-
Pirsên XwendevanaBirca Qerewiliyê — 2000 | 15 Cotmeh
-
-
Yehowa, yê ku emir daye me, ji me dewa dike wekî em xûnê nedine xebatê (Destpêbûn 9:3, 4). Qanûna Xwedêda kîjan ku Îsraêlên berêra hatibû dayînê, dihate gotinê wekî xûnê nedine xebatê, çimkî ev tê hesabê emir. Xwedê got: “Çimkî emirê her bînberî xûnêda ye û min ew da we ku hûn pê wê li ser gorîgehê kewandinê bona emirê xwe bikin, çimkî xûn bona emir kewandinê dike”. Lê çaxê meriv bona xwarinê heywanek serjê dikir, ewî gerekê çi bikira? Xwedê got: “Gerekê bihêle xûn jê here û pê xwelîyê xûnê binixême”a (Qanûna Kahîntiyê 17:11, 13). Yehowa çend cara ev temî diwekiland (Qanûna Ducarî 12:16, 24; 15:23). Edebyeteke Îbranîda tê gotinê: “Gerekê xûnê xwey nekin, lê birêjin ser erdê, û bi vê yekê bidine kifşê, wekî ev nayê xwarinê” (“Soncino Chumash”). Îzina tu Îsraêlî tune bû xûna bînberekî xwey kira û bida xebatê, çimkî emirê wî ji Xwedê ye.
-
-
Pirsên XwendevanaBirca Qerewiliyê — 2000 | 15 Cotmeh
-
-
Cara hekîm nexweşa hêlan dikin, wekî çend heftî pêşiya opêrasiyonê xûna xwe tesmîl kin (xûnhildana pêşiya opêrasiyonê), seva ku wedê opêrasiyonê heger hewce be, xûna wî berî wî din. Lê topkirin, xweykirin û berîdayîna xûnê miqabilî vê yekê ye, çi ku kitêba Qanûna Kahîntiyê û Qanûna Ducarîda tê gotinê. Îzin tune xûnê xwey kin, lê gerekê birêjin ser erdê, dêmek ça bêjî paşda vegerînin bal Xwedê. Rast e îro Qanûna Mûsa îda qewatêda nîne, lê Şedên Yehowa qedirê prînsîpên ji van qanûna digirin, û xwe ‘dûrî xûnê digirin’. Lema jî em xûnê ne didin, ne jî didine xweykirinê seva ku paşê berî me din, çimkî ew yek miqabilî qanûna Xwedê ye.
-
-
Pirsên XwendevanaBirca Qerewiliyê — 2000 | 15 Cotmeh
-
-
a Profêsor Frênk Gorman usa dibêje: “Rêtina xûnê ser erdê, diqewime qedir nîşan dikir hindava jîyîna heywan û hindava Xwedê, yê ku efirandarê vê jîyînê ye û berdewam dike bona vê jîyînê xem bike”.
-