-
Emir Ça Destpêbû?Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
-
-
3. Meriv ji heywana çida cude dibin?
Paşî efirandina erdê, Yehowa jîyîn ser erdê efirand. Dêmek pêşiyê ewî şînkayî û heywan efirandin. Paşê, “Xwedê merî dilqê xweda xuliqand.” (Bixûne Destpêbûn 1:27.) Gelo meriv çida mexsûs in? Em dilqê Xwedêda hatine efirandinê, û lema jî dikarin mîna wî hizkirinê bidine kifşê û heq bin. Ewî usa jî em usa efirandine ku em dikarin cûre-cûre zimana hîn bin, him jî ji tiştên bedew û ji mûzîkayê lezetê bistînin. Em usa jî bi wê yekê ji heywana cude dibin, ku dikarin Efirandarê xwe bihebînin.
-
-
Emir Ça Destpêbû?Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
-
-
5. Çi ku Kitêba Pîroz Derheqa Efirandinê Dibêje, ev rast e û bi logîkî ye
Kitêba Pîrozda, Destpêbûn serê 1-da derheqa efirandina erdê û jîyînê tê gotinê. Ça tu difikirî, ev yek rast e yan çîrok e? Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:
Gelo Kitêba Pîroz hîn dike, wekî erd û jîyîn nava 24 sihetada hatibûn efirandinê?
Ça tu difikirî şirovekirina Kitêba Pîroz derheqa efirandinê bi logîkî û rast e? Çima erê, yan jî çima na?
Bixûne Destpêbûn 1:1, û paşê vê pirsê şêwir ke:
Zandarî dibêje wekî destpêka gerdûnê hebû. Gelo giliyê zandara û çi ku te hêja ji Kitêba Pîroz xwend, hev digire?
Hine meriv dibêjin, wekî Xwedê bi saya êvolûsiyayê jîyîn efirandiye. Bixûne Destpêbûn 1:21, 25, 27, û paşê van pirsa şêwir ke:
Gelo Kitêba Pîroz hîn dike, ku sêrîda Xwedê forma jîyînêye hêsa efirand, ji kîjanî paşê mesî, heywanên şîrmêj û meriv pêşda hatin? Yan Kitêba Pîroz dibêje, ku Xwedê her efirîneke bînber bi cûrê wan efirandiye?
-