-
Yehowara, Xwedêyê Azayêra Xizmet BikinBirca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2018 | Nîsan
-
-
Tu azaya xwe didî xebatê seva şixulê Padşatiyê pêşda bivî, yan seva xwestin û nêtên xwe bînî sêrî? (Binihêre abzasa 8-10)
8, 9. a) Petrûs çi şîret da derheqa azayê? b) Kîjan xof îro heye?
8 Belê, em gerekê evê azaya ji Xwedê qîmet kin. Lê usa jî ferz e em bîr nekin, wekî evê azayê rast bidine xebatê. Petrûsê şandî şîreteke ferz da Mesîhiya, wekî azaya xwe nedine xebatê seva xwestinên xweye nerast bînin sêrî û xwe heq derxin bona kirên xweyî nerast. (Bixûne 1 Petrûs 2:16.) Ev şîreta Petrûs tîne bîra me ku beriyêda çi qewimî tevî Îsraêliya, û ew serhatiya wan bona me derseke ferz e. Şeytan û dinya wî meriva hêlan dikin ku pey xwarin-vexwarinê, kinca, hêsabûnê, û wedederbazkirinê û dîsa tiştên din kevin. Ewên ku rêklama dikin, merivên berbiçev didine xebatê, seva me hêlan kin wan tişta bikirin, kîjan ku bi rastî mera nelazim in. Meriv gelek hêsa dikare bikeve wan telika û azaya xwe nerast bide xebatê.
-
-
Yehowara, Xwedêyê Azayêra Xizmet BikinBirca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2018 | Nîsan
-
-
11. Nêta Yehowa çi bû çaxê ewî em aza kirin?
11 Çaxê Petrûs got wekî azaya xwe xirabiyêda nedine xebatê, paşê ewî şirovekir ku çawa azaya xwe rast bidine xebatê. Ewî got ku em gerekê azaya xwe bidine xebatê “çawa xulamêd Xwedê”. Çaxê Yehowa bi saya Îsa me ji xulamtiya gune û mirinê aza kir, nêta wî ew bû, ku paşê em îda emirê xwe tesmîlî Wî kin, dêmek bijîn “çawa xulamêd Xwedê”.
12. Ji Nuh û malbeta wî em çi dikarin hîn bin?
12 Ya lape baş ku çawa em azaya xwe dikarin bidine xebatê ew e, hergê em hiş-aqilê xwe bi temamî daynin ser nêtên ruhanî, dêmek ser xizmetiyê. Wî cûreyî emê nebine xulamên xwestinên nerast û nekevine pey nêtên vê dinyayê (Galt. 5:16). Dîna xwe bidine mesela Nuh û malbeta wî. Ewana dinyake gelek zulm û xirabda dijîtin, lê wana tu car çev nedidane merivên dor berê xwe. Çira? Çimkî ewana bi temamî nav şixulê Yehowada bûn ku ewî wanra dabû, dêmek gemî ava dikirin, xwarin top dikirin hin bona xwe hin jî bona heywana, û derheqa Sêlavê merivara elam dikirin. “Nuh her tişt kir, Xwedê çawa temî dabû wî, ewî usa jî kir” (Destp. 6:22). Lê axiriya vê yekê çi bû? Nuh malbeta xweva ji kutakirina wê dinyayê xilaz bûn (Îbrn. 11:7).
13. Yehowa çi temî daye me?
13 Lê îro Yehowa çi temiyê dide me? Em şagirtên Îsa ne û temiya Xwedê rind zanin, wekî em gerekê mizgîniyê bela kin. (Bixûne Lûqa 4:18, 19.) Îro Şeytan çevê heçî zef meriva kor kiriye. Ewana ne jî têderdixin wekî xulamên rêlîgiya qelp, hebûkê, û polîtîkê ne (2 Korn. 4:4). Bona me qedirekî gelek mezin e, ku mîna Îsa alî meriva bikin seva ewana derheqa Yehowa pêbihesin û jêra xizmet kin (Met. 28:19, 20). Ew şixuleke nehêsa ye, û gelek çetinayî jî hene. Hine ciyada, meriv dibine bêtalaş û hela hê jî gelek hêrs. Lê her kes ji me gerekê pirseke usa bide xwe: “Gelo ez dikarim azaya xwe usa bidime xebatê seva hê zêde Yehowara xizmet kim?”.
-