-
Gelo Çira Xwedê Dihêle ku Em Biçerçirin?Birca Qerewiliyê — 2014 | 1 Çile
-
-
Sera: Temam. “Ji nava wan hemû terewilên çolêye ku Xudan Xwedê efirandibûn, yê herî hilekar mer bû. Ewî gote jinê: ‘Rastî Xwedê gotîye wekî ji hemû darên baxçe gerekê nexwin?’ Kulfetê gote mer: ‘Ji berên darên baxçe em dikarin bixwin. Lê ji berê wê dara ku nava baxçeda ye, Xwedê got nexwin û dest nedinê, wekî hûn nemirin’. Mer gote kulfetê: ‘Na, hûn tu car namirin, lê Xwedê zane, wê roja gava hûn ji wê bixwin, çevên weyê vebin û bibine mîna Xwedê, qencî û xirabîyê ji hev derxin’”.
-
-
Gelo Çira Xwedê Dihêle ku Em Biçerçirin?Birca Qerewiliyê — 2014 | 1 Çile
-
-
Meyrem: Alîkîva bêjin, erê. Lê Mîrê-cina ne tenê ev pirs pêşda anî, hela binihêre rêza 5. Te têderxist ewî dîsa çi Hêwayêra got?
Sara: Ewî got, ku heger Hêwa vê berê bixwe, wî çaxî wê çevê wê vebe.
Meyrem: Erê û ku ewê bibe mîna Xwedê û wê bizanibe ça qenciyê ji xirabiyê hev derxe. Bi wê yekê Mîrê-cina xwest bida kifşê, wekî Xwedê tiştekî baş ji meriva vedişêre.
Sara: Niha femdarî ye.
Meyrem: Te dît, Mîrê-cina dîsa pirsek pêşda anî.
Sara: Kîjan pirs?
Meyrem: Mîrê-cina xwest bêje, wekî Hêwayêra û hemû însanetêra wê diha baş be bê rêberiya û serwêrtiya Xwedê bijîn. Yehowa zanibû, wekî wede lazim e seva ku Mîrê-cina giliyên xwe îzbat ke. Lema jî Xwedê îzin da, wekî Mîrê-cina wedelû bibe serwêrê vê dinê. Û ev çetinayên der-dorê me îzbat dikin, wekî ne ku Xwedê lê Mîrê-cina serwêrê vê dinê ye.d Lê Xwedê me bê çare nehîşt.
-