KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Gelo Ew Yek bi Rastiyê Qewimî?
    Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2016 | № 2
    • Bedena Îsa ji stûna cefê hildidin û şagirtê wî dûrva dîna xwe didin

      TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | SEVA ÇI ÎSA ÇERÇIRÎ Û MIR?

      Gelo Ew Yek Bi Rastiyê Qewimî?

      Biharê sala 33 D.M., Îsayê Nisretê hate kuştinê. Wî neheq dikirin ku yan çi ew miqabilî serwêriyê dertê. Ew bêxwedêtî kutan û ser stûna cefê dardakirin. Ew bi cefa mir. Lê Xwedê wî ji mirinê rakir û paşî 40 rojî, Îsa vegeriya li ezmana.

      Ew elametiya ferz ji çar kitêbên pêşin ji Mizgînî ye, kîjan usa jî tê navkirinê ça Peymana Nû. Lê ew tişt bi rastiyê qewimîn? Ew pirseke gelek ferz e. Çimkî hergê ew tişt neqewimiye, wekî usa ne baweriya Mesîhiya pûç e û baweriya hindava jîyîna heta-hetayê jî çîrok e (1 Korintî 15:14). Aliyê dinva jî hergê serhatiya derheqa Îsa rastî qewimiye, dêmek ew yek axirîke gelek baş wê bîne, û tu jî dikarî ji wê yekê karê bistînî. Lema were em pêbihesin ew hemû tişt bi rastiyê qewimîne, yan na.

      EW QEWIMANDIN ÇI NÎŞAN DIKIN

      Serhatiya derheqa Îsa ji çar kitêbên pêşin ji Peymana Nû ew ne mîna çîrokên ne rêalî ne. Ew serhatî gelek terbet hatiye nivîsarê û wê serhatiyêda elametiyên hûr jî hatine nivîsarê. Mesele, di wê serhatiyêda nivîsar e navên gelek ciya, kîjan ku roja îroyîn jî dikarin bivînin. Di wê serhatiyêda tê gilîkirinê bona merivên rêalî, derheqa kîjana nivîskarên ne mesîhî xwexa îzbat dikin (Lûqa 3:1, 2, 23).

      Di qirna yekê û dudada nivîskarên nemesîhî jî gilî dikirin derheqa Îsa.a Îsa hema bi wî cûreyî hate kuştinê, çawa ku wî çaxî Romaya merivê sûcdar dikuştin. Kuştina Îsa çawa nivîsar e di çar kitêbên pêşin ji Peymana Nûda tevgirêdayî ye tevî mêtodên kuştinên Romaya wedê berê. Xêncî wê yekê, ew qewimandin tevgirêdayî ye tevî îzbatkirinên ku bi rastiyê qewimîne û hela hê jî didine kifşê şaşiyên şagirta (Metta 26:56; Lûqa 22:24-26; Yûhenna 18:10, 11). Ew her tişt îzbat dikin ku ewên Mizgînî nivîsîne, merivne dilpak bûne û derheqa Îsa hemû tişt rast nivîsîne.

      LÊ ÇI EM DIKARIN BÊJIN DERHEQA RABÛNA ÎSA JI MIRINÊ?

      Rast e gelek meriv bawer dikin ku Îsa dijît û mir, lê hene meriv dudilî dibin ku ew hatiye saxkirinê. Serê sêrîda hela hê şagirtên Îsa jî bawer nekirin ku ew wegeriya jîyînê (Lûqa 24:11). Lê, çaxê wana paşî saxkirinê Îsa di cûre-cûre derecada dîtin, ewana îda dudilî nîbûn. Mesele, carekê weke 500 meriva Îsayê saxbûyî dîtin (1 Korintî 15:6).

      Rast e şagirtên Îsa dikaribûn bêne girtinê û kuştinê, lê wana dîsa jî bi mêrxasî hemûyara gilî dikirin derheqa rabûna Îsa ji mirinê, hela hê wanara jî kê Îsa kuşt (Karên Şandiya 4:1-3, 10, 19, 20; 5:27-32). Hergê şagirta sed selefî bawer nekirana ku Îsa ji miriya rabûye, wana usa bi mêrxasî wê gilî nekira derheqa wî. Belê ew yek ku Îsa rastî ji mirinê hate rakirinê, qewatê dide hemû Mesîhiyên rast, wekî mêrxas bin ber çetinaya.

      Elametiyên ji Peymana Nû, derheqa mirin û rabûna Îsa ji mirinê ye, ew elametî îzbat dikin ku ew nivîsar rast in. Hergê em bixûnin û kûr dîna xwe bidine wan elametiya, ew yek wê me bide bawerkirinê, ku ew qewimandin bi rastiyê qewimîne. Baweriya te wê hê qewî be, hergê tu fem bikî çira ew her tişt qewimîne. Derheqa wê yekê di têma dinda wê bê şirovekirinê.

      a Tatsît hate bûyînê nêzîkî sala 55 D.M., ewî nivîsî ku “navê [Mesîhiya] hatiye hildanê ji navê Mesîh yê ku wedê hukumetiya Tîberîûs hate kuştinê bi destê Pontiyê Pîlato”. Derheqa Îsa usa jî gilî dikirin Svêtonî û Ûsivê Flavîûs (qirna yekêda); û usa jî Plînîê Biçûk serwêrê Bîtênyayê (destpêbûna qirna dudada).

      Çira Îzbatkirinên Din Tunene?

      Gelo em gerekê hîviyê bin ku xêncî Kitêba Pîrozda gelek kitêbên dinda jî ya wî wedeyî, gerekê bihata gotinê derheqa Îsa û saxkirina wî? Ne eseyî ye. Çimkî Peymana Nû hatibû nivîsarê weke 2 000 sal pêşda, û nivîsarên din ya wî wedeyî hinek gihîştine me (1 Petrûs 1:24, 25). Xêncî wê yekê dijminên Îsa yên wî çaxî, dibeke derheqa Îsa wê tiştên usa lênekirana, çi ku wê meriva hêlan kira baweriya xwe Îsa bînin.

      Derheqa rabûna Îsa ji mirinê Pêtirûsê şandî lêkir: “Lê Xwedê ew roja sisiya ji mirinê rakir, da eyankirinê, ne ku hemû cimetêra, lê wan şedara, yêd ku pêşiyê ji aliyê Xwedêda hatibûne bijartinê, awa gotî mera, yêd ku pey mirin-rabûna wîra tevî wî xwarin û vexwarin” (Karên Şandiya 10:40, 41). Lê gelo çira ne her kes pêhesiya? Çimkî, çaxê serekên kahîna bihîstin derheqa saxkirina Îsa, wana nexast wekî ew yek bela be. Ew elametî kitêba Mettada tê gilîkirinê (Metta 28:11-15).

      Lê gelo Îsa jî nedixwest wekî tu kes derheqa saxkirina wî pêbihese? Ew yek usa nîne çimkî Petrûs got “Ewî temî li me kir, wekî em cimetêra dannasîn kin û şedetiyê bidin ku ew e hakimê miriya û zêndiya ji Xwedêda kifşkirî”. Mesîhiyên rast ça wî çaxî usa jî rojên meda ewê temiyê tînin sêrî (Karên Şandiya 10:42).

  • Seva Çi Îsa Mir?
    Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2016 | № 2
    • Merivê ji cûre-cûre mileta şabûnê distînin li ser erdê heta-hetayê

      TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ

      Seva Çi Îsa Çerçirî Û Mir?

      “Bi merivekî [Adem] gune kete dinê û ji gune jî mirin hat” (Romayî 5:12).

      Adem û Hêwa li ser êmîşa qedexekirî dinihêrin; Adem û Hêwa emirda mezin in; tabûtê dibine li ser mezel

      Weyê ça caba xwe bida hergê we pirskirana: “Hûn dixwazin heta-hetayê bijîn?” Hilbet gelek meriv wê bêjin erê, lê yeke difikirin ku ew yek wê naqewime. Çimkî ewana dibêjin ku mirin ew tiştekî normal e di emirê merivada.

      Lê hergê evê pirsê bi wî cûreyî bidine we: “Hûn hazir in emirê xwe unda kin?” Tu kes ji meriva naxwaze bimire. Gelo çira? Meriv çiqas jî rastî çetinaya bên, yeke dixwazin bijîn. Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin ku Xwedê meriv usa efirandiye ku dixwazin bijîn. Xebera wîda usa tê gotinê ku “wî her tiştî . . . abadînî xist dilên wan” (Waîz 3:11).

      Roja îroyîn meriv heta-hetayê najîn. Lê çira? Gelo Xwedê tiştek kir seva ku ewê derecê bide guhastinê? Cabên wan pirsa di Kitêba Pîrozda hene, û ew me dilgerm dikin. Kitêba Pîroz usa jî eyan dike seva çi Îsa çerçirî û mir.

      ÇI ŞAŞÎ HATE BERDAN

      Sê serên pêşin ji kitêba Destpêbûnêda tê gotinê ku Xwedê Adem û Hêwa efirand, seva ku ewana heta-hetayê bijîn. Ewî gote wan ku ewana çi gerekê bikin bona wê jîyînê. Ji wan seriya em usa jî pêdihesin ku wana gura Xwedê nekir, û lema emirê xweyî heta-hetayê unda kirin. Derheqa wê yekê usa hêsa hatiye gilîkirinê, wekî gelek hesab dikin ku ew yek çîrok e. Lê kitêba Destpêbûn, usa jî Peymana Nû, îzbat dike ku ew yek rastî qewimî.

      Ew yek ku Adem gura Xwedê nekir çi axirî anî însanetêra? Kitêba Pîroz caba wê pirsê usa dide: “Awa çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (Romayî 5:12). Adem gunekî mezin kir, çimkî ewî gura Xwedê nekir û lema jî emirê heta-hetayê unda kir û mir. Em zuretê wî ne, lema gune derbazî ser me jî bû. Lema jî meriv nexweş dikevin, kal-pîr dibin û dimirin. Şirovekirina wê yekê ku em çira dimirin, lev tê tevî şirovekirina zandara derheqa wê yekê, ku ça nexweşiya dê-bava bi gênêtîk derbazî ser zarê wan dibe. Lê pirs pêşda tê, gelo Xwedê çi kir wekî gune û mirin bide hildanê?

      XWEDÊ BONA WÊ YEKÊ ÇI KIR

      Xwedê pêşda xem kir, wekî wegerîne meriyara ew emirê heta-hetayê, kîjan ku Adem unda kir. Lê Xwedê wê ça ewê yekê bîne sêrî?

      Kitêba Romayîda 6:23 tê gotinê ku “maşê gune mirin e”. Ew tê hesabê ku axiriya gune mirin e. Adem gune kir lema jî mir. Bi wî cûreyî em jî çawa zuretê Adem, ji bo gune dimirin. Çimkî em bi gune hatine bûyînê. Lema jî Xwedê bi hizkirinê kurê xwe Îsa Mesîh şande ser erdê wekî “maşê gune” hilde ser xwe. Lê çi cûreyî?

      Merivê ji cûre-cûre mileta şabûnê distînin li ser erdê heta-hetayê

      Mirina Îsa mecalê dide me bona jîyîna bextewar û heta-hetayê

      Çimkî bi merivekî bêqisûr, dêmek bi Adem, gune û mirin derbazî me bûn, lema jî seva ku gunê her kesî bêne hildanê, lazim bû merivekî mîna wî bêqisûr, kîjan ku gerekê heta mirina xwe jî amin bima. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Bi neguhdariya yekî gelek bûne gunekar, usa jî bi guhdariya yekî gelek wê rast bêne hesabê” (Romayî 5:19). Ew merivê bêqisûr Îsa bû.a Ewî ezman hîşt, bû merivê bêqisûr, û seva me emirê xwe da. Mirina Îsa mecalê da me wekî heleqetiya xwe tevî Xwedê nêzîk kin û emirê heta-hetayê bistînin.

      ÇIRA ÎSA CEFA KIŞAND Û MIR?

      Çira mirina Îsa lazim bû? Gelo Xwedayê himzor nikaribû usa bikira ku zuretên Adem heta-hetayê bijîtana? Ew yek wîra qe çetin nîbû. Lê hergê Xwedê ew yek bikira, wê miqabilî qanûna xwe biçûya, ku maşê gune mirin e. Ew qanûn ne ku tişteke neferz e ya ku dikare bê guhastinê yan jî neyê sêrî. Lê bi rastiyê ew hîmê heqiya û rastiya Xwedê ye (Zebûr 37:28).

      Hergê Xwedê wê derecêda heqiya xwe neda kifşê, meriv dikaribûn dudilî bûna ku di derecên dinda jî Xwedê wê heqiya xwe bida alîkî. Mesele, gelo Xwedê wê bi heqiyê bijbêre kê ji zureta Adem hêjayî emirê heta-hetayê ye? Yan jî gelo em dikarin aminiya xwe Xwedê bînin ku ew wê sozên xwe bîne sêrî? Ew yek ku Xwedê rastiya xwe da kifşê, hê zêde baweriya me qewî dike, ku ew wê timê bi heqiyê her tiştî bike.

      Xwedê bi saya qurbana Îsa mecal da me, ku li ser erdê, Cinetêda heta-hetayê bijîn. Dîna xwe bidine giliyên Îsa ji Yûhenna 3:16 “Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe”. Bi wî cûreyî mirina Îsa ew ne ku tenê heqiya Xwedê dide kifşê, lê hê zêde dide kifşê hizkirina wî hindava meriva.

      Lê çira Îsa gerekê biçerçiriya û usa bimiriya? Îsa xwe kire qurban û amin ma, bi wê yekê ewî îzbat kir wekî Şeytan derew kir çaxê buxdan avît ku meriv heta xilaziyê Xwedêra amin namînin gava rastî çetinaya tên (Îbo 2:4, 5). Ew buxdana Şeytan dikaribû rast bihata hesabê, çimkî Ademê bêqisûr rastî çetinayada amin nema û gune kir. Lê çimkî Îsa ku mîna Adem bêqisûr bû, wedê çetinayên giran jî amin ma, ewî bi wê yekê îzbat kir ku Şeytan derewîn e (1 Korintî 15:45). Îsa usa jî îzbat kir ku Adem jî dikaribû Xwedêra amin bima, hergê ewî safîkirina rast bikira. Bi wê yekê ku Îsa cefa kişand û amin ma ewî nexşek û mesele bona me hîşt (1 Petrûs 2:21). Lema jî Xwedê Îsa kerem kir seva aminiya wî, bi wê yekê ku emirê heta-hetayê li ser ezmana da wî.

      EW YEK ÇI KAR DIKARE WERA BÎNE

      Îsa bi rastiyê mir. Û mirina wî riya bona jîyîna heta-hetayê mera vekir. Hûn dixwazin jîyîna heta-hetayê bistînin? Îsa got ku çi em gerekê bikin seva ku evê jîyînê bistînin: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhenna 17:3).

      Em we teglîf dikin ku hûn hê zêde pêbihesin derheqa Yahowa, Xwedayê rastiyê û Kurê wî Îsa Mesîh. Şedên Yahowa yê ku di mihala weda dijîn wê bi şabûnê alîkariyê bidin we di wê yekêda. Hûn usa jî dikarin alîkariyê bistînin ji malpera me, www.jw.org.

      a Xwedê ji ezmên emirê Kurê xwe derbazî zikê Meryemê kir, û bi ruhê xweyî pîroz Îsa xwey kir ji wê yekê ku qisûra Meryemê derbazî ser wî nebe (Lûqa 1:31, 35).

      Ser Bîranîna mirina Îsa nanê şikewa derbaz dikin

      “Vê Yekê Bikin”

      Şeva ku Îsa gerekê emirê xwe bida, ewî şagirtê xweyî amin top kir, û roja Bîranîna Mirina xwe kifş kir. Ewî gote wan: “Vê yekê bona bîranîna min bikin” (Lûqa 22:19). Şedên Yahowa guh didine temiya Îsa û her sal li nav temamiya dinyayêda ewana top dibin ser Êvara Bîranîna mirina wî. Sala par 19 862 783 meriv hatibûn li ser wê Bîranînê.

      Îsal, Êvara Bîranîna Mirina Îsa roja Çarşemê, 23 Adarê, paşî ro çûyîna ava wê derbaz be. Tu jî tevî malbeta xwe û hevalê xwe dikarî bêyî li ser Êvara Bîranînê, û guh bidî têmayê ku li ser hîmê Kitêba Pîroz e. Di wê têmayêda wê bê şirovekirinê çira mirina Îsa gelek ferz bû, û ew çi kar tera bîne. Hatin bê pere ye. Seva ku pêbihesin derheqa wede û ciyê derbazkirina Êvara Bîranînê, ji kerema xwe tevî Şedên Yahowa di mihala xweda têklî bin, yan jî seva hê zêde elametî, bikevine www.jw.org.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin