KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Derdê Giran
    Hişyar Bin!—2018 | No. 3
    • Mêrek ku şînê dike, tenê rûniştî ye

      Alî Wan Bike, Yên Ku Merivên Xwe Unda Kirine

      Derdê Giran

      Mêrek bi navê Memoa dibêje: “Ez tevî jina xwe Eyşê, 39 sala zêdetir zewacêda bûm. Paşê ew bi nexweşiya giran nexweş ket û mir. Salekê, min xwe usa texmîn dikir, ku têbêjî pareke min miriye. Hevalên min gelek alî min dikirin, û ez hine tiştava mijûl dibûm, ku êşa dilê xwe hevekî sivik kim. Carcara nişkêva hewasa min diket. Îda weke sê sal e ku Eyşê miriye, lê heta niha ev kul ji dilê min dernayê”.

      Diqewime te jî merivê xweyî nêzîk unda kiriye, û tu rind halê Memo fem dikî. Mirina mêr yan jin, merivê nêzîk yan hevalê baş, êşeke giran dike dilê mêriv. Zandarên ku evê pirsê lêkolîn dikin, vê yekêra qayîl in. Di jûrnalekêda bi navê “The American Journal of Psychiatry”, hebû gotarek, kîderê ku dihate gotinê, wekî “gava kesek merivê xweye hizkirî unda dike, ewî tirê ku ser heta-hetayê unda dike, û ji bo wê yekê êşa dilê wî daha giran dibe”. Ewên ku ji bo mirina merivên xwe, şînê dikin, diqewime usa difikirin: “Gelo, heta kengê ev derd wê dilê min bêşîne? Ezê bikaribim dîsa bextewar bim? Çawa ez dikarim dilbîniyê bistînim?”

      Eva jûrnala “Hişyar Bin!” wê caba wan pirsa şêwir ke. Gotara dudada wê bê gotinê, ku çi hêvî heye bona miriya. Gotarên din jî, wê dîna me bidin wê yekê, ku çi dikare alî me bike, wekî êşa dilê xwe hevekî sivik kin.

      Em bawer in, wekî ev gotar wê dilrehitiyê bidine wan hemû meriya, kîjan ku derdekî giran dikişînin ji bo mirina merivên xweyî hizkirî.

      a Hine nav ji vê gotarê, hatine guhastinê.

  • Ça Mirina Meriva, Hukum Dike Ser Sihet-Qewata Meriyên Wan
    Hişyar Bin!—2018 | No. 3
    • Cotê zewicî ku şînê dike

      Alî Wan Bike, Yên Ku Merivên Xwe Unda Kirine

      Ça Mirina Meriva, Hukum Dike ser Sihet-qewata Meriyên Wan

      Rast e hine zandar dibêjin wekî hemû şîn mîna hev têne derbazkirinê, lê bi rastî dilşewatiya meriva ne mîna hev in. Ev ku dilşewatiya wan ji hev cude dibe, gelo tê hesabê ku hine meriv hindik berxwe dikevin ji bo mirina merivên xwe, yan jî ewana hestên xwe nav xweda ditemirînin? Hemikî na. Bi rastî çaxê meriv dilşewatî û hestên xwe venaşêre, ev yek bona sihet-qewatê hê baş e. Gelek car şînkirin girêdayî ye tevî kûltûra meriva, xeysetê wan, qewimandinên emirê wan, û vê yekêva, ku çi cûreyî merivê xwe unda kiriye.

      EV DERD WÊ ÇIQAS GIRAN BE?

      Merivê ku şînê dike, diqewime nizane ku ji bo mirina merivê wî, çi dikare biqewime. Çi jî hebe, wan derecada êmosiya, çetinayî pêşda tên û ev yek tebyetî ye. Ka em hê kûr şêwir kin:

      Çaxê êmosiya, me zeft dikin. Carna meriv destpêdike bigirî, çimkî gelek hizreta merivê xweye mirî ye, û êmosiyên wî timê têne guhastin. Êmosiya wî çaxî pêşda tên, gava tiştek merivê wîyî mirî tîne bîra wî, yan jî gava yê mirî xewnêda divîne. Pêşiyê rêaksiya meriya usa ne, wekî ew gelek dilteng dibe û nikare bawer ke, ku merivê wî îda tev wî nîne. Tîna ya ku mêrê xwe unda kiriye dibêje: “Pêşiyê ez ser hişê xwe nîbûm û nikaribûm bigirîm. Êmosiya û hestên min usa ez zeft kiribûm, wekî carna minra çetin bû bîna xwe bikişînim. Nedikete hişê min, wekî ev yek hatiye serê min”.

      Wedê xemgîniyê, hêrsê, û xweneheqkirinê pêşda tê. Mecît dibêje: “Paşî mirina kurê min Nadir, yê ku 24 salî bû, ez û jina min Asê gelek hêrsketî bûn! Em ji bo vê yekê ecêbmayî bûn, çimkî em tu car merivne hêrs nîbûn. Me xwe neheq dikir, çimkî em difikirîn ku diqewime me êpêce tişt nekir, wekî ça lazim e alî kurê xwe bikin”. Elî, jina kîjanî ku ji bo nexweşiya giran mir, dibêje: “Pêşiyê min tirê, ku hergê Xwedê dihêle wekî ez haqas biçerçirim, dêmek ez merivekî baş nînim. Paşê min destpêkir Xwedê neheq kim wê yekêda çi ku qewimî”. Memo derheqa kîjanî ku gotara pêşinda hatibû gotinê, dibêje: “Car-cara ez hela hê jî ser jina xwe Eyşê hêrs diketim, ku ew mir û ez tenê hîştim. Paşê ez ser xwe jî hêrs diketim, ku ez usa difikirîm, çimkî bi rastî ev gunê wê nîbû, ku hemû tişt usa qewimî”.

      Çaxê fikirên nelogîkî pêşda tên. Wedê usa jî heye, gava fikirên mêriv têne guhastinê û dibine nelogîkî. Mesele, ewê ku şînê dike dikare wîva usa bê kifşê, ku ew yançi miriyê xwe divîne, dengê wî dibihê, yan jî usa texmîn dike, ku miriyê wî kêleka wî ye. Vî merivîra usa jî çetin e hişê xwe topî ser hev ke û tişta bîra xweda xwey ke. Tîna dibêje: “Carna wedê xeberdanê, min texmîn dikir, wekî hişê min diçe cîkî din! Ji bo derecên mirina kurê miva girêdayî, ez timê lez diketim. Û mira çetin bû bi temamî dîna xwe bidime ser tiştekî, çimkî ez strêsêda bûm”.

      Çaxê dixwazî xwe başqe kî. Merivê ku şînê dike, carna tevhevbûyî ye û ji merivên der-dorê xwe ecêz dibe. Memo dibêje: “Çaxê ez tevî cotên zewicî bûm, min tirê ez nav wanda zêde me û tevî merivên nezewicî jî min xwe nerihet texmîn dikir”. Jina Mecît, Asê tîne bîra xwe: “Ez eciz dibûm çaxê nav merivada bûm, yên ku gaznê xwe dikirin ji bo problêmên xwe, kîjan ku himberî problêmên me, ne tu tişt bûn! Carna em nav wan merivada bûn, kîjana bona kirên zarê xweye baş xeber didan. Hemikî ez bona wan şa dibûm, lê minra gelek çetin bû evê yekê bibihêm. Min mêrê xweva fem kir, wekî emir berdewam dibe, lê xwestin û sebira me tune bû, wekî ber problêma xwe teyax kin”.

      Problêmên sihet-qewatêva girêdayî. Merivê ku şînê dike, medê xwe unda dike, jar dibe û xewa wî diteqise. Aram tîne bîra xwe sala pey mirina bavê xwera: “Xeva min hevketibû. Her şev, wedekîda ez hişyar dibûm û derheqa bavê xwe difikirîm”.

      Elî tîne bîra xwe derheqa problêmên sihet-qewata wîva girêdayî. Ew dibêje: “Çend cara doxdir teseliya min dikir û ez didame bawerkirinê, wekî ez saxlem im. Min fem kir, wekî min şîn dikir, lema nîşanên nexweşiyê cem min pêşda hatin”. Wede şûnda ev nîşan unda bûn. Lê çî jî hebe, Elî aqilayî kir, ku çû cem doxdir. Gava meriv şîna kesekî dike, ji bo vê yekê îmûnîtêta wî sist dibe, sihet-qewata wî diha xirab dibe û nexweşiyên din pêşda tên.

      Çetinayên ku pêşda tên. Bedir dibêje: “Çaxê Nadir mir, me gerekê derheqa wê yekê elam kira ne tenê heval û pizmamara, lê usa jî mezinê xebata wî û merivên dinra. Him jî lazim bû çend dokûmêntên qanûnî tije kin. Paşê me gerekê bona tiştên Nadir xem kira. Rast e wî çaxî aliyê fîzîkîda, êmosiyalîda em qudûm ketibûn, lê dîsa jî me gerekê rind dîna xwe bida wan hemû tişta”.

      Wede şûnda hine çetinayên mezin pêşda tên, mesele lazim e wan hemû şixula bînin sêrî, çi ku pêşda yê mirî dikir. Mesela Tînayê evê yekê rind dide kifşê. Ew dibêje: “Temo timê xem dikir bona şixulên meyî bankêva girêdayî û şixulên bîznêsê. Niha ev yek îda bûne cabdariyên min, ji bo çi jî strêsa min daha zêde bûye. Gelo ezê bikaribim ewan hemû tişta bînim sêrî?”

      Ew çetinayên ku jorê hatine gotinê eyan dikin, wekî bi rastî gelek çetin e çaxê merivê meyî nêzîk dimire. Rast e mirina merivê nêzîk dikare êşeke giran merivara bîne, lê çaxê evê yekê pêşda zanî, dikare alî te bike teyax kî. Bîr neke, wekî ne her kes ser xwe vê yekê texmîn dike, çi ku jorê hatibû gotinê. Hela hê ew meriv jî kîjanîra ku gelek çetin e, dikare dilrihetiyê bistîne, çaxê zane ku ew êmosiyên wî normal in.

      EZÊ BIKARIBIM DÎSA BEXTEWAR BIM?

      Hîviya çi bim: Êşa dil ku şînêva girêdayî ye herheyî nakişîne, û hêdî-hêdî ev sivik dibe. Lê ev êş pêda ji dilê meriva dernayê, û meriv nikare miriyê xwe bîra bike. Him jî wede şûnda meriv tê ser hişê xwe û îda xwe neheq nake. Car-cara tiştên usa ça mesele roja dewata wan, yan roja mirinê û tiştên din, dikarin nişkêva miriyên wan bînin bîra wan. Lê wede şûnda aliyê êmosyalîda meriv destpêdike xwe bigire û dîsa vedigere jîyîna xweye her rojî. Meriv hingê dikare rind teyax ke û jîyîna xwe berdewam ke, gava neferên mala wî alî wî dikin.

      Ewê çiqas wext bikişîne? Hinek meriv meha şinê dikin. Lê gelekara salek yan dudu lazim e, wekî dilê wan hinekî hêsa be. Hinekara jî daha zêde wext lazim ea. Elî dike bîra xwe: “Min weke sê sala şînê dikir”.

      Zef tişt ji xwe dewa neke. Rojekê xwera bijbêre û ewê rojê usa derbaz ke ça berê, tê bêjî tiştek ne qewimîye û bizanibe ku êşa dilê te wê her-heyî nekişîne. Bi wê yekê tuyê bikaribî êşa dilê xwe hevekî sivik kî û ewê dirêj nekişîne.

      Ew hestên ku cem te ji bo şînê pêşda tên, normal e

      a Derdê dilê hine meriya usa kûr e û dirêj dikşîne, wekî ew îda derbaz nabe. Ew meriv hewcê alîkarya doxdir in.

  • Ça Teyax kin Mirina Merivê Nêzîk
    Hişyar Bin!—2018 | No. 3
    • Meriv civiyan û şikil dikişînin

      Alî Wan Bike, Yên Ku Merivên Xwe Unda Kirine

      Ça Teyax Kin Mirina Merivê Nêzîk Tu Çi Dikarî Bikî

      Carna çaxê tu dilrihetiyê digerî, seva halê xweda teyax kî, tu bi hezara şîreta dikarî bivînî. Hine ji wan şîreta dikarin kêrhatî bin, hinek jî na, çimkî çawa pêşda hatibû gotinê, her kes ne mîna hev şînê dike. Him jî ev çi ku dikare alî merivekî bike, yên dinra dikare kêrhatî nîbe.

      Bi rastî hene şîretên sereke, ku gelekara kareke mezin anîne. Ew şîret gelek psîxolog didin wan meriva yên ku şînê dikin, û ew şîret ser hîmê wan prînsîpa ye, ku berêda kitêbeke kevinda, Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê.

      1: JI NEFER Û HEVALA ALÎKARIYÊ QEBÛL KE

      • Meriv civiyan û şikil dikişînin

        Hine êkspêrt dibêjin wekî derdê xwe sivik kin, ev yek lape ferz e. Cara dibeke hûn dixwazin tenê bimînin. Diqewime carna hûn hela hê hêrs dibin ser wan, yên ku dixwazin alî we bikin. Ev yek tişteke normal e.

      • Eseyî nîne wekî timê dor-berê te kesek hebe, lê yeke wana ji xwe bi temamî dûr nexe, çimkî axiriyêda tera alîkariya wan wê lazim be. Nerm wanara bide kifşê, ku wî wedeyî çi tera lazim e û çi na.

      • Orta zêrîn bivîne, û li gora hewcên xwe usa bike, wekî ne bi temamî xwe ji meriva başqe kî, ne jî timê tenê bimînî.

      PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Du kes ji kesekî qenctir e . . . Ji ber ku, heger bikevin, wê yek hevalê xwe rake” (Waîz 4:9, 10).

      2: Xwarina Rast Bijbêre Û Sportêva Mijûl Be

      • Hergê tu xwarinê rast bijbêrî, ew yek wê alî te bike gelek nekevî strêsê. Cûre-cûre êmîş, pincar, û usa jî xwarina giran bixwe.

      • Gelek av û ava êmîşa vexwe.

      • Hergê medê te tune, rojêda gelek car hindik-hindik bixwe. Wê baş be usa jî hekîmê xwera bêjî, wekî tera vîtamîna binivîse.a

      • Hêdî-hêdî bireve û dîsa sportên dinva mijûl be, çimkî ew yek wê alî te bike gelek bona derd-kula xwe nefikirî. Û usa jî wê alî te bike, ku bona xwe bifikirî, yan jî dîna xwe derbazî tiştekî din kî.

      PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Bedena tu kesî ber çevê wî ne reş e, lê wê têr dike û xwey dike” (Efesî 5:29).

      3: XEWA XWE BISTÎNE

      • Nav-cî

        Xew gelek ferz e îlahî bona wan yên ku şînê dikin, çimkî wî çaxî qewata wan hê zef diçe.

      • Fesal be ku gelek kofêîn û alkohol venexwî, çimkî ew yek dikare xewa te biteqisîne.

      PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Bi aramiyê tijîbûna lepekî, ji du lepên tijî yên ku bi kedê û ji xebata ku ji bo girtina bayê qenctir e” (Waîz 4:6).

      4: XWE BAŞQE NEKE

      • Kulfeta ku şînê dike, hevala xwera dilê xwe vedike

        Bîr neke wekî hemû meriv mîna hev şînê nakin. Lema jî tu xwexa gerekê têderixî, ku çi dikare xût alî te bike.

      • Gelek dibêjin wekî çaxê derdê xwe kesekîra gilî dikin, ew alî wan dike teyax kin, lê yên din dibêjin wekî hê baş e dilê xweda xwey kin. Êkspêrt cûre-cûre şîreta didin, hela lazim e wî wedeyî dilê xwe kesekîra vekin. Hergê hûn dixwazin tevî kesekî xeber din, lê şerm dikin, wê baş be destpêkin hêdî-hêdî hevalê xweyî nêzîkra dilê xwe vekin, û hûnê daha hêsa xwe texmîn kin.

      • Hine meriv dibêjin ku çaxê ewana digirîn, ew alî wan dike êşa xwe sivik kin, lê yên mayînra hê baş e xwe bigirin û negirîn.

      PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Her dil derd û kulêd xwe zane” (Metelok 14:10).

      5: XWE JI TIŞTÊN ZIYAN DÛR BIGIRE

      • Mêrêk îçkê vedixe

        Hinek ku şînê dikin, êşa xwe pê îçkevexwarinê yan jî narkotîkayê sivik dikin. Usa yançi ewana dixwazin bîr kin derdê xwe. Ew rihetî ku yançi ew tişt tînin, wedekî kin dikişîne û him jî axiriya xirab tîne. Derdê xwe pê tiştên kêrhatî sivik kin.

      PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “De em xwe ji hemû kirêtiya . . . xwe paqij kin” (2 Korintî 7:1).

      6: WEDÊ XWE RAST XERC KE

      • Gelek dibêjin ku lazim e cara wedekî şixulên dinva mijûl bin, seva hertim bona kul-derdê xwe nefikirin û xwe neçerçirînin.

      • Besa xeberê, hevalên teze xwera bivînin yan hê nêzîk bin tevî hevalên xwe, feresetên teze hîn bin, û cîkî hêsa bin.

      • Wede derbaz be û hûnê hînî vê derecê bin. Hûnê dibeke texmîn kin ku îda haqas dilteng nabin. Usa hûn ji êşa dil qenc dibin.

      PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Dema her tiştî . . . heye; wexta girînê heye û wexta kenînê heye; wexta li xwe xistinê heye û wexta lîstinê heye” (Waîz 3:1, 4).

      7: HER TIŞTÎ WEDEDA BIKE

      • Kulfet salnemê hildide ku bernama xwe çêke

        Çiqas dikarî, zû vegere jîyîna xweye berê.

      • Hergê tu xewa xwe bistînî, bixebitî, yan jî şixulên xwe wededa bikî, usa tê vegerî jîyîna xweye berê.

      • Çaxê tu wan şixulava mijûl dibî, kîjanara hewasa te tê, ev yek wê alî te bike kêm berxwe kevî.

      PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Ji ber ku wê bi zêdeyî rojên temena xwe di bîra xweda neyne; ji ber ku wê Xwedê di kêfxweşiya dilê wîda bersivê bide” (Waîz 5:20).

      8: WÎ WEDEYÎDA SAFÎKIRINÊN FERZ NEKIN

      • Gelek meriv, yên ku safîkirinên ferz paşî mirina merivê xweyî nêzîk kirine, wede şûnda poşman bûne.

      • Hergê dibe, lez nekeve mesele derbazî cîkî din bî, yan xebata xwe biguhêzî, yan jî tiştên merivê mirî ji malê derxî, yên ku tu îda nadî xebatê.

      PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Tivdîra merivê xîret ese karê tîne, lê her kesê lez ketî ese zirarê tîne” (Metelok 21:5).

      9: BÎR BÎNE MERIVÊ XWEYÎ HIZKIRÎ

      • Mêr hevalên xwera nîşan dike şikilê jina xwe, ku miriye

        Gelek meriv têderxistine, wekî çaxê ewana wan tiştava mijûl dibin, çi ku merivê wane mirî dike bîra wan, ev yek alî wan dike.

      • Dibeke bona te usa jî kêrhatî be, hergê tu hine şikla top kî yan jî jûrnaleke usa çêkî, kîderê ku tê binivîsî hine qewimandin û serhatiyên derheqa jîyîna merivê xwe, kîjanî ku tu naxwazî bîr kî.

      • Tiştên usa, çi ku bîranîna merivê teva girêdayî ne, xwey ke. Lê çaxê êşa dilê te hevekî sivik be, hingê dikarî derxî û binihêrî.

      PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Bîr bîne rojêd berê” (Qanûna Ducarî 32:7, PKM)

      10: HERE CÎKÎ HÊSA BE

      • Here xwera cîkî hêsa be.

      • Hergê tu nikarî li ser gelek wext herî hêsa bî, tu dikarî hema ser rojek yan du roja jî herî hêsa bî, mesele herî parkê, ber devê berê, yan jî tevî hevalên xwe here rêwîtiyê.

      • Hela hê şixulên din jî, ku te berê nekiriye, dikare alî te bike dilrihet bî.

      PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Tenê herine cîkî xewle û hinekî rihet bin” (Marqos 6:31).

      11: ALÎ MERIYA BIKE

      • Kulfeta cahil alî ya emirda mezin dike, şixulên maxaziyêva girêdayî

        Bîr neke, wekî çaxê tu alî meriya dikî, bi wê yekê tu alî xwe jî dikî.

      • Besa xeberê alî wan meriva bike, kîjan ku mîna te merivên xweyî nêzîk unda kirine û ewana jî hewcê berdiliyê ne.

      • Gava tu berdilê merivada têyî, tu dîsa dilşa dibî û ça berê emrê xwera şa dibî.

      PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35).

      12: BIRA TIŞTÊN FERZ, DÎSA CIYÊ PÊŞIN BIN

      • Bi derd-kulê xwe tu dikarî têderxî, wekî jîyîna teda bi rastî çi ferz e.

      • Bifikire, wekî tu çi cûreyî emirê xwe derbaz dikî.

      • Hergê lazim e, emirê xweda guhastina bike.

      PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Çûna mala şînê, ji çûna mala ziyafetê qenctir e, ji ber ku dawiya her zilamî ew e û yê ku, dijî wê dixe dilê xwe” (Waîz 7:2).

      Ça Teyax Kin Mirina Merivê Nêzîk | Fikirên Sereke

      • 1: JI NEFER Û HEVALA ALÎKARIYÊ QEBÛL KE

        Orta zêrîn bivîne, û li gora hewcê xwe usa bike wekî ne bi temamî xwe ji meriva başqe kî.

      • 2: XWARINA RAST BIJBÊRE Û SPORTÊVA MIJÛL BE

        Xwarina xwe rast bixwe, êpêce avê vexwe û sportêva mijûl be.

      • 3: XEWA XWE BISTÎNE

        Bîr neke wekî gelek ferz e xewa xwe bistînî, çimkî ewê alî te bike halê xweda teyax kî.

      • 4: XWE BAŞQE NEKE

        Her kes ne mîna hev şînê dike, lema jî dîna xwe bidê hela çi alî te dike teyax kî.

      • 5: XWE JI TIŞTÊN ZIYAN DÛR BIGIRE

        Xwe dûr bigire ji îçkevexwarinê û narkotîkayê, çimkî ev yek problêma safî nake, lê hê zêde dike.

      • 6: WEDÊ XWE RAST XERC KE

        Halê xweyî nehêsada, carna wedekî şixulên dinva mijûl be û hêsa be, seva hertim bona kul-derdê xwe nefikirî û xwe neçerçirînî.

      • 7: HER TIŞTÎ WEDEDA BIKE

        Vegere jîyîna xweye berê û her tiştî wedê xweda bike.

      • 8: WÎ WEDEYÎDA SAFÎKIRINÊN FERZ NEKIN

        Hergê dibe, hîviyê be bira salek yan hê zêde derbaz be, û tenê paşê safîkirinên mezin bike, ku paşê poşman nebî.

      • 9: BÎR BÎNE MERIVÊ XWEYÎ HIZKIRÎ

        Bona te dikare usa jî kêrhatî be, hergê tu hine şikla top kî yan jî jûrnaleke usa çêkî, kîderê ku tê binivîsî hine qewimandin û serhatî derheqa jîyîna merivê xwe, kîjanî ku tu naxwazî bîr kî.

      • 10: HERE CÎKÎ HÊSA BE

        Wede bivîne, wekî ser rojek yan nîv roj, herî îkî hêsa bî.

      • 11: ALÎ MERIYA BIKE

        Mîna berê jîyînêra şa be û wê yekêda wê alî te bike ev yek, ku tu alî wan meriva bikî, kîjan ku hewce ne û mîna te merivên xweyî nêzîk unda kirine. Bi vê yekê, wê nêta emirê te hebe.

      • 12: BIRA TIŞTÊN FERZ, DÎSA CIYÊ PÊŞIN BIN

        Evê mecalê bide xebatê, û têderxe, wekî jîyîna teda bi rastî çi ferz e û hergê lazim e, emirê xweda guhastina bike.

      Bi rastî, birîna dil bi temamî qenc nabe. Lê yeke ewên ku merivên xwe unda kirine, dibêjin, wekî şîretên jorê gotî, alî wan kirine berdiliyê bivînin. Hemikî vê gotarêda hûr bi hûr nayê şêwirkirinê wekî çi dikare alî me bike êşa dilê xwe sivik kin. Lê hergê tu hine ji wan şîreta bidî xebatê, tuyê berdiliyê bistînî û ber derd-kulê xwe teyax kî.

      a Jûrnala “Hişyar bin!” piştgiriya tu cûre qenckirin û dermana nake.

  • Alîkariya Baş Bona Wan, yên ku Merivên Xwe Unda Kirine
    Hişyar Bin!—2018 | No. 3
    • Meriv di cinetêda hazir in di Cinetêda rastî merivên xwe tên ku hatine saxkirinê

      Alî Wan Bike, Yên Ku Merivên Xwe Unda Kirine

      Alîkariya Baş Bona Wan, Yên Ku Merivên Xwe Unda Kirine

      WAN PAŞWEXTIYA, MERIV GELEK LÊKOLÎNA DIKIN, KU ÇA MIRINA MERIVA HUKUM DIKE SER EMIRÊ MERIVÊ WÎYÎ NÊZÎK. Çawa ku pêşda hatibû gotinê, psîxolojên herî baş şîretên xwe li ser hîmê bîlaniya ji Kitêba Pîroz didin. Ev yek eyan dike, wekî rêberiya Kitêba Pîroz tu car kewin nabe. Xêncî wê yekê, di Kitêba Pîrozda ne ku tenê rêberiya kêrhatî heye, lê hê zêde. Di vê kitêbêda heye elametiya usa, ya ku tu ciya tune û dikare berdiliya mezin bide wan, yên ku dilşkestî ne ji bo mirina merivên xwe.

      • Baweriya wê yekê, ku merivên meyî mirî naçerçirin

        Kitêba Waîz 9:5 dibêje: “Mirî . . . tiştekî nizanin”. Lê Zebûrda nivîsar e, wekî fikirên wan “tune dibin” (Zebûr 146:4, DO). Lema jî Kitêba Pîroz, mirinê berambrî xewa kûr dike (Yûhenna 11:11).

      • Baweriya qayîm, ku Xwedayê hizkirî wê berdiliyê bide

        Di Zebûra 34:15 tê gotinê: “Çevên Yahowaa li ser kesên rast in û guhên wî, ji bo duayên wan vekirî ne”. Gava em dilê xwe duakirinêda Xwedêra vedikin, em ne ku tenê rihet dibin, ku dikarin dilê xwe kesekîra vekên yan fikirên xwe kontrol kin. Lê bi rastî ev alî me dike heleqetiya baş tevî Efirandarê xwe çêkin, yê ku dikare qewata xwe usa bide xebatê ku berdiliyê bide me.

      • Axiriya baş ya ku em hizret in

        Bide ber çevê xwe ew wede, gava li axiriyê ewên ku mirin e, wê dîsa vegerine li jîyînê ser erdê! Kitêba Pîroz gelek car derheqa vî wedeyî dibêje. Usa jî ew dîna me dide wê yekê, ku halê me wê çawa be. Kitêba Pîroz dibêje wekî Xwedê wê “ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn” (Eyantî 21:3, 4).

      Gelek ji wan meriya, yên ku baweriya xwe Yehowa Xwedê tînin, qewateke mezin standine û karibûne halê xweyî çetinda teyax kin, çimkî ewana hînbûne îtbariya xwe Wî bînin. Mesele, kulfetek bi navê Xaylaz, ya ku mêrê xwe unda kiribû, tevî kîjanî ku ew 65 sala jît, dibêje: “Kitêba Pîroz min dide bawerkirinê, wekî merivên me yên ku mirine, naçerçirin û ku Xwedê wê sax ke wan hemû meriya, kîjan ku bîra wîda nin. Ez timê evê yekê bîra xweda xwey dikim, xût gava mirina mêrê min dikeve bîra min. Ev yek alî min dike xwe qayîm bigirim, û nefikirim derheqa vî kul-derdê, ku hatiye serê min!”

      Tîna derheqa kîjanî ku hatibû gotinê, dibêje: “Ji wî çaxî çawa ku min Temo unda kir, ez li ser xwe texmîn dikim ku Xwedê piştovanê min e. Min eşkere didît ku çawa Yehowa alî min dikir wî wedê giranda. Û sozê ji Kitêba Pîroz derheqa saxkirina miriya, bona min gelek rêalî ye. Ew yek min dişidîne û hêlan dike xwe qayîm bigirim heta wê rojê, çaxê ezê dîsa Temo bivînim”.

      Bi mîlyona meriya baweriya xwe wan giliya tînin û qewata vê yekê ser xwe texmîn kirine. Hergê tu difikirî, wekî ev soz û rêberiya ji Kitêba Pîroz nerêalî ye yan jî çîrok e, wê baş be wekî xwexa lêkolîn bikî, ku vê yekêda îzbat bî. Tê bivînî wekî Kitêba Pîroz bi rastî jî alîkariya herî baş dide wan meriya, yên ku merivên xweyî nêzîk unda kirine.

      HÊ ZÊDE PÊBIHESIN DERHEQA SOZÊ BONA MIRIYA

      Binihêre vîdêo derheqa vê yekê li ser malpera me, jw.org

      Meriv di cinetêda hazir in di Cinetêda rastî merivên xwe tên ku hatine saxkirinê

      Paşî Mirinê Çi Diqewime?

      PAŞÎ MIRINÊ ÇI DIQEWIME?

      Hûn Dixwazin Mizgîniya Xêrê Pêbihesin?

      Çi diqewime paşî mirinê? Caba ji Kitêba Pîroz, berdilî û hêviyê dide me

      Bitikîne KITÊBXANE >VÎDÊO (Vîdêo: Kitêba Pîroz > Hînkirinên Kitêba Pîroz)

      HÛN DIXWAZIN MIZGÎNIYA XÊRÊ PÊBIHESIN?

      Meriv di cinetêda hazir in di Cinetêda rastî merivên xwe tên ku hatine saxkirinê

      Îro em haqas deng-besên xirab dibihên. Lê kîderê em dikarin mizgîniya xêrê pêbihesin?

      Bitikîne HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ >EDILAYÎ Û BEXTEWARÎ

      a Yehowa, ev heye navê Xwedê, yê ku di Kitêba Pîrozda ne.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin