KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Mera Lazim e Rêberî bona Jîyînê
    Riya Edilayê û Bextewariyê
    • Mera Lazim e Rêberî bona Jîyînê

      Ahmed û Xezal dilteng in

      Ahmed gelek ber xwe dikeve, ji bo wê yekê ku dike-nake nikare xwera xebata her tim bivîne, seva ku bona malbeta xwe xem bike.a Ew dixwaze wekî zarên wî hînbûna baş bistînin, seva ku axiriya wan baş be. Lê ev difikire ku ev hemû nêtên wî, wê pêk neyên. Gumana wî tenê ew e ku sihet-qewata wî wê têra wî bike, wekî bikaribe berdewam ke xwarinê bîne zarên xwera û perê kirê jî tesmîl ke. Xêncî vê yekê, dîsa fikirek ji serê wî dernayê: gelo kî wê bona zarên wî xem bike, hergê tiştek bê serê wî?

      Kulfeta Ahmed, Xezal jî ber xwe dikeve. Van paşwextiya heleqetiya wê û mêrê wê gelek xirab bûye. Xezal gelek dixwaze wekî Ahmed alî wê bike xeyset-hunurên baş nava zarada mezin ke, lê Ahmed usa westiyayî ji xebatê vedigere mal, ku îda serê wî zarara tune. Xezal usa jî ber xwe dikeve ku ew tevî Ahmed gelek car şer dikin, û zar jî evê yekê divînin. Lê hergê yek ji zara nexweş keve, gelo ewana wê ji kîderê pera destxin ku zara xwe qenc kin? Xezal bona vê yekê ditirse bifikire jî!

      Zara birçî; mêrê nexweş; mêr tasa vala girtiye destê xwe

      Ahmed û Xezal usa jî divînin, wekî emir mihala wanda hatiye guhastinê, çimkî wedê meriya bona hev hindik dimîne û alî hevdu nakin, çawa ku berê dikirin. Xêncî vê yekê, ewana divînin ku problêmên heval û pismamên wan jî gelek in, û ewana jî ber xwe dikevin ji bo wê yekê, hela axiriya wan wê çawa be. Rihetî û dilbîniya meriya tune. Hizreta Xezalê ew e, ku safîkirina van problêma bivîne û bistîne edilayê û rihetiyê. Lê heta niha, ew çi ku Ahmed û Xezal ji aliyê xweda dikirin, boş-betal bû.

      Carekê Ahmed û Xezal derheqa çetinayên xwe xeberdan.

      Ahmed usa got: “Wê çiqas baş bûya hergê me riya edilayê û bextewariyê bidîta”.

      Xezalê cab da: “Ax, xwazil! Rastî jî, wê pir baş bûya. Hingê wê hemû çetinayên me safî bûna”.

      Xezal û Ahmed dîna xwe didine cûre-cûre rê

      Ahmed dibêje: “Lê dor-berê me haqas rêlîgî û fîlosofî hene. Gelo ça em dikarin têderxin, hela kîjan ji wan wê me berbi riya edilayê û bextewariyê bive? Em nikarin evan hemû rêlîgiya û fîlosofiya lêkolîn bikin! Çimkî her kes ji wana dibêje, ku dikarin problêmên meriya safî kin. Lê bi rastî, ji wana qe yek halê meriya aliyê başda neguhast. Ez difikirim, wekî em gerekê xwe nedine ber wî şixulî”.

      Xezal mêrê xwera qayîl bû, lê ew dilê xweda difikirî, ku îlac yeke heye wekî halê malbeta wê xweş be.

      Mîna Ahmed û Xezalê, dibek hûn jî rastî çetinayên usa tên. Çimkî çetinayên vî cûreyî, hemû dera hene. Rast e meriv hizreta sihet-qewata baş in, dixwazin rihetiyê bistînin û malbeta wan jî bextewar be, lê wana tirê ku ev hemû tişt wê neyêne standinê. Lê gelo bi rastî dibe, ku meriv riya edilayê û bextewariyê bivîne?

      a Ev edebyet hatiye nivîsarê mîna xeberdanê, yê ku orta du cotên zewicîda ne.

  • Rêberiya Kêrhatî
    Riya Edilayê û Bextewariyê
    • Rêberiya Kêrhatî

      Xezal dîna xwe dide Miraz, Nazê û zarên wan

      Xezalê dît, wekî cînarên wê Miraz û kulfeta wî Nazê, her gav bextewar û şa ne. Xezalê gote mêrê xwe Ahmed, ku ew dixwaze ji Nazê bipirse, hela çi ewana dikin ku usa bextewar û şa ne. Lema jî çaxê Xezal rastî Nazê hat, ewê tevî wê xeber da.

      Nazê gotê: “Belê Xezal, problêmên min û Miraz jî mîna yên we ne. Lê van paşwextiya min kitêbek dît, kîjanîda min seva xwe û malbeta xwe, hine şîretên kêrhatî dît. Ev kitêb nîşan dike, wekî kîderê dikarin riya edilayê û bextewariyê bivînin û usa jî alî me dike ku bextewar bimînin, çaxê rastî problêm û çetinaya tên”.

      Nazê Xezalêra şîretek ji Kitêba Pîroz dixûne

      Xezalê xwest derheqa vê kitêbê hê zêde pêbihese. Nazê jî berdewam kir: “Rast e ev kitêbeke kevin e û Rohilata Navînda hatiye nivîsarê, lê çi jî hebe ev bona hemû meriya ye, û firqî tune merî kîjan rêlîgiyayêda ne. Xêncî vê yekê, ev kitêb ser seda zimana hatiye welgerandinê û her kes dikare wê bixûne”. Nazê usa jî got ku gelek car xeberdana merivên navdar û zandar jî ser hîmê vê kitêbê ye, û wekî ev kitêb gelek welatada bû hîmê qanûnên dewleta.

      Xezalê xeberdana Nazê usa begem kir, ku xwest evê kitêbê bivîne. Hema vê rojê jî ew hate mala Nazê. Nazê jî gelek şîretên kêrhatî ji vê kitêbê wêra nîşan kir, derheqa têmên usa:

      Şîretkirina zara

      • Bav tevî kurê xwera xeber dide

        “Zarotîyêda rîya rast hîn bike, gava ew kal be, îdî ewê ji wê nekeve”.

      • “Bavno, zarên xwe hêrs neêxin”.

      Xebat û xerckirina pera bi aqilayî

      • Meriv zeviya birincda dixebitin

        “Ewê ku diziyê dike, bira îda nedize, lê bi xûdana xweye helal bi destên xwe bixebite, ku bikaribe dest bavêje ketiya jî”.

      • “Kî naxwaze bixebite, bira nexwe jî”.

      Îçkevexwarin û xebitandina narkotîka

      • Mêrek cixareya xwe davêje gemarê

        “Delalno . . . em xwe ji hemû kirêtiya qalib û ruh . . . paqij kin”.

      • “Şerav kentî ye û avce şertî ye, yê xwe dide van, ne serwaxtî ye”.

      Nav-namûsî

      • Cotê zewicî roja dewata xwe

        “Hal-zewac hemûyara nav-namûsî be û cî-nivîn helal be”.

      • “Ji qaviyê dûr bin”.

      • “Kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir”.

      Qedir malbetêda

      • Coteke zewicî yên ku emirda mezin in, tevî zarên xwe ber sifirê rûniştine û xwarinê dixwin

        “Qedirê dê û bavê xwe bigire”.

      • “Guh bide gotinên bavê ku jiyanê daye te û dema diya te pîr bibe, wê biçûk nebîne [bêhurmet neke]”.

      • “Ji we her kes jî bira jina xwe hiz bike çawa xwe û jin ji mêrê xwe xof bike [qedir bigire, DT]”.

      Hergê cem we Kitêba Pîroz heye, hûn dikarin xwexa evan rêzên wekilandî bixûnin.

      Metelok 22:6; Efesî 6:4

      Efesî 4:28; 2 Têsalonîkî 3:10

      2 Korintî 7:1; Metelok 20:1

      Îbranî 13:4; 1 Têsalonîkî 4:3; Metta 5:28

      Efesî 6:2; Metelok 23:22; Efesî 5:33

      Pirsên Wekilandinê

      • Xezal derheqa cînarên xwe çi difikirî?

      • Nazê çi Xezalêra gilî kir?

      • Kîjan şîret we xweş hatin?

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin