-
Qirara Xwedê Hindava Meriva Çi ye?Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
-
-
DERSA 25
Qirara Xwedê Hindava Meriva Çi ye?
Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî emirê meriva kin e û bi tengasiya tije ye (Îbo 14:1). Lê gelo Xwedê jîyîneke usa bona me dixwest? Hergê na, lê qirara Wî bona me çi ye? Gelo qirara Xwedê wê bê sêrî? Were em cabên van pirsa ji Kitêba Pîroz pêbihesin, kîjan ku wê dilbîniyê bidine me.
1. Yehowa bona me jîyîneke çi cûreyî dixwaze?
Yehowa jîyîneke lape baş bona me dixwaze. Çaxê Yehowa merivên pêşin, dêmek Adem û Hêwa efirandin, ewî baxçê Êdênêda ewana cîwar kirin. Paşê “Xwedê wanra got: ‘Şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin’” (Destpêbûn 1:28). Yehowa dixwest wekî zarên wan hebin, temamiya erdê bikine cinet û pey heywana binihêrin. Nêta wî bona meriva ev bû, wekî sihet qewata wan bêqisûr be û ewana heta-hetayê bijîn.
Rast e îro emirê me usa nîne,a lê nêta Xwedê nehatiye guhastinê (Îşaya 46:10, 11). Yehowa dîsa jî dixwaze wekî merivên guhdar heta-hetayê bi emirekî bextewar bijîn (Bixûne Eyantî 21:3, 4.)
2. Em ça dikarin niha jî lezetê ji emirê xwe bivînin?
Yehowa em usa efirandine ku hewcetiya meye ruhanî hebe, dêmek xwestina me hebe wekî derheqa wî bizanibin û wîra xizmet kin (Bixûne Metta 5:3-6.) Xwedê dixwaze wekî tu bibî dostê wîyî nêzîk, “hemû rîyên wîda herî, wî hiz bikî” û “bi temamîya dilê xwe” wîra xizmet kî (Qanûna Ducarî 10:12; Zebûr 25:14). Hergê em usa bikin, çiqas çetinayên me hebin jî, yeke emê dîsa jî bextewar bin. Çaxê em Yehowara xizmet dikin, em şabûnê distînin û nêta emirê me heye.
KÛR LÊKOLÎN KE
Pêbihese ku Yehowa hizkirineke çiqas mezin da kifşê, gava bona me erd hazir kir.
3. Yehowa dixwaze wekî emirê meriva gelek baş be
Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Çira Xwedê erd efirand?
Bixûne Waîz 3:11, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Ev yek çi te hîn dike derheqa Yehowa?
4. Nêta Yehowa nehatiye guhastinê
Bixûne Zebûr 37:11, 29 û Îşaya 55:11, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Em ji ku zanin wekî nêta Yehowa hindava meda nehatiye guhastinê?
Xaniyê ku halekî xirabda ne, dikare bê tezekirinê. Bi vî cûreyî, halê dinyayê jî dikare xweş be. Rast e meriva ziyan daye erdê, lê Xwedê wê dîsa erdê şên ke bona wan meriva, yên ku wî hiz dikin
5. Xizmetkirina Yehowara, şabûnê tîne û nêta emir dide me
Zanebûna vê yekê ku nêta jîyînê çi ye, me bextewar dike. Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Têrûmîyê çi kar stand gava derheqa nêta jîyînê pêhesiya?
Bixûne Waîz 12:13, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Ça em dikarin razîbûna xwe bidine kifşê seva wê yekê, ku Yehowa haqas tişt bona me dike?
DIBEKE HINE MERIV PIRSEKE USA BIDIN: “Nêta jîyînê çi ye?”
Tuyê ça caba xwe bidî?
TEMAMKIRIN
Yehowa dixwaze wekî em ser erdê, cinetêda, jîyîna heta-hetayêra şa bin. Lê hergê em bi temamiya dilê xwe wîra xizmet kin, emê îda nihada lezetê ji emir bivînin.
Wekilandin
Serê sêrîda qirara Yehowa hindava Adem û Hêwayê çi bû?
Em ji ku zanin wekî qirara Yehowa hindava însanetê nehatiye guhastinê?
Çi wê alî te bike wekî nêta emirê te hebe?
