KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 78
  • Gelo Xwedê Heye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Xwedê Heye?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Gerdûn Çi Îzbat Dike?
    Hişyar Bin!—2021
  • Rastî Derheqa Xwedê
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 78
Tev ji ewira şewq dide

Gelo Xwedê Heye?

Caba Kitêba Pîroz

Belê, û Kitêba Pîroz gelek îzbatiyên vê yekê dide, ku Xwedê bi rastî heye. Ev kitêb me hêlan dike, wekî baweriya xwe hindava Xwedê, ne ku çevgirtî li gora hînkirinên rêlîgiya pêşda bînin, lê femê xwe bidine xebatê (Romayî 12:1; 1 Yûhenna 5:20). Ji kerema xwe dîna xwe bidin hine îzbatiya, yên ku jêrê têne dayînê, û li ser hîmê Kitêba Pîroz in:

  • Terbetiya gerdûnêda û jîyîna li ser wê, dide kifşê wekî Efirandar heye. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Femdarî ye, her malek bi destê yekî tê çêkirinê, lê yê her tişt efirandiye, Xwedê ye” (Îbranî 3:4). Rast e ev nihêrandin logîkî ye, lê bona merivên xwendî ev îzbatiya qayîm e.a

  • Xwestina hemû meriya heye, ku fem bikin wekî nêta jîyînê çida ne. Ev xwestin hingê jî unda nebe, gava hewcên merivayî fîzîkî têne temamkirinê. Xêncî vê yekê, ev xwestin usa jî xwestina ku Xwedê nas bikin û wî bihebînin, Kitêba Pîrozda tê navkirinê ça hewcên ruhanî (Metta 5:3; Eyantî 4:11). Ev hewcên ruhanî ne tenê îzbat dikin ku Xwedê heye, lê usa jî wekî Efirandar me hiz dike û dixwaze wekî em ew hewcên xwe tije bikin (Metta 4:4).

  • Pêxembertiyên Kitêba Pîroz hatibûn nivîsarê gelek qirna pêşda, pêşiya ku ew hatine sêrî. Qewimandinên ji wan pêxembertiya raste-rast wedê kifşkirîda hatine sêrî. Ev yek ku ew pêxembertî usa rast hatibûn sêrî, hela hê tiştên biçûkda jî, îzbat dikin, wekî ev hemû tişt ji meriv nîbû (2 Petrûs 1:21).

  • Planêta Erd ji kosmose

    Nivîskarên Kitêba Pîroz tiştên usa derheqa zandariyê zanibûn, çi ku bona merivên wan çaxa ecêbmayî bû. Mesele, wedê berê gelek meriv bawer dikirin, ku erd ser fîlekê, berazekê, ser ga yan jî ser heyvanekî din sekiniye. Lê Kitêba Pîrozda hatibû nivîsarê, ku Xwedê erd ser tu tiştî darda nekir û ew hewêda ne (Îbo 26:7). Him jî Kitêba Pîroz derheqa erdê rast şirovedike û dibêje, ku ew girover e (Îşaya 40:22). Gelek meriv dibêjin wekî nivîskarên Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê dinivîsîn, lema jî wanara ecêbmayî bû, ku Kitêba Pîroz derheqa tiştên usa digot, çi ku gelekara hê eyan nîbû.

  • Kitêba Pîroz caba gelek pirsên çetin dide û gava meriv caba wan pirsa navînin, ewana dibine atêîst. Mesele: Hergê Xwedê hizkirin e û yekî Himzor e, lê çima diniyayêda haqas zulmî û çerçirandin heye? Çima gelek car ji bo rêlîgiyayê, meriv tiştên xirab dikin, ne ku baş? (Tîto 1:16).

a Mesele, Astronom Allan Sêndîc derheqa terbetiya gerdûnê usa got: “Ez difikirim wekî ev nelogîkî ye bifikirin, ku terbetiya usa [gerdûnêda] xwexa ji tiştekî pêşda hatiye. Gerekê kaniya terbetiya usa hebûya. Rast e bona min Xwedê ça tiştekî veşartî ye, lê ev yek ku Xwedê heye rind şirovedike wan keremeta, çi ku em der-dora xwe divînin, dêmek ev heye gerdûn û jîyîn, çi ku gerekê tune bûya”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin