KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Mirina Merivê Nêzîk, Çawa Teyax kin?
    Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2016 | № 3
    • Kulfeta ku şînê dike

      TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ

      Mirina Merivê Nêzîk, Çawa Teyax kin?

      “Negirî, Xwedê baştir zane çi dike”.

      Jineke bi navê Bîbî, bavê xwe çel dikir û kesekî guhê wêda ew gilî jêra got.

      Ew gilî hevaleke Bîbî jêra got. Bîbiyê gelek bavê xwe hiz dikir û hevala wê pê wan giliya, ne ku wê dilrihet kir, lê hê zêde dilbirîndar kir. Bîbiyê hişê xweda digot, “mirina bavê min, ne tiştekî baş bû”. Pey salara ewê derheqa vê yekê kitêb nivîsî û ji kitêba wê eşkere dihate kifşê, wekî ew dîsa jî şîna bavê xwe dike û dilteng e.

      Anegorî Bîbî, çaxê meriv kesekî xwe unda dikin, wanara gelek sal lazim e, seva ku diltengiya wan derbaz be, îlakî hergê ewana hevra nêzîk bûn. Di Kitêba Pîrozda ser mirinê tê gotinê “dijminê xilaziyê” (1 Korintî 15:26). Çaxê kesek dimire, ev jîyîna me dilteng dike û tu tişt nikare ev bide sekinandinê. Em jî nikarin ji vê yekê xwe xilaz kin. Lema jî hergê wedê diltengiya, em nizanin çi bikin, ev tiştekî normal e.

      Dibeke hûn difikirin: ‘Çiqas wede lazim e, seva ku diltengiya min derbaz be? Çawa teyax kim? Çawa ez dikarim dilbîniyê bidime wan meriya, yên ku kesekî unda kirine? Gelo ezê dîsa miriyên xwe bivînim?’

  • Gelo Rast e Şîna Kesekî Bikin?
    Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2016 | № 3
    • TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | MIRINA MERIVÊ NÊZÎK, ÇAWA TEYAX KIN?

      Gelo Rast e Şîna Kesekî Bikin?

      Cem te qe usa qewimiye, wekî tu nexweş bûyî û nexweşiya te zû derbaz bû? Te dibeke jî bîr kiriye derheqa vê nexwaşiyê. Lê şîna kesekî bikî, ne usa ye. Doxdir Alan Wolfêlt di kitêba xwe bi navê “Healing a Spouse’s Grieving Heart” nivîsî, wekî şîn ev tiştekî usa ne, çi ku dirêj dikişîne. Ew usa jî zêde dike: “Pey wedera û bi piştgiriya merivên din, diltengiya te dikare hevek sivik be”.

      Werê em binihêrin, ku Birahîm pêxember çawa xwe kifş kiribû, çaxê jina wî miribû. Di Kitêba Pîroze orîjînalêda tê gotinê, wekî “Birahîm destpêkir ser Serayê girîya û şîna wê kir”. Ça tê kifşê Birahîm gelek wext Serayî bîra xweda xwey dikir û şîna wê dikir.a Meselekî din derheqa Aqûb e, kîjanî ku xapandin wekî yan çi heywanên beyanî, kurê wî Ûsiv xwarin. Aqûb “gelek roja” şîna kurê xwe dikir, û neferên mala wî nikaribûn êşa dilê wî sivik kirana. Pey çend salara jî, mirina Ûsiv dîsa ew dilteng dikir (Destpêbûn 23:2; 37:34, 35; 42:36; 45:28).

      Birahîm li ser Serayê digirî

      Birahîm, şîna jina xwe Serayê dike

      Îro jî anegorî vê yekê, gelek meriv şîna merivên xweye nêzîk dikin. Werên em du mesela binihêrin.

      • “Mêrê min Robêrt, 9 Tîrmehê sala 2008-da miriye. Wê rojê, ça hergav me teştê xwar. Pêşiya ku ew biçûya xebatê, me hev paç kir, hemêz kir û hevdura got: ‘Ez te hiz dikim’. Paşê ez pêhesiyam ku ew kete qeziyê. Şeş sal derbaz bûye û hela hê ev kul dilê minda ne. Ez difikirim ku ezê tu car nikaribim êşa dilê xwe berdim”.-Gêîl, kulfeta 60 salî.

      • “Rast e 18 sala zêdetir derbaz bûye, hingêda çaxê min jina xwe unda kir, lê heta niha ez bîra wê dikim û şînê dikim. Çaxê ez bedewiya tebyetê divînim, fikirên min derbêra diçin ser jina min. Ez difikirim wekî ewê jî çiqas şa bûya, hergê bedewiya wê yekê bidîta”.-Êtiyên, mêrê 84 salî.

      Eşkere ye, wekî êş û hestên usa, ev tiştekî normal e. Her merivek bi cûrê xwe şîna kesekî dike, lema jî wê nerast be wana sûcdar kin. Em xwexa jî gerekê xwe sûcdar nekin, hergê rêaksiya me ser mirina kesekî gelek qayîm e. Çawa em dikarin teyax kin?

      a Îshaq jî kurê Birahîm, gelek wede şînêda bû. Di vê jûrnalêda heye gotar bi navê “Çev Bide Baweriya Wan” kîderê ku tê gilîkirinê, wekî Îshaq paşî mirina diya xwe Serayê, sê sala şînêda bû (Destpêbûn 24:67).

  • Alîkarî, seva ku Teyax kin
    Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2016 | № 3
    • TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | MIRINA MERIVÊ NÊZÎK, ÇAWA TEYAX KIN?

      Alîkarî, seva ku teyax kin

      Derheqa vê têmayê gelek şîret hene. Lê hemû şîret nikarin alîkariyê bidin. Mesele, hinek meriv dikarin bêjin, wekî nelazim e bigirîn, yan jî bi cûrên din hestên xwe bidine kifşê. Hinek jî dikarin paşopê bêjin. Lê Kitêba Pîroz tiştekî eyan dike û gelek piştgiriya wê yekê dikin.

      Hine kûltûrada nemêrantî ye, hergê mêr bigirî. Lê gelo şerm e ber meriya bigirîn? Hine doxdir dibêjin, ku ev tişteke normal e çaxê meriv wedê şînê digirî. Çaxê bende hestên xwe dide kifşê, wîra daha hêsa dibe teyax ke. Lê çaxê meriv hemû tiştî nav xweda digire, bi wê yekê ew ziyanê dide xwe. Di Kitêba Pîrozda tu ciya nayê gotinê, wekî wedê şînê nerast e û nemêrantî ye, hergê kesek bigirî. Hela derheqa Îsa bifikirin. Çaxê hevalê wî Lazar miribû, qewata Îsa digihîştê ku hevalê xwe Lazar vegerîne jîyînê, lê yeke ew ber hemûya giriya! (Yûhenna 11:33-35).

      Çaxê kesek şînê dike, wî wedeyda ew dikare sert û hêrs be. Îlahî wî çaxî, gava merivê wîyî nas tiştekî bêfemî dibêje. Merivekî ji Afrîkaya Başûrê bi navê Mayk, giliyê usa dibêje: “Ez weke 14 salî bûm çaxê bavê min mir. Wedê şînê kahînekî minra got, wekî Xwedêra merivên baş lazim in, lema jî ew wana hildide cem xwe.a Ji bo vê yekê ez gelek hêrs ketim, çimkî bi rastî em hewcê bavê xwe bûn. Îda 63 sal derbaz bû û heta niha ew gilî dilê min dêşînin”.

      Lê em çi dikarin bêjin derheqa xweneheqkirinê? Çaxê merivê nêzîk nişkêva dimire, fikirê usa pêşda tê, ‘Ew yek wê neqewimiya, hergê min usa, yan cûrekî mayîn bikira’. Û hergê pêşiya mirina wî merivî, te tevî wî şer kiribû, ev yek êşa dilê te hê zêde dike.

      Hergê fikirên xweneheqkirinê yan hêrs cem te heye, gelek ferz e ewê yekê nav xweda nagirî. Wê baş be xeberdî tevî hevalekî xwe, yê ku wê guh bide te û te bide bawerkirinê, ku hestên usa tişteke normal e. Kitêba Pîroz dibêje: “Heval her tim hez dike û bira di roja tengda xuya dibe” (Metelok 17:17).

      Çaxê bende şîna kesekî dike, wî wedeyîda Dostê wîyî lapî baş dikare Efirandarê me be, dêmek Yehowa Xwedê. Duada dilê xwe wîra vekin, “çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7). Yehowa usa jî soz dide, wekî ew meriv wê fikirên xweda û dilê xweda arxayîn bin, çimkî “edilayiya Xwedê . . . ji her hiş-aqilî derbaztir e” (Fîlîpî 4:6, 7). Dêmek em gerekê bihêlin, wekî Xwedê bi saya Kitêba Pîroz alî me bike û dilbîniyê bide me. Xwera hine rêza binivîse yên ku dilê te rihet dikin. (Binihêre çargoşe). Tu dikarî hine ji wan, bi ezberî hîn bî. Çaxê tu bifikirî derheqa wan rêza, ewê alî te bikin wî çaxî, mesele gava êvarê tu tenê yî û nikarî xevra herî (Îşaya 57:15).

      Mêrekî 40 salî, werên wî nav kin Cêk, jina xwe unda kir, ya ku ji reqê (kanserê) mir. Cêk carna tenêbûnê texmîn dike, lê dua alî wî dike. Ew dibêje: “Çaxê ez Yehowara dua dikim, ez îda xwe tenê texmîn nakim. Gelek car ez nîvê şevê hişiyar dibim û îda nikarim razêm. Hingê ez destpêdikim hine rêza ji Nivîsarên Pîroz bixûnim û li ser bifikirim. Ew min dilrihet dikin. Paşê ez Yehowara dua dikim û dilê xwe wîra vedikim. Dilê min arxayîn dibe û edilaya Xwedê hiş-aqilê min usa rihet dike, ku paşê ez dikarim rihet razêm”.

      Kulfeteke cahil bi navê Vanêsa, diya xwe ji bo nexweşîyê unda kir. Ewê jî li ser xwe qewata duakirinê texmîn kir. Ew dibêje: “Wedê lapî çetinda, min gazî navê Xwedê dikir û kele-kel digiriyam. Yehowa guh dida duayên min û timê ez qewî dikirim”.

      Hinê doxdir şîret didin, ku hergê tu diltengiyê texmîn dikî, wê baş be ku tiştekîva mijûl bî. Mesele dikarî tiştekîda alî kesekî bikî. Ev yek dikare şabûnê tera bînê û diltengiya dilê te jî sivik ke (Karên Şandiya 20:35). Gelek Mesîhiya di wê yekêda alîkarî û berdilî xwera dîtine (2 Korintî 1:3, 4).

      a Kitêba Pîroz evê yekê hîn nake. Kitêba Pîroz mera eyan dike ku çima meriv dimirin (Waîz 9:11; Yûhenna 8:44; Romayî 5:12).

      Rêzên Kitêba Pîroz Ku Dilbîniyê Didin

      • Xwedê derheqa te xem dike (Zebûr 55:22; 1 Petrûs 5:7).

      • Xwedê bi sebir guh dide duayên xizmetkarên xwe (Zebûr 86:5; 1 Têsalonîkî 5:17).

      • Xwedê dixwaze ku meriv bijîn, ne ku bimirin (Metta 22:32).

      • Xwedê soz dide ku wê miriya sax ke (Îşaya 26:19; Yûhenna 5:28, 29).

  • Berdilî seva Wan yên ku Şînê Dikin
    Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2016 | № 3
    • TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | MIRINA MERIVÊ NÊZÎK, ÇAWA TEYAX KIN?

      Berdilî seva Wan yên ku Şînê Dikin

      Bav tevî kurê xwe li ser mezelê

      Cem te qe usa qewimiye, wekî kesek şînê dikir û te nikaribûye alîkariyê bidî wî? Carna em nizanin çi bêjin û çi bikin, lema jî em xwe ker dikin. Lê hine tiştên kêrhatî hene, çi ku em dikarin bikin.

      Carna lazim e, wekî tu tenê bal wî merivî bî û wîra eyan kî ku çiqas seva vê yekê berxwedikevî. Mesele di gelek kûltûrada usa ne: hergê tu meriv hemêz kî yan jî destê xwe bidî ser milê wî, usa tu xemgîniya xwe didî kifşê. Hergê merivê ku şînê dike, dixwaze tevî te xeber de, guh bide wî. Usa jî wê baş be, hergê tu xwarinê seva wî merivî hazir kî, miqatî zarên wî bî, yan jî alîkariyê bidî şi-xulên dinda, hergê ew dixwaze. Şixulên usa wê daha kêrhatî bin, ne ku pirxeberiya me.

      Carna tu dikarî derheqa miriyên wan xeber dî û dîna xwe bidî hine xeysetên wane baş yan qewimandinên hewas. Xeberdana usa dikare şa ke merivê dilteng. Besa xeberê, Pêm yê ku şeş sal pêşda mêrê xwe Îyan unda kir, dibêje: “Carna meriv mira tiştên usa baş derheqa Îyan gilî dikirin, çi ku min nizanibû. Ev yek min dilrihet dikir”.

      Gelek cara merivê dilteng, ji hevalên xwe derbêra alîkariyê distîne. Lê yazix, paşê hevalên wî ji bo şixulên xwe, zû bîr dikin hewcên wî. Bixebite ser vê yekê, wekî tevî merivê dilteng têklî bî.a Merivê dilteng gelek evê yekê dişêkirîne, çimkî usa ew dikare êşa dilê xwe hinekî sivik ke.

      Werên mesela Kaorî binihêrin, kulfeta ku di Japoniyêda dijî. Ev gelek dilteng bibû çimkî ewê diya xwe unda kiribû û paşî 15 meha xûşka xwe jî unda kir. Hevalên wêye amin, timê ber dilê wêda dihatin. Kulfeteke bi navê Rîtsûko, gote Kaorî, wekî dixwaze bibe hevala wêye nêzîk. Kaorî dibêje: “Bi rastî bêjim, ji bo wê yekê ez şa nebûm. Min nedixwest ku kesek dewsa diya min bûya. Lê Rîtsûko Dê, gelek tevî min nazik bû û ji bo wê yekê ez nêzîkî wê bûm. Her heftî em tevay derdiketine xizmetê û tevay jî diçûne civatê. Ewê ez teglîf dikirim ser çay, xwarin minra dianî û gelek cara neme minra lêdikir. Nihêrandina rast ya Rîtsûko Dê, baş li ser min hukum kir”.

      Ji mirina diya Kaorî, îda donzdeh sal derbaz bû. Îro Kaorî tevî mêrê xwe wek pêşengê hertim xizmet dike. Kaorî dibêje: “Rîtsûko Dê, dîsa jî derheqa min xem dike. Çaxê ez wedigerim şeherê xwe, ez timê diçime cem wê û lezeteke mezin distînim ji hevaltiya wê”.

      Dîsa meselek heye derheqa Polî, ya ku Şedê Yehowa ye û xwexa ji Kîprûsê ye. Ewê jî alîkariya mezin standibû ji hevala. Mêrê Polî, bi navê Sozos merivekî baş bû. Ew ça şivanê Mesîhî, meseleke baş hîşt wê yekêda ku gelek cara jinebî û zarên êtîm, li ser xwarinê teglîfî mala xwe dikir, seva ku wede derbaz kin (Aqûb 1:27). Yazix, lê çaxê ew 53 salî bû, ewî mir ji bo girê ku serê wîda derketibû. Polî dibêje: “Min mêrê xweyî amin unda kir, tevî kîjanî ku ez weke 33 sala zewacêda bûm”.

      Cotê zewicî xwarinê tînin, seva bav û kurê wî

      Mecalê bivîne, seva ku alîkariya kêrhatî bidî merivên dilteng

      Paşî çelkirinê, Polî tevî kurê xweyî 15 salî, bi navê Daniyêl, derbazî Kanadê bû. Li wir wana destpêkir tevî civateke Şedên Yehowa şixulkariyê bikin. Polî tîne bîra xwe: “Hevalên ji civata meye teze, tu tişt nizanibûn derheqa derecên çetin ku jîyîna meda hebûn. Lê yeke ewana timê nêzîkî me dibûn û em hemêz dikirin. Ewana giliyên hêlankirinê mera digotin û alîkariya kêrhatî jî didan. Bi rastî jî alîkariya wan, wî çaxî wededa bû, çimkî hingê kurê min gelek hewcê bav bû! Birên cabdar hindava Daniyêl gelek dilovan bûn. Mesele çaxê ewana top dibûn, gazî Daniyêl jî dikirin ku tevî wan wede derbaz ke, yan fûtbolê bilîze”. Îro dê û kur, xwe baş texmîn dikin.

      Bi helalî bêjin, gelek mecal hene ku çawa em dikarin alîkariya kêrhatî bidine merivên dilteng û ber dilê wanda bên. Kitêba Pîroz jî dilbînîke mezin dide me û sozê baş derheqa axiriyê.

      a Hineka di salnemêda xwera kifş kirine roja mirina merivê hevalê xwe, seva ku nêzîkî wan roja, tevî wî têklî bin û dilrihet kin.

  • Yên Mirî wê Dîsa Bijîn!
    Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2016 | № 3
    • TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | MIRINA MERIVÊ NÊZÎK, ÇAWA TEYAX KIN?

      Yên Mirî wê Dîsa Bijîn!

      Tê bîra we Gêîl, derheqa kîjanî ku me di wan gotarada digot? Ewê bawer nedikir ku wê bikaribe mirina mêrê xwe teyax ke. Lê niha ew bi şabûn li axiriyê dinihêre û hîviya dinya teze ye, ku Xwedê soz dide. Çimkî bi saya vê yekê, ewê bikaribe dîsa mêrê xwe Robêrt bivîne. Ew dibêje: “Gotineke ji Nivîsarên Pîroz gelek min xweş tê. Ev Eyantî 21:3, 4 ye, kîderê ku nivîsar e: ‘Xwedê xwexa jî wê tevî wan bimîne, çawa Xwedêyê wan. Ewê ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn’”.

      Gêîl dibêje: “Ev gotin hemû tiştî eyan dike. Bi rastî jî gunê min wan meriya tê, yên ku merivên xweye nêzîk unda kirine û yên ku nizanin derheqa sozê Xwedê, wekî wê bikaribin dîsa wana bivînin”. Gêîl li gora baweriya xwe dijî û bi rezedilî şixulê pêşengiyê dike. Ew meriyara gilî dike derheqa sozên Xwedê û wê axiriyê, kîderê ku “îdî mirinê tunebe”.

      Îbo bi kunirên li ser bedenê

      Îbo bawer dikir, ku ewê dîsa bijî

      Dibeke hûnê bêjin: ‘Bawer nakim!’. Werên em derheqa Îbo şêwir kin. Ew bi nexweşîke giran nexweş bû (Îbo 2:7). Rast e Îbo hizreta mirina xwe bû, lê ewî yeke bawer dikir wekî qewata Xwedê digihîjê ku wî wegerîne jîyînê. Ewî bi baweriyê giliyê usa got: “Tê gazî min bikî, ezê jî caba te bidim. Tê bîra efirandinên destên xwe bikî” (Îbo 14:13, 15, DT). Îbo bawer dikir ku Xwedayê wî, wê bîra wî jî bike û hizret be wî wegerîne jîyînê.

      Zûtirekê, Xwedê wê evê yekê seva Îbo û merivên dinêna bike. Ewana wê wegerine jîyînê, çaxê erd bibe cinet. (Lûqa 23:42, 43). Di Kitêba Pîrozda, Karên Şandiya 24:15-da tê gotinê, meriv wê “ji mirinê rabin”. Îsa jî mera dibêje: “Li vê yekê ecêbmayî nemînin, çimkî wext nêzîk dibe, ku hemûyêd tirbada wê dengê wî bibihên ... rabin” (Yûhenna 5:28, 29). Îbo wê pê çevê xwe bivîne, ku çawa ev sozê Xwedê, wê bê sêrî. Ewê mecalê bistîne, seva ku wegere “rojên xweyî” cahiltiyê (Îbo 33:24, 25). Ew yek usa jî rêalî ye seva wan meriya, yên ku qîmet dikin û qebûl dikin kirîna ku Xwedê dabû.

      Hergê te jî kesekî xwe unda kiriye, dibeke ev hemû tiştên gotî nikare bi temamî êşa dilê te sivik ke. Lê hergê tu bifikirî derheqa sozên Xwedê, yên ku di Kitêba Pîrozda nivîsar in, ev yek wê baweriya te qewî ke û tê bikaribî xwe qayîm bigirî (1 Têsalonîkî 4:13).

      Dixwazî hê zêde pêbihesî ku çawa em dikarin diltengiya xweda teyax kin? Yan dibeke cem te pirseke usa pêşda tê “Çima Xwedê dihêle, wekî zulmî û kul-derd hebin?” Ji kerema xwe bikeve malpera me, jw.org û bivîne ku çawa Kitêba Pîroz dikare berdilî bide me û cabên pirsên me bide.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin