-
“Bira Sebir Karê Xwe Temam Bike”Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2016 | Nîsan
-
-
12. Em çi hîn dibin ji xêrûba ku baxçê Edenêda “dara jîyînê” xwey dikirin?
12 Xêrûb. Mesela hine efirînên ruhanîye pêşin, dêmek xêrûba, dikarin alî me bikin sebir kin, çaxê cabdariya meye çetin heye. Yahowa Xwedê “ji aliyê rohlata baxçê Edênêva, xêrûb û şûrê agirîyî ku her alîyava divirvirî danîn, wekî rîya dara jîyînê xwey kin”[2] (Destp. 3:24, PKM). Çaxê Yahowa dinê efirand, nêta wîda tune bû ku kesek gune bike û miqabil derê. Lema jî, xêrûb hîviyê nîbûn ku wê şixulekî usa bistînin. Hin jî, xêrûb nava efirînên ruhanîda ciyê bilind digirin. Lê yeke em Kitêba Pîrozda tu cîkîda naxûnin ku xêrûba dikirine ofe-of, ku ev şixul bona wana gelek nimiz e. Ewana xwe texmîn nedikirin bin barê giranda û destê xwe peya nekirin. Dewsê, ewana pê guhdarîkirinê şixulê xwe dikirin û sebir kirin heta şixulê wana xilaz bû. Diqewime ku ew şixulê wan xilaz bû wedê Sêlavê, paşî 1 600 sala zêdetir!
-
-
“Bira Sebir Karê Xwe Temam Bike”Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2016 | Nîsan
-
-
^ [2] (abzasa 12) Kitêba Pîroz nabêje ku çiqas xêrûb hatine kifşkirinê bona wî şixulî.
-