim. Paşê îda meriyara hêsa bû tevî min hevaltiyê bikin û niha îda gelek hevalên min hene”.

      Kulfeta bi navê Yûnes ku 50 salî zêdetir e, derheqa Kitêba Pîroz tiştê usa dibêje: “Ev kitêb alî min kir bibime merivekî daha baş û xeysetê xweye nebaş biguhêzim”.

      Anegorî wan xwendevana, bi mîlyona merivên din jî têderxistin ku xwendina Kitêba Pîroz dikare alîkariyê bide, seva ku jîyîna xwe bextewar kin (Îşaya 48:17, 18). Xêncî wê yekê ew dikare alî te bike (1) safîkirinên baş bikî, (2) hevalên baş bivînî, (3) nekevî bin strêsê, û (4) ya lape baş ew e, ku tu rastî derheqa Xwedê pêbihesî. Şîretên Kitêba Pîroz ji Xwedê ne, lema jî hergê tu xwe li wan bigirî, tuyê tu car şaş nebî. Çimkî Xwedê tu car şîretên xirab nade.

      Lê gava pêşin ew e, ku gerekê destpêkî evê kitêbê bixûnî. Lê çi wê alî te bike ku xwendina Kitêba Pîroz tera hêsa û hewas be?

  • Çawa Destpêkim?
    Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2017 | № 1
    • TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇI KARÊ EMÊ BISTÎNIN JI XWENDINA KITÊBA PÎROZ?

      Çawa Destpêkim?

      Jinik dua dike pêşiya ku Kitêba Pîroz bixûne

      Çi wê alî te bike, ku xwendina Kitêba Pîroz tera hewas be û wekî gelek karê bistînî? Dîna xwe bide wan pênc tişta, çi ku alî geleka kirin.

      Cîkî rihet bivîne. Cîkî bêdeng xwera bivîne. Dêmek wêderê gerekê tiştên usa tune bin, ji bo çi jî tê nikaribî pêda hişê xwe bidî ser xwendinê. Ronaya baş û heva temiz dikare alî te bike, ku ji xwendinê karê bivînî.

      Nihêrandina rast xwey ke. Kitêba Pîroz ji Bavê meyî ezmana ye, lema jî emê bikaribin karê bivînin hergê nihêrandina me mîna ya zara be. Yanê em gerekê mîna zara hazir bin hîn bin. Hergê nihêrandina we hindava Kitêba Pîroz nerast e yan jî bi krîtîkî ye, bixebitin ku evê yekê ji xwe dûr xin, seva ku Xwedê bikaribe we hîn ke (Zebûr 25:4).

      Pêşiya xwendinê dua bike. Di Kitêba Pîrozda fikirên Xwedê ne, lema jî mera alîkariya wî lazim e seva ku evê kitêbê fem bikin. Xwedê soz dide, ku wê ruhê pîroz “bide ewêd ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13). Ruhê pîroz dikare alî we bike fikirên Xwedê fem bikin. Hine wede şûnda hûnê bikaribin hela hê “nêt-meremêd Xwedêye kûr jî” fem bikin (1 Korintî 2:10).

      Bixûne ku fem bikî. Nêta te gerekê ew nîbe ku xwendinê zû xilaz kî. Lê kûr bifikire ser tiştên xwendî. Pirsên usa bide xwe: ‘Çi xeyset-hunur ez divînim cem wî merivî, derheqa kîjanî ku dixûnim? Çawa ez dikarim evê yekê jîyîna xweda bidime xebatê?’

      Hine nêta bide pêşiya xwe. Seva ku karê bistînî ji xwendina Kitêba Pîroz, bixebite ku tiştekî hîn bî, çi ku bi rastî dikare jîyîna te bextewar ke. Mesele, tu dikarî nêtên usa daynî pêşiya xwe: ‘Ez dixwazim derheqa Xwedê hê zêde pêbihesim’. ‘Ez dixwazim bibime merivekî baş, yan mêrekî baş yan jî jineke baş’. Paşê ji Kitêba Pîroz serhatiyên usa bijbêre, yên ku wê alî te bikin bigihîjî wan nêta.a

      Ev pênc şîret wê alî te bikin ku destpêkî Kitêba Pîroz bixûnî. Lê çi tu dikarî bikî, seva ku xwendina Kitêba Pîroz tera hê hewas be? Gotara mayînda derheqa vê yekê hine şîret têne dayînê.

      a Hergê tu nizanî kîjan serhatiyên Kitêba Pîroz seva te wê hê baş bin, Şedên Yehowa hazir in alîkariyê bidine te.

