KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Hicûmkirina ji Bakurê!
    Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2020 | Nîsan
    • 14. Pêxembertiya ji Yowêl 2:28, 29, kengê hate sêrî?

      14 Paşê Yowêl mizgîniyê dibêje, wekî ew erdê wêranbûyî wê dîsa şîn û geş be (Yowl. 2:23-26). Lê axiriyêda ew pêxembertî gerekê usa bihata sêrî, ku xwarina ruhanî wê têr-tije be û bigihîje gişka. Yehowa dibêje: “Ezê ruhê xwe birijînim ser hemû meriva; wê lawên we jî, qîzên we jî pêxembertiyê bikin . . . di wan rojada ezê ser dîlan jî û ser cariyanva jî ruhê xwe birijînim” (Yowl. 2:28, 29). Lê çaxê Îsraêlî ji Babîlonê vegeriyan erdê xwe, hingê ruhê pîroz nehate rijandinê ser wan. Ew yek qirna şûnda qewimî, roja Pênciyê Hesabê sala 33 D.M.. Em vê yekê ji ku zanin?

      15. Li gora Karên Şandiya 2:16, 17, Petrûs çi gilî guhast çaxê giliyên ji Yowêl 2:28 wekiland, û ew çi tê hesabê?

      15 Ji bîna ber Xwedê, Petrûsê şandî pêxembertiya ji Yowêl 2:28, 29 girêda tevî qewimandina ku roja Pênciyê Hesabê qewimî. Nêzîkî siheta neha şebeqê, merivên ku Xwedê ruhê xweyî pîroz ser wanda rijand, destpêkirin ser zimanên xerîb derheqa “kirêd Xwedêye mezin” xeber din (Kar. Şand. 2:11). Pê rêberiya Xwedê Petrûs hine gilî ji pêxembertiya Yowêl cûrekî mayîn wekiland. We dîna xwe dayê ewî kîjan gilî guhast? (Bixûne Karên Şandiya 2:16, 17.) Dewsa ku destpêke pê wan giliya “paşî wê”, ça Yowêlda tê gotinê, Petrûs got: “Rojêd axiriyêda”. Ew gilî vê kontêkstêda tê gotinê derheqa dewrana Cihûya, û hingê ruhê Xwedêyî pîroz gerekê “ser hemû merivada” bihata rijandinê. Ew tê hesabê, wekî paşî pêxembertiya derheqa kuliya, êpêce wede derbaz bû, û paşê ew para pêxembertiya Yowêl hate sêrî.

      16. Qirna yekêda ruhê Xwedêyî pîroz ça hukum bû ser belakirina mizgîniyê, lê derheqa îro çi dikarin bêjin?

      16 Paşî rijandina ruhê Xwedêyî pîroz qirna yekêda, mizgînî nav temamiya dinêda bela bû. Wî wedeyî, nêzîkî sala 61 D.M., Pawlosê şandî nema xwe Kolosiyara nivîsî, ewî got ku mizgînî hate dayînê “wan hemûyara, yêd ku bin perê ezmênda dimînin” (Kols. 1:23). Çaxê Pawlos got “hemû”, ew dihate hesabê her ciya, kîderê ewî û merivên din dikaribûn rêwîtî bikirana. Lê rojên meda pê alîkariya qewata ruhê Yehowayî pîroz, mizgînî hê zêde bela bû, gihîşte “heta serê dinyayê” (Kar. Şand. 13:47) (Binihêre çargoşe “Ezê Ruhê Xwe Birijînim”).

      “Ezê Ruhê Xwe Birijînim”

      Sala 33 D.M., roja Pênciyê Hesabê, weke 3 000 mêr û jin hatine nixumandinê û bûne şagirtên Îsa Mesîh. Ewana derbêra destpêkirin rastiya derheqa Îsa merivara gilî kin. Lê gelo Yehowa şixulê wan û xîreta wan kerem kir? Belê! Gelek “hezar” meriv bûne şagirtên Mesîh (Kar. Şand. 2:41; 21:20).

      Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku hingê çiqas hezar meriv bûne bawermend, lê ça tê kifşê xilaziya qirna yekêda hejmara bawermenda ji 144 000 kêmtir bû. Hingê Yehowa mêr usa jî jin dijbartin, seva Padşatiya ezmana war bin, lê heçî zef roja îroyîn têne bijartinê. Ew yek ku qirna yekêda hejmara wan mezin dibû, îzbat dike ku Yehowa ruhê xwe rête ser wan şagirtên pêşin (Kar. Şand. 2:16-18).

      Lê gelo heye îzbatkirin, ku Yehowa ruhê xwe dirêje ser xizmetkarên xweye îroyîn jî? Belê! Dîna xwe bidine vê yekê: Li gora hesaba, sala 1919 nava temamiya dinyayêda weke 6 000 mizgînvan hebûn. Lê yeke Yehowa şixulê belakirina mizgîniyê kerem kir û ji sala 1983, her sal 144 000 meriva zêdetir têne nixumandinê û dibine Şedên Yehowa! Bêşik, ew eşkere nîşan dike, wekî Yehowa sozê xwe derheqa xizmetkarên xwe tîne sêrî: “Ezê ruhê xwe birijînim” (Yowl. 2:28, 29).

  • Hicûmkirina ji Bakurê!
    Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2020 | Nîsan
Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin