-
Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Jîyîn û Mirinê?Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2017 | № 4
-
-
KITÊBA PÎROZ RASTIYÊ EYAN DIKE
Di kitêba Destpêbûnda derheqa efirandina meriv usa tê gotinê: “Xudan Xwedê ji axa erdê qalibê mêr çêkir, bîna jîyînê hulmî poza kir û mêr bû bînberekî sax”. Xebera Îbranî “nefêş”, raste-rast tê welgerandinê ça “bînberekî sax”a (Destpêbûn 2:7).
Bi vê yekê Kitêba Pîroz eşkere dike, ku cem meriv tune nefsekî nemirî. Lê dewsê, her merivek xwexe heye “merivekî bînber”. Lema jî hergê hûn bixwazin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, hûnê tu ciya xebera “nefsa nemirî” nevînin.
-
-
Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Jîyîn û Mirinê?Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2017 | № 4
-
-
a Hine welgerandinên Kitêba Pîroz, mesele welgerandina “King James” û Welgerandina Katolîkiye Dûêy, xebera “nefeş” welgerandin ça “bînberekî sax. Lê gelek welgerandinên modêrn jî, mesele “The New English Bible”, ev xeber welgerandin ça “efrînê bînber”. Lê “New International Version” û “The Jerusalem Bible” ev tercime kirine ça “bibine sax”; yanê li gora “Today’s English Version”, “destpêkir bijî”.
-