-
Em Ça Dikarin Ber Çevê Xwedê Temizayê Xwey kin?Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
-
-
2. Em gerekê kîjan xeyseta ji xwe dûr xin, wekî temiz bêne hesabê?
Kitêba Pîroz me hêlan dike, wekî “xwe ji hemû kirêtiya qalib û ruhê xwe paqij kin” (2 Korintî 7:1). Ev tê hesabê, wekî em gerekê terka her tiştî bidin çi ku ziyanê dide beden û hişê me. Fikirên me gerekê Yehowa xweş bên, lema jî lazim e qewatê bidine xebatê, seva ku fikirên necayîz ji hişê xwe derxin (Zebûr 104:34). Em usa jî zar-zimanê xwe temiz xwey dikin (Bixûne Kolosî 3:8.)
Dîsa çi dikare aliyê fîzîkî û nav-namûsiyêda, me biherimîne? Hine tişt dikarin ziyanê bidine bedena me û me biherimînin. Lema jî em xwe dûr digirin ji titûnê, cûtina belgê kirkirkê, û xebitandina narkotîkayê bona wedederbazkirinê. Bi vî cûreyî em sihet-qewata xwe xwey dikin û qedir hindava pêşkêşa jîyînê didine kifşê. Em usa jî qewatê didine xebatê wekî nav namûsiyêda temiz bin, lema jî em xwe dûr digirin ji kirên usa heram, ça mastûrbasiya û pornografiya (Zebûr 119:37; Efesî 5:5). Dibeke çetin be terka wan tişta bidî, lê Yehowa vê yekêda dikare alî te bike (Bixûne Îşaya 41:13.)
-
-
Em Ça Dikarin Ber Çevê Xwedê Temizayê Xwey kin?Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
-
-
5. Miqabilî fikir û kirên netemiz be
Bixûne Kolosî 3:5, û paşê van pirsa şêwir ke:
Ji çi tê kifşê wekî pornografiya, sêkstîng û mastûrbasiya ber çevê Yehowa heram in?
Gelo bi bîlanî ye ku Yehowa ji me dewa dike, wekî nav-namûs bin? Çima usa difikirî?
Pêbihese ça tu dikarî fikirên nerast ji hişê xwe derxî. Vêxe VÎDÊO.
Îsa bi meselê da kifşê wekî em gerekê ser xwe bixebitin, ku hişê xwe ji fikirên xirab, temiz xwey kin. Bixûne Metta 5:29, 30, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Rast e Îsa nedixwest bigota ku em gerekê ziyanê bidine bedena xwe, lê ewî da kifşê wekî em gerekê her tiştî ji aliyê xweda bikin, seva ku hişê xwe temiz xwey kin. Lê meriv çi dikare bike, wekî xwe ji fikirên netemiz dûr bigire?b
Yehowa gelek dişêkirîne ew qewata ku tu didî xebatê, seva terka fikirên netemiz bidî. Bixûne Zebûr 103:13, 14, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Ev rêz ça dikare hêlanê bide te, wekî nesekinî lê berdewam kî miqabilî xeysetên netemiz şer bikî?
Qewî be û qidûm nekeve!
Dibeke tu bifikirî: “Bal min nayê standinê, badîhewa ye dîsa tiştekî bikim”. Lê hela derheqa vê yekê bifikire: Rast e merivê ku lecmeydanêda direve, dikare bişimite û bikeve, ev nayê hesabê wekî vê lecêda ewî da der. Ev nejî tê hesabê ku ew gerekê vegere û reva xwe sêrîda destpêke. Anegorî vê yekê, hergê sêrîda tiştek bal te nehate standin, ev yek nayê hesabê wekî te da der û îda tuyê nikaribî terka xeysetê xirab bidî. Ev normal e hergê carna bal te tiştek nayê standin. Bîr neke, ev pareke şerê te ye, kîjanêda tu dikarî serkevî. Qewî be û xwe sist neke! Bi alîkariya Yehowa tu dikarî serkevî û terka xeysetên xirab bidî.
-