-
“Ezê Herim”Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2016 | № 3
-
-
Dîna xwe bidin, Rebekayê ne got ku hine av wê bide deva, lê ewê got ku wana têr av de. Çaxê devek gelek tî ye, ew dikare 95 lîtira zêdetir avê vexwe! Niha bidine hesabê xwe hergê hemû deve usa tî bûna, Rebekayêra çiqas sihet lazim bû seva avê bide wan. Lê paşê ça hate kifşê deve haqas jî tî nîbûn.a Lê gelo Rebekayê ev yek zanibû? Na. Ew hazir bû bi rezadilî bixebite seva ku mêvanhiziya xwe hindava wî kalemêrî bide kifşê. Ev kalemêr razî bû, ku qîzik alî wî bike. Paşê ew zûr bibû li wê dinihêrî, ku çawa Rebeka virda-wêda diçe tê. Ew dîsa û dîsa dihat, cêrê xwe tije dikir û paşê devara vala dikir (Destpêbûn 24:20, 21).
Rebeka xebathiz û mêvanhiz bû
-
-
“Ezê Herim”Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2016 | № 3
-
-
Hemikî Rebekayê didît, ku çawa ev kalemêr lê dinihêre. Di vê yekêda tiştekî necayîz tune bû; ev kalemêr li ser wê ecêbmayî mabû û şa dibû. Gava Rebekayê şixulê xwe xilaz kir, hingê kalemêr qerefîleke zêrîn û du bazinên zêrîn dane wê! Paşê ewî jê pirsî: “Bi kerema xwe beje, tu qîza kê yî? Gelo mala bavê teda cî heye, ku em şeva xwe derbaz kin?” Çaxê Rebekayê derheqa malbeta xwe wîra gilî kir, şabûna wî hê zêde bû. Qîzik serda zêde kir: “Şikir ka û gîhayê me gelek e û cîyê şevmayîna we jî heye”. Ev giliyê aqilanî bûn, çimkî tevî kalemêr merivên din jî hatibûn. Paşê Rebeka revî çû û eva yeka diya xwera gilî kir (Destpêbûn 24:22-28, 32).
-