KILAMA 112
Yehowa, Xwedayê Aştîhiz
Ya Neşirkirî
1. Xwedayê aştîhiz,
Soz daye me edlayê.
Qewata Xwe dide meda,
Ku berên baş em bînin.
Tevî Xwedê dostyê
Edlayê wekî xwey kin,
Bawerya xwe aminya xwe,
Em Îsara eyan kin.
2. Ronaya rastya te,
Dibînin bi ruhê te.
Alî dike diparêze
Wê dinya teryêda me.
Hîvya wî wede ne,
Çaxê şer wê tune be,
Ruhê te me kerem dike,
Edlayê em xwey dikin.
3. Te top kir yên amin,
Ser erdê û ser ezmên,
Em çawa yek xizmet dikin,
Padşatya te saz bûye.
Ew wê her kul û derd,
Ser hertim wê kuta ke.
Yên milûk, amin wê bijîn,
Her-heyî edlayêda.
(Usa jî binihêre Zeb. 4:8; Fîlî. 4:6,7; 1 Têsln. 5:23).