-
“Ezê Herim”Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2016 | № 3
-
-
Êvarekê çaxê Rebeka cêrê xwe tije kiribû, kalemêrekî bi lez çû pêşiya wê. Ew gote Rebekayê: “Kerema xwe, avekê ji cêrê xwe nadî ez vexwim?”. Ew xwestineke usa bi qedir û bi milûktî bû! Rebekayê têderxist wekî ew kalemêr ji dûr hatiye. Lema jî ewê zûskava cêrê xwe ji milê xwe peya kir û da wî, wekî ew ava sar têr vexwe. Ewê dît wekî dehe devên wî mêrikî jî hebûn û kurnê wanî avê, vala bû. Rebekayê didît wekî ew kalemêr ça bi qedir lê dinihêre, û ewê xwest hê zêde hindava wîda merd be. Lema jî ewê got: “Ez avê deveyêd tera jî bikişînim, wan jî têr avdim” (Destpêbûn 24:17-19).
Dîna xwe bidin, Rebekayê ne got ku hine av wê bide deva, lê ewê got ku wana têr av de. Çaxê devek gelek tî ye, ew dikare 95 lîtira zêdetir avê vexwe! Niha bidine hesabê xwe hergê hemû deve usa tî bûna, Rebekayêra çiqas sihet lazim bû seva avê bide wan. Lê paşê ça hate kifşê deve haqas jî tî nîbûn.a Lê gelo Rebekayê ev yek zanibû? Na. Ew hazir bû bi rezadilî bixebite seva ku mêvanhiziya xwe hindava wî kalemêrî bide kifşê. Ev kalemêr razî bû, ku qîzik alî wî bike. Paşê ew zûr bibû li wê dinihêrî, ku çawa Rebeka virda-wêda diçe tê. Ew dîsa û dîsa dihat, cêrê xwe tije dikir û paşê devara vala dikir (Destpêbûn 24:20, 21).
Rebeka xebathiz û mêvanhiz bû
-
-
“Ezê Herim”Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2016 | № 3
-
-
a Îda terî ketibû erdê. Tu ciya di vê serhatiyêda nayê gotinê ku Rebeka bi siheta ber bîrê bû. Usa jî nayê gotinê, ku çaxê ewê xebata xwe xilaz kir, malbeta wê îda raza bû. Yan jî kesek lê digeriya û hatibû pey wê.
-