KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 76
  • Hilşandina Orşelîmê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hilşandina Orşelîmê
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Yehowa Çawa Alî Me Dike ku Em Xizmetiya Xwe Bînin Sêrî?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 76

Serhatî 76

