-
Melek Kî ne û Ewana Çi Dikin?Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
-
-
5. Sêrbaziyê înkar ke
Mîrê-cina û cin dijminên Yehowa ne. Ewana usa jî dijminên me ne. Bixûne Lûqa 9:38-42, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Cin xwe hindava meriva ça didine kifşê?
Em naxwazin wekî cin ser me hukum kin. Bixûne Qanûna Ducarî 18:10-12, û paşê van pirsa şêwir ke:
Cin bi alîkariya çi dixwazin ser me hukum kin, wekî heleqetiya me tevî wan hebe? Ew ciyê ku hûn dijîn, kîjan cûrê sêrbaziyê belabûyî ne?
Tu ça difikirî, ew yek bi bîlanî ye ku Yehowa hemû cûrê sêrbaziyê qedexe dike? Şiroveke.
Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:
Tu ça difikirî, telîsma ku Palêsayê destê qîza xweva kiribû, ziyan dianî?
Palêsayê gerekê çi bikira, wekî cin lê vegeriyana?
Mesîhiyên rast timê miqabilî cina dertên. Bixûne Karên Şandiya 19:19 û 1 Korintî 10:21, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Çira ferz e wekî tu hemû tiştên sêrbaziyêva girêdayî yên ku bal te hene, kuta kî?
-
-
Paşî Mirinê Çi Diqewime?Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
-
-
2. Zanebûna rastiya derheqa miriya, ça alî me dike?
Gelek meriv ji mirinê û hela hê ji miriya jî ditirsin. Hergê ev tirs bal te jî heye, tu dikarî dilbîniyê bistînî ji wê yekê, çi ku Kitêba Pîrozda tê gotinê. Îsa got “rastiyê we aza ke” (Yûhenna 8:32). Gelek rêlîgiya hîn dikin wekî çaxê meriv dimire, ruh yan nefsa wî berdewam dike bijî, lê Kitêba Pîroz vê yekê hîn nake. Dêmek tu kes paşî mirinê naçerçire. Mirî ne jî dikarin ziyanê bidine me, çimkî haş tiştekî tune ne. Lema jî nelazim e miriya bihebînin û ne jî lazim e bona wan dua bikin.
Hine meriv bawer dikin, wekî ewana dikarin tevî miriya xeber din. Lê ev tişt nerast e, çimkî ça em pêhesiyan “mirî tiştekî nizanin”. Ewên ku difikirin wekî ewana tevî miriyên xwe xeber didin, bi rastî ewana tevî cina xeber didin, yên ku xwe dikine dilqê miriyên wan. Lema jî zanebûna rastiya derheqa miriya, me ji cina xwey dike. Yehowa mera pêşda derheqa vê yekê gotiye, çimkî zane wekî bi wî cûreyî cin dikarin ziyanê bidine me (Bixûne Qanûna Ducarî 18:10-12.)
-