      JI XWENDINA KITÊBA PÎROZ KARÊ BISTÎNE

      • Lez nekeve

      • Pêda hişê xwe bide ser xwendinê û tiştên xwendî bide ber çevê xwe

      • Bixebite ku bivînî, wekî rêz çawa têmayêva girêdayî ne

      • Bifikire, wekî tu ji tiştên xwendî çi dersê dikarî hîn bî

  • Çi Dikare Xwendina Kitêba Pîroz Mera Hewas ke?
    Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2017 | № 1
    • Jinik wedê xwendina Kitêba Pîroz, dide xebatê hacetên Kitêba Pîroze seva hînbûnê

      TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇI KARÊ EMÊ BISTÎNIN JI XWENDINA KITÊBA PÎROZ?

      Çi Dikare Xwendina Kitêba Pîroz Mera Hewas ke?

      Ne hewas e? Yan hewas e? Xwendina Kitêba Pîroz seva te ça ne? Gelek girêdaye vê yekêva hela çawa tu dinihêrî ser xwendinê. Werên em binihêrin, wekî çi lazime bikin seva ku hewasa me pêşda bê.

      Bijbêre welgerandina rast û modêrn. Hergê tu dixûnî kitêbê kîderê ku gelek xeberên çetin û kevin hene, hemikî wê tera nehewas be bixûnî. Lema jî bijbêre welgerandina Kitêba Pîroze usa, ya ku bi zimanê hêsa hatiye nivîsandinê û wê dilê te bigire. Xêncî wê yekê ew welgerandin gerekê li gora orîjînalê rast be.a

      Têxnolojiya modêrn bide xebatê. Îro Kitêba Pîroz ne ku tenê bi cûrê neşirkirî heye. Hine Kitêbên Pîroz dikarin bi onlayn bixûnin yan jî ser kompoterê, tablêtê û ser têlên mobîl xwera bidine kişandinê. Hergê tu pê wan formata Kitêba Pîroz bixûnî, mecala te wê hebe, ku pêra-pêra rêzên din jî binihêrî, yên ku wê têmayêva girêdayî ne, yan jî tu dikarî wana beramberî welgeradinên din bikî. Hergê tu naxwazî Kitêba Pîroz bixûnî lê xwendinê bibihêyî, hingê tu dikarî bi aûdîo xwera vêxî. Gelekara xweş tê xwandina Kitêba Pîroz bibihên çaxê ewana transportêda nin, şixulê malê dikin yan jî tiştên dinva mijûl in. Hûn dikarin hine ji wan mêtoda bidine xebatê, yên ku wera xweş tên.

      Hacetên Kitêba Pîroze seva hînbûnê. Ev hacet dikarin alî te bikin, ku ji xwendinê hê zêde karê bistînî. Cem me heye xerîte ya Kitêba Pîroz, çi ku wê alî te bike bivînî û bidî ber çevê xwe ewan ciya û qewimandina derheqa kîjana ku tu dixûnî. Gotarên wî cûrey çawa ku di vê jûrnalêda hene, usa jî di vê parêda “Hînkirinên Kitêba Pîroz” ya ku li ser malpera jw.org hene, dikarin alî te bikin mena Kitêba Pîroz fem kî.

      Mêtoda Xwendinê Biguhêze. Hergê tera çetin e xwendinê destpêkî û heta xilaziyê berdewam kî, tu dikarî hine parên ji Kitêba Pîroz bijbêrî kîjan xût tera lazim in û wana bixûnî. Ew wê hewasa te pêşda bîne. Hêrgê tu dixwazî derheqa merivên navdar ji Kitêba Pîroz pêbihesî, tu dikarî derheqa wan bixûnî. Seva vê yekê bide xebatê çargoşe “Hê Zêde Pêbihese Derheqa Merivên ji Kitêba Pîroz, û usa Xwendina Xwe Hewas ke”. Yan dibeke tu dixwazî Kitêba Pîroz têma pey têma, yan qewimandin pey qewimandina bixûnî. Tu dikarî yek ji wan mêtoda bijbêrî.

      a Gelek meriv dîtin ku “Welgerandina Dinya Teze ya Nivîsarên Pîroz” welgerandineke rast e, û gelek hêsa ye seva xwendinê. Ev welgerandina Kitêba Pîroz Şedên Yehowa derxistine û ew li ser 130 zimana zêdetir heye. Tu dikarî evê kitêbê ji malpera jw.org xwera bidî kişandinê yan jî bidî kişandinê JW Kitêbxane app. Yan jî, hergê dixwazî Şedên Yehowa dikarin kitêba neşirkirî bînin mala te.

      HÊ ZÊDE PÊBIHESE DERHEQA MERIVÊN JI KITÊBA PÎROZ, Û USA XWENDINA XWE HEWAS KE

      Hine kulfetên amin

      Abîgaîl

      1 Samûyêl serê 25

      Ester

      Ester serê 2-5, 7-9

      Hanna

      1 Samûyêl serê 1-2

      Meryem

      (Diya Îsa) Metta serê 1-2; Lûqa serê 1-2; usa jî binihêre Yûhenna 2:1-12; Karên Şandiya 1:12-14; 2:1-4

      Rehab

      Yêşû serê 2, 6; usa jî binihêre Îbranî 11:30, 31; Aqûb 2:24-26

      Rebeka

      Destpêbûn serê 24-27

      Sera

      Destpêbûn serê 17-18, 20-21, 23; usa jî binihêre Îbranî 11:11; 1 Petrûs 3:1-6

      Hine mêrên amin

      Birahîm

      Destpêbûn serê 11-24; usa jî binihêre 25:1-11

      Dawid

      1 Samûyêl serê 16-30; 2 Samûyêl serê 1-24; 1 Padşatî 1-2

      Îsa

      Metta, Marqos, Lûqa, û Yûhenna

      Mûsa

      Derketin serê 2-20, 24, 32-34; Jimar serê 11-17, 20, 21, 27, 31; Qanûna Ducarî 34

      Nuh

      Destpêbûn serê 5-9

      Pawlos

      Karên Şandiya serê 7-9, 13-28

      Petrûs

      Metta serê 4, 10, 14, 16-17, 26; Karên Şandiya serê 1-5, 8-12

      EDEBYETÊN SEVA HÎNBÛNÊ YÊN KU ŞEDÊN YEHOWA DERXISTINE

      • JW.ORG; Ser vê malperê hene gelek edebyetên seva hînbûnê. Usa jî heye parek bi navê “Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî”. Di vê malperêda hûnê usa jî bivînin rêberî, ku çawa xwera bidine kişandinê JW Kitêbxane app

      • “See the Good Land”, (Binihêrin Erdê Baş); Di vê broşûrêda hene xerîte û şikilên wan ciya, derheqa kîjana ku di Kitêba Pîrozda tê gotinê

      • Insight on the Scriptures, (Femkirina Nivîsarê); Ev heye ensîklopêdiya Kitêba Pîroz ya ku ji du para ye. Wêderê tê şirowekirinê derheqa meriv, cî û gilî-gotinên Kitêba Pîroz

      • “All Scripture Is Inspired of God and Beneficial”, (Temamiya Nivîsarê ji Bîna ber Xwedê ye û Kêrhatî ye); Ev kitêba zandariyê ye, yê ku şirowedike wekî çi çax, kîderê û çima her pirtûka Kitêba Pîroz hatiye nivîsandinê. Usa jî fikirên sereke ya her kitêba têne dayînê

      • The Bible—God’s Word or Man’s?, (Kitêba Pîroz, Xebera Xwedê ye, yan yê Meriva?); Elametiya vê kitêba biçûk lêkolînkirî ye, û li wir îzbatkirin têne dayînê ku Kitêba Pîroz bi rastî jî Xebera Xwedê ye

      • The Bible—What Is Its Message?, (Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?); Ev broşûra ji 32 rûpêla, kin şirowedike temamiya têma ya Kitêba Pîroz

  • Çawa Kitêba Pîroz Dikare Jîyîna min Aliyê Başda Biguhêze?
    Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2017 | № 1
    • Mêr û jin tevay xwarinê çêdikin

      TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇI KARÊ EMÊ BISTÎNIN JI XWENDINA KITÊBA PÎROZ?

      Çawa Kitêba Pîroz Dikare Jîyîna min Aliyê Başda Biguhêze?

      Kitêba Pîroz ne mîna hemû kitêba ye. Di vê kitêbêda şîret têne dayînê, yên ku ji Efirandarê me ne (2 Tîmotêyo 3:16). Elametiya wê kitêbê dikare qayîm li ser me hukum be. Kitêba Pîroz dibêje: “Xebera Xwedê sax û zor e” (Îbranî 4:12). Qewata wê kitêbê heye ku jîyîna me bextewar ke. Mesele, ew îda niha rêberiyê dide me seva jîyîna meye herrojî, û alî me dike hê rind bizanibin derheqa Xwedê û sozên wî (1 Tîmotêyo 4:8; Aqûb 4:8).

      Îda niha jîyîna te bextewar dike. Kitêba Pîroz dikare alikariyê bide hela hê pirsên şêxsîda jî. Ew şîretên kêrhatî dide derheqa:

      • Heleqetiya me tevî yên dinêna (Efesî 4:31, 32; 5:22, 25, 28, 33).

      • Sihet-qewata meye êmosiyalî û fîzîkî (Zebûr 37:8; Metelok 17:22).

      • Nav-namûsiyê (1 Korintî 6:9, 10).

      • Aboriyê (Metelok 10:4; 28:19; Efesî 4:28).a

      Cotê zewicî ji Asyayê gelek qîmet kirin şîreta Kitêba Pîroz. Ewana anegorî gelek cotên teze zewicî, dixebitîn ku xeyset-hunurên hev rast kin. Û seva wê yekê wana timê dilê xwe hevra vedikir. Wana destpêkir bidine xebatê ew, çi ku ji Kitêba Pîroz dixwendin. Ewê yekê çi kar anî? Ew mêrê ji Asyayê, bi navê Vîsênt dibêje: “Çi ku min ji Kitêba Pîroz dixwand alî min kir çetinayên zewacê bi hizkirin safî kim. Xebitandina prînsîpên Kitêba Pîroz alî me kirin ku tevay bextewariyêda bijîn”. Jina wî Analoû dibêje: “Xwendina meselên ji Kitêba Pîroz alî me kirin. Niha ez bextewar im û lezetê distînim ça ji zewaca xwe usa jî ji wan nêta ku me daniye pêşiya xwe”.

      Xwedê hê rind nas bikî. Derheqa zewaca xwe Vîsent zêde dike: “Niha çaxê Kitêba Pîroz dixûnim, ez texmîn dikim ku çawa ez hê nêzîkî Yehowa dibim”. Ji giliyê Vîsent tiştekî ferz hate kifşê. Dêmek Kitêba Pîroz dikare alî te bike, ku Xwedê hê rind nas bikî. Çaxê Kitêba Pîroz dixûnî, ne ku tenê karê distînî ji şîretên wê, lê usa jî texmîn dikî wekî Xwedê tera dibe dost. Û tê bivînî wekî Kitêba Pîroz hela hê tiştên hûr bi hûr jî derheqa axiriya baş eyan dike. Ev bi rastî jî axiriya baş e, kîderê ku tuyê lezetê bivînî ji “jiyîna ku rastî jiyîn e” û yê ku wê herheyî bikşîne (1 Tîmotêyo 6:19). Tu kitêbeke din axirîke usa baş soz nade.

      Hergê tu destpêkî Kitêba Pîroz bixûnî û li gora prînsîpên wê bijîyî, tê îda niha karê bistînî, jîyîna xwe bextewar kî û Xwedê hê rind nas kî. Hemikî çaxê tu Kitêba Pîroz bixûnî, dibeke hine pirs cem te pêşda bên. Lê timê bîra xweda xwey ke mesela baş yê wezîrê Etyûpyê, yê ku 2 000 sal pêşda dijît. Gelek pirsên wî hebûn Nivîsarên Pîrozva girêdayî. Çaxê ji wî pirsîn hela ew fem dike ewê yekê çi ku dixûne, ewî got: “Ezê çawa bikaribim fem bikim, heger yek minra şiroveneke?”b Paşê ewî bi dil û can qebûl kir alîkariyê ji merivê ku dersdarê Nivîsarên Pîroze cêribandî bû. Navê wî Fîlîpo bû û ew şagirtê Îsa bû (Karên Şandiya 8:30, 31, 34). Hergê tu jî dixwazî hê zêde derheqa Kitêba Pîroz pêbihesî em te teglîf dikin bikevî malpera www.pr2711.com. Li ser vê malperê tê bikaribî xwestina xwe bi kûponê tije kî yan jî binivîsî ser adrêsa ku di vê jûrnalêda nivîsar in. Tu usa jî dikarî tevî Şedên Yehowa têklî bî yan jî herî Oda Civata wan. Îda niha hînbûna Kitêba Pîroz destpêke û bihêle ku ew rêberiya te bike û jîyîna te bextewar ke.

      Hergê tu hinekî dudilî dibî hela bi rastî tu dikarî pêda îtbariya xwe Kitêba Pîroz bînî yan na, ji kerema xwe binihêre vîdêoya kin bi navê “Ça Em Dikarin Bawer Bikin, ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye?” Seva vê yekê dikarî şifrê skan bikî, yan jî bikeve jw.org, bitikîne “Lêgerîn” û binivîse nav

      a Hergê dixwazî hê zêde pêbihesî, ku çida Kitêba Pîroz dîsa kêrhatî ye, binihêre malpera me jw.org. Bikeve HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > PIRSÊN KITÊBA PÎROZVA GIRÊDAYÎ.

      b Binihêre gotara vê jûrnalê bi navê “Çima Nerast Fem Dikin?”

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin