-
“Ew li Xwedê Xweş Hatibû”Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2017 | № 1
-
-
JI DINÊ HATE HILDANÊ, KU MIRINÊ NEBÎNE
Lê derheqa mirina Henox çi tê gotinê? Bi rastî derheqa mirina wî gelek tişt veşartî ne. Kitêba Destpêbûnêda derheqa vê yekê usa tê gotinê: “Henox rîya Xwedêda diçû û nişkêva bû qatî, çimkî Xwedê ew hildabû” (Destpêbûn 5:24). Çi cûreyî Xwedê, Henox hildabû? Pawlosê şandî usa evê yekê şirowedike: “Bi saya baweriyê, Henox ji bo ku mirinê nebîne, hat hilkişandin. ‘Ew nehat dîtin, çimkî Xwedê ew hilkişandibû’. Û beriya hilkişandina wî, şahidî hat kirin ku ew li Xwedê xweş hatibû” (Îbranî 11:5, ÎM). Pawlos çi dixwest bigota, çaxê nivîsî ku “Henox ji bo ku mirinê nebîne, hat hilkişandin”? Hine welgerandinên Kitêba Pîroz dibêjin ku Xwedê, Henox hildabû cem xwe li ezmên. Lê ev yek usa nîne. Kitêba Pîroz nîşan dike ku Îsa Mesîh kesê pêşin bû yê ku çûye ezmên (Yûhenna 3:13).
Lê çi cûreyî Henox hate hildanê û mirin jî nedît? Yehowa usa kir, ku bê êş û çerçirandinê jîyîna Henox bê sekinandinê û usa ew ji destê dijmina xwey kir yên ku dixwestin wî bikujin. Lê pêşiyê Henoxra “şahidî hat kirin ku ew li Xwedê xweş hatibû”. Gelo çi cûreyî? Pêşiya mirina xwe, Henox dibe ku xewn-xeyalek ji Xwedê standibû, kîderê ku ewî erdê cinetê dîtibû. Paşî wê nîşana qebûlkirina Xwedê, Henox bi xeva mirinê raza. Derheqa Henox û mêr-jinên amine din, Pawlosê şandî usa nivîsî ye: “Ev hemû jî ... baweriyêda mirin” (Îbranî 11:13). Dibeke dijminên wî ciniyazê wî digeriyan, lê tu ciya “ew nehat dîtin”. Bi vê yekê Yehowa ew parast ku dijmin nikaribin qerfê xwe ciniyazê wî bikin, yan jî seva hebandina nerast bidine xebatê.b
Li ser hîmê şêwirkirina Nivîsarên Pîroz, werên em bidine ber çevê xwe, ku çawa jîyîna Henox hate sekinandinê. Hela bide ber çevê xwe ku Henox direve û îda qudûm ketiye. Dijminên wî pey wî ketine û ewana gelek hêrs ketibûn ji bo elametiya Henoxe derheqa dîwankirinê. Henox cîkî divîne seva ku têda xwe veşêre û hevekî hêsa be. Ew fem dike ku wê nikaribe ji destê wan xwe xilaz ke. Kifş e dixwazî-naxwazî ew ji destê neyara wê bihata kuştinê, û mirina wî îda ber şêmîkê bû. Axiriyêda Henox destpêdike Xwedêra dua bike. Paşê ew li ser xwe texmîn dike rihetî edilaya Xwedê. Yehowa Xwedê wîra xewn-xeyal da ku bona Henox usa rêalî bû tê bêjî ew bi rastî li cîkî din bû.
Wê Henox bikuştana, hergê Yehowa wî hilneda
Di vê xeyalêda Henox dît dinya ku qet ne mîna vê dinya zulm bû kîderê ku ewî dijît. Ewî tirê ku ew baxçê Edenêyî bedew divîne, lê li wir xerûb tune bûn, yên ku baxçe ji meriva xwey dikirin. Ev baxçe tije mêr û jina bû, yên ku sihet-qewat bûn û cahil bûn. Nava wanda edilayî hebû. Tu nefretî nav wanda tune bû, ne jî kesekî ewana dizêrandin ji bo baweriya wan, çawa ku ew dereca Henoxda diqewimî. Henox li ser xwe texmîn kiribû ku Yehowa ew qebûl kiriye û wî hiz dike. Ewî li wî cî xwe usa baş texmîn kir, tê bêjî ew mala wî bû. Henox li ser xwe edilayê texmîn dike, ew çevên xwe dadide û paşê dikeve xeveke kûr, dêmek xeva mirinê.
Û heta niha ew ça bêjî raza ye û Yahowa Xwedê wî bîra xweda xwey dike! Çawa ku Îsa soz dabû, ewên ku bîra Xwedêda nin, wê dengê Îsa bibihên û vegerin li jîyînê. Ewana wê îda çevên xwe di cineta bedewda vekin, kîderê ku wê edilayî be (Yûhenna 5:28, 29).
-
-
“Ew li Xwedê Xweş Hatibû”Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2017 | № 1
-
-
b Anegorî wê yekê, Xwedê xem kiribû ku ciniyazê Mûsa û Îsa jî, ji tiştên usa bêne xweykirinê (Qanûna Ducarî 34:5, 6; Lûqa 24:3-6; Cihûda 9).
-