HÊ ZÊDE PÊBIHESE
Pêbihese ku çira em dikarin bawer bin, wekî baxçê Êdênê bi rastî hebûye.
“Gelo bi Rastî Baxçê Êdênê Hebû?“ (“Birca Qerewiliyê”, 1 Çileyê, 2011)
Pêbihese ku çira em dikarin bawer bin, wekî erd wê heta-hetayê hebe.
Pêbihese ku ça em dikarin pê alîkariya Kitêba Pîroz nêta emir bivînin.
Pêbihese ku ça mêrek difikirî, wekî ew hemû aliyada bextewar e, lê bi rastî usa nîbû.
a Dersa dinda emê pêbihesin, ku çira niha emirê me usa nîne.
-
-
Çi ye Padşatiya Xwedê?Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
-
-
2. Kê wê tevî Îsa serwêrtiyê bike?
Îsa tenê serwêrtiyê nake. Wê merivên ji “her berekê, ji her zimanî, ji her cimetê û ji her miletî . . . li ser dinyayê padşatiyê bikin” (Eyantî 5:9, 10). Yên ku tevî Îsa serwêrtiyê bikin, wê çiqas bin? Çaxê Îsa ser erdê bû, hingêda bi mîlyona meriv bûne peyçûyên wî. Lê tenê 144 000 meriv wê ser ezmana tevî Îsa serwêrtiyê bikin (Bixûne Eyantî 14:1-4.) Lê hemû Mesîhiyên ser erdê, wê bin vê Padşatiyêda bin (Zebûr 37:29).
-
-
Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
-
-
Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?
Padşatiya Xwedê niha serwêrtiyê dike. Wê zûtirekê ser erdê guhastinên mezin bike. Werên em şêwir kin hine ji wan tiştên baş, çi ku Padşatiya Xwedê wê bona kara me bîne sêrî.
1. Padşatiya Xwedê wê ça dîsa edilayê û rastiyê bîne ser erdê?
Îsa ça Padşê Padşatiya Xwedê wê şerê Harmegedonêda merivên zulm û serwêrtiya wan kuta ke (Eyantî 16:14, 16). Hingê ew pêxembertiya Kitêba Pîroz wê bi temamî bê sêrî: “Belê hinekî şûnda nepakê betavebe, tê li cîyê wî bigerî û wî nebînî” (Zebûr 37:10). Îsa wê bi saya Padşatiyê edilayê bîne ser erdê. Wedê serwêrtiya wî, tu kes wê ji bo nerastiyê neçerçire (Bixûne Îşaya 11:4.)
2. Çaxê nêta Xwedê derheqa erdê bê serî, emir wê çawa be?
Bin rêberiya Padşatiya Xwedê “rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29). Bide ber çevê xwe, tu dinyake usada nî, kîderê tenê merivên rast dijîn, û ewana ne ku tenê Yehowa hiz dikin, lê usa jî hevdu! Tu kes wê nexweş nekeve û hemû meriv wê heta-hetayê bijîn.
3. Padşatiya Xwedê wê çi bîne sêrî, gava merivên zulm bêne kutakirinê?
Çaxê merivên zulm bêne kutakirinê, hingê Îsa ça Padşa wê 1 000 salî serwêrtiyê bike. Nava wî wedeyîda Îsa û 144 000 yên ku tevî wî serwêrtiyê bikin, wê alî meriva bikin ku ji gune aza bin û bibine bêqisûr. Xilaziya 1 000 salî erd wê bi temamî bibe cinet û meriv bextewar bin, çimkî wê temiyên Yehowa bînin sêrî. Wî çaxî Îsa wê serwêrtiyê dîsa bide destê Bavê xwe Yehowa. Hingê navê Yehowa wê bi temamî “pîroz be” (Metta 6:9, 10). Wê bê îzbatkirinê ku Yehowa ye Serwêrê lapî baş. Yehowa wê Mîrê-cina, cinên wî û hemûyên ku miqabilî serwêrtiya Wî rabin, kuta ke (Eyantî 20:7-10). Ew emirê xweş û bêqisûr wê heta-hetayê berdewam be.
KÛR LÊKOLÎN KE
Pêbihese ku çira em dikarin bawer kin, wekî Xwedê wê bi saya Padşatiya xwe hemû sozên xweye derheqa axiriyê bîne sêrî.
4. Padşatiya Xwedê wê serwêrtiyên meriva bide hildanê
“Serwêrtiya zilamekî, li ser yekî din, bi xesara [ziyana] wî ye” (Waîz 8:9). Bi saya Padşatiya xwe, Yehowa wê nerastiyê bide hildanê.
Bixûne Daniyêl 2:44 û 2 Têsalonîkî 1:6-8, û paşê van pirsa şêwir ke:
Yehowa û Kurê wî Îsa wê çi bînin serê serwêrtiyên meriva û yên ku piştgiriya wan serwêrtiya dikin?
Ew yek çi ku tu derheqa Yehowa û Îsa pêhesiyayî, ça te dide bawerkirinê, wekî ewana wê hemû tiştî bi heqî bikin?
5. Îsa Padşê herî baş e
Îsa, Padşê Padşatiya Xwedê, wê bona kara meriva gelek tişt bike. Vêxe VÎDÊO û dîna xwe bidê, Îsa ça da kifşê, wekî him xwestina wî heye û him jî qewata wî ji Xwedê heye, ku alî meriva bike.
Çaxê Îsa ser erdê bû ewî pê kirên xwe da kifşê, ku Padşatiya Xwedê wê çi bike. Tu ji wan keremetên ku vira nivîsar in, diha zef hîviya kîjanê yî ku bê sêrî? Bixûne van rêzên ku jêrê nivîsar in, kîjan ku van keremetava girêdayî ne.
ÇAXÊ ÎSA SER ERDÊ BÛ, EWÎ . . .
ÎSA JI EZMANA WÊ . . .
qewata tebiyetê kontrol dikir (Marqos 4:36-41).
hemû problêmên ekolojiyêva girêdayî bide hildanê (Îşaya 35:1, 2).
bi keremetî hezara meriv têr kirin (Metta 14:17-21).
birçîbûnê bide hildanê (Zebûr 72:16).
gelek meriv qenc dikirin (Lûqa 18:35-43).
sihet qewata bêqisûr bide meriva (Îşaya 33:24).
meriv ji mirinê radikirin (Lûqa 8:49-55).
miriya ji mirinê rake û mirinê jî kokêva kuta ke (Eyantî 21:3, 4).
6. Padşatiya Xwedê wê axirîke pir baş û hewas bîne
Padşatiya Xwedê wê bi temamî nêta Xwedêye ewlin derheqa meriva, bîne sêrî. Vêxe VÎDÊO û dîna xwe bidê ku Yehowa ça bi saya Kurê xwe Îsa, nêta xwe tîne sêrî.
Bixûne Zebûr 145:16, û evê pirsê şêwir ke:
Tu ça xwe texmîn dikî ku zanî, wekî Yehowa wê “hemû bînberî gora dilê wan” razî ke?
HINE MERIV DIBÊJIN: “Hergê em hemûşk bibine yek û qewata xwe bidine xebatê, emê bikaribin hemû problêmên dinyayê safî kin.”
Kîjan problêm tenê Padşatiya Xwedê dikare safî ke?
TEMAMKIRIN
Padşatiya Xwedê wê nêta Wî bîne sêrî. Ew wê temamiya erdê bike cinet, û ser erdê wê tenê merivên qenc bijîn û heta-hetayê Yehowara xizmet kin.
Wekilandin
Padşatiya Xwedê wê ça navê Yehowa pîroz ke?
Çira em dikarin bawer bin, wekî Padşatiya Xwedê wê sozên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, bîne sêrî?
Tu ji sozên Xwedê diha zef hîviya kîjanê yî?
HÊ ZÊDE PÊBIHESE
Pêbihese çi tê hesabê Harmegedon.
Pêbihese ku çi wê biqewime wedê “tengasiya mezin“, besa kîjanî Îsa kiribû (Metta 24:21).
Binihêre ku malbet ça emirê cinetêda dide ber çevê xwe.
Gotarêda, navê kîjanê ye “Gelek Pirsên Min Hebûn”, pêbihese ku ça mêrikekî ku miqabilî polîtîkayê bû, cabên wan pirsa dît, ji bo kîjana dilteng dibû.
“Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Çileyê, 2012)
-