-
Sera, Dayka Gelek PadşaBirca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2017 | № 5
-
-
Îda gelek wext derbaz bû ça Birahîm, malbeta xweye mezin çemê Feratra bir heta Kenanê. Serayê bi hazirbûn piştgiriya mêrê xwe dikir di vê rêvîtiya dirêjda ku wanara nenas bû. Ewê zanibû ku Birahîm gerekê qirara Yehowa bîne sêrî ji kîjanî wê zuret û cimetek pêşda bê. Lê qirara Xwedê hindava Serayê çibû? Ew bêzuret bû û niha jî ew îda 75 salî ye. Dibe ku ew berxwediket: “Heta ku ez jina Birahîm im û bêzuret im, gelo ça sozê Xwedê dikare bê serî?” Xemgîniya Serayê û hestên wê, femdarî ne.
-
-
Sera, Dayka Gelek PadşaBirca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2017 | № 5
-
-
Dewsa ku bi keser rojên berê bikira bîra xwe, Serayê li pêş dinihêrî. Ewê berdewam dikir piştgiriya mêrê xwe dikir û alî wî dikir çadira top kin, bi hemû heywanên xwe, ciyê din cîvar bin û û paşê tezeda çadirê vekin. Ewê teyax dikir ber hemû çetinaya û guhastina ku rastî wê dihatin. Yehowa tezeda sozê xwe Birahîmra wekiland, lê derheqa Serayê dîsa jî tu tişt negot! (Destpêbûn 13:14-17; 15:5-7).
Axiriyê Serayê safî kir Birahîmra xeber de derheqa wê yekê, çi ku ji hişê wê dernediket. Bide ber çevê xwe, ku bi çi dilî ew mêrê xwera dibêje: “Va ye Xudan zaranîn para min nedaye”. Paşê ewê ji mêrê xwe xwest wekî ew bi alîkariya cariya wê Hacerê, bibe bavê zara. Hela bifikire çiqas wêra zor bû evê yekê ji mêrê xwe bixwaze. Seva me dibeke ev recake ecêb e, lê wan çaxa ev tişteke normal dihate hesabê, ku mêr jina duda bistîne yan jî cariyê, seva ku zureta wî hebe.b Gelo dibe ku Sera difikirî, wekî hema usa qirara Xwedê derheqa zuretê Birahîm wê bê sêrî? Çi jî hebû ew hazir bû qurbaneke nehêsa bike. Gelo Birahîm çi got? Em dixûnin ku ewî “gura Serayîyê kir” (Destpêbûn 16:1-3).
Gelo, Yehowa Sera hêlan kir, ku qurbaneke usa bike? Na. Safîkirina wê eyan kir, ku ewê bi nihêrandina merivayî ser vê pirsê dinihêrî. Ewê tirê ku Xwedê qirar kiribû, wekî ew telî-tengiyada be û ew ne jî dikaribî bida hesabê xwe ku Xwedê wê cûrekî mayîn evê pirsê safî ke. Safîkirina Serayê tenê êş û diltengî jêra anî. Lê dîsa jî evê safîkirinê da kifşê, ku Sera yeke xwehiz nîbû. Îro gelek meriv nêt-xwestinên xwe datînin pêşiya hemû tiştî, lê Sera bi rastî jî meselekî çiqas baş e. Hergê em jîyîna xweda nêt-xwestinên Xwedê pêşiya xwestinên xwe datînin, usa em çev didine baweriya Serayê.
-