KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Tu Dikarî Bibî Dostê Yehowa
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
    • 5. Yehowa ji dostên xwe hîviya çi ye?

      Tebiyetî ye ku em hîviyê ne, wekî hevalên me hine tişt bikin.

      • Tu dixwazî ku hevalên te bona te kîjan hine tişta bikin?

      Bixûne 1 Yûhenna 5:3, û paşê evê pirsê şêwir ke:

      • Yehowa ji dostên xwe hîviya çi ye?

      Seva ku gura Yehowa bikin, dibeke mera lazim be xwe û rabûn-rûniştina xwe biguhêzin. Bixûne Îşaya 48:17, 18, û paşê evê pirsê şêwir ke:

      • Çira Yehowa dixwaze ku dostên wî guhastina bikin?

      Mêrik, kumê ku serî xwey dike, dide xebatçiyê xwe.

      Hevalê baş wê timê bîne bîra me, ku em çi bikin wekî nekevine nav problêma û karê bistînin. Yehowa hindava dostên xweda hema usa ne

  • Tu Dikarî Bibî Dostê Yehowa
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Em Ça Dikarin Hizkirina Xwe Hindava Yehowa Bidine Kifşê?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
    • Dersa 34. Şeherda mêrik jorê dinihêre û difikire.

      DERSA 34

      Em Ça Dikarin Hizkirina Xwe Hindava Yehowa Bidine Kifşê?

      Tu texmîn dikî wekî niha hizkirina te hindava Yehowa hê zêde bûye, ne ku çaxê te teze hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir? Tu dixwazî heleqetiya xwe tevî wî hê qewî kî? Hergê erê, bîr neke, wekî hizkirina te hindava Yehowa çiqas mezin dibe, haqas hê zêde ew te hiz dike û bona te xem dike. Lê tu ça dikarî bidî kifşê, wekî wî hiz dikî?

      1. Em ça Yehowara didine kifşê wekî wî hiz dikin?

      Em çaxê gura Yehowa dikin, usa em didine kifşê ku wî hiz dikin (Bixûne 1 Yûhenna 5:3.) Ew zorê tu kesî nake wekî gura wî bikin. Lê dewsê ew mecalê dide me hemûya, ku xwexa safî kin, gura wî bikin yan na. Çira? Yehowa dixwaze wekî em “bi dil û can gura” wî bikin (Romayî 6:17). Dêmek ew dixwaze wekî tu gura wî bikî ne ku ji borcdariyê, lê ji hizkirinê. Vê kitêbêda parên 3 û 4 wê alî te bikin, wekî hizkirina xwe Yehowara usa bidî kifşê, ku wan tişta bikî, çi ku wî xweş tê, û nefret kî wan tişta, çi ku ew nefret dike.

      2. Çira dikare çetin be hizkirina xwe hindava Yehowa bidine kifşê?

      “Tengasîyên yê rast gelek in” (Zebûr 34:19). Hemû meriv diçerçirin, çimkî gunekar in. Him jî em rastî çetinayên êkonomîkî, nerastiyê û problêmên din tên. Gava em rastî tengasiya tên, dibeke mera çetin e gura Yehowa bikin. Çira? Çimkî dikare diha hêsa be tiştên nerast bikin. Lê çaxê tu bi aminî wan tişta dikî, çi ku Yehowa dixwaze, usa tu didî kifşê wekî tu Xwedê ji her tiştî zêdetir hiz dikî. Bi vê yekê tu îzbat dikî, wekî tu wîra amin î. Û Xwedê jî wê aliyê xweda tera amin bimîne û wê tu car te nehêle (Bixûne Zebûr 4:3.)

      KÛR LÊKOLÎN KE

      Lêkolîn ke ku çira guhdarîkirina te bona Yehowa ferz e û pêbihese ku çi dikare alî te bike, wekî bikaribî wîra amin bimînî.

      3. Pirsa aminiyê kîjan ku te jî dikeve

      Li gora kitêba Îbo, Mîrê-cina ne ku tenê Îbo neheq kir, lê usa jî hemû xizmetkarên Yehowa. Bixûne Îbo 1:1, 6–2:10, û paşê van pirsa şêwir ke:

      • Bi gotina Mîrê-cina Îbo bona çi Yehowara xizmet dikir? (Binihêre Îbo 1:9-11.)

      • Mîrê-cina derheqa hemû meriva û usa jî derheqa te çi got? (Binihêre Îbo 2:4.)

      Bixûne Îbo 27:5b, û paşê evê pirsê şêwir ke:

      • Îbo ça îzbat kir ku ew bi rastî Yehowa hiz dike?

      Mîrê-cina Yehowa neheq dike û aminiya Îbo dike bin şikê. Ew îro jî aminiya xûşkekê dike bin şikê.

      Îbo hizkirina xwe Yehowara bi vê yekê da kifşê, ku wîra amin ma

      Em hizkirina xwe Yehowara bi vê yekê didin kifşê, ku wîra amin dimînin

      4. Dilê Yehowa şa ke

      Bixûne Metelok 27:11, û paşê evê pirsê şêwir ke:

      • Yehowa çi ser xwe texmîn dike, çaxê tu bi bîlanî safîkirina dikî û gura wîda nî? Şiroveke.

      5. Tu dikarî Yehowara amin bî

      Hizkirina me hindava Yehowa me hêlan dike, wekî derheqa wî merivara gilî kin. Lê aminî alî me dike wekî vê yekê bikin hela hingê jî, gava mera çetin e. Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

      VÎDÊO: “Her Derecada Baweriya Xwe Biparêzin” (5:09)

      • Qe usa bûye ku tera çetin be merivara derheqa Yehowa gilî kî?

      • Vê vîdêoyêda ça me dît, çi alî Grêyson kir, wekî tirsa xwe bide hildanê?

      Çaxê em wan tişta hiz dikin kîjan ku Yehowa xweş tên û wan tişta nefret dikin kîjana ew nefret dike, usa mera diha hêsa ye Yehowara amin bimînin. Bixûne Zebûr 97:10, û paşê van pirsa şêwir ke:

      • Çawa ku tu pêhesiyayî, kîjan in hine tişt, ku Xwedê hiz dike? Lê kîjan in hine tişt, ku Xwedê nefret dike?

      • Tu ça dikarî hîn bî tiştên baş hiz bikî, lê yên xirab nefret kî?

      6. Em karê distînin çaxê gura Yehowa dikin

      Çaxê em gura Yehowa dikin, em timê kareke lape baş distînin. Bixûne Îşaya 48:17, 18, û paşê evê pirsê şêwir ke:

      • Ça tu difikirî, em dikarin bawer bin, ku Yehowa timê zane çi bona me lape baş e? Şiroveke.

      • Hînbûna Kitêba Pîroz û zanebûna derheqa Yehowa çi kar tera anîne?

      HINE MERIV DIBÊJIN: “Xwedêra yek e ez çi dikim çi nakim.”

      • Tu kîjan rêzê dikarî bidî xebatê wekî nîşan kî, ku kirên me dikarin yan dilê Xwedê şa kin yan jî bêşînin?

      TEMAMKIRIN

      Tu dikarî hizkirina xwe Yehowara bidî kifşê bi wê yekê, ku gura wî bikî û çetinayada jî jêra amin bimînî.

      Wekilandin

      • Tu ji dereca Îbo çi hîn bûyî?

      • Tuyê ça aminiya xwe Yehowara îzbat kî?

      • Çi wê alî te bike, wekî Yehowara amin bimînî?

      Nêt

      HÊ ZÊDE PÊBIHESE

      Pêbihese ku ça tu dikarî Yehowara û usa jî civatêra amin bî.

      “Tu Aminara Amin î” (16:49)

      Hê zêde pêbihese ku Mîrê-cina çi buxdan avîte hemû meriva.

      “Îbo Bêqusûrtiya Xwe, Xwey Dike” (“Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?” serê 6)

      Pêbihese ku ça cahil jî dikarin hizkirina xwe Yehowara bidine kifşê.

      “Dilê Yehowa Şa ke” (8:16)

      Ça yê cahil dikare bi aminî xwe li Yehowa bigire hingê jî, gava kesek zorê wî dike, ku tiştekî nerast bike?

      “Nekeve bin Bayê Hevaltiya Xirab!” (3:59)

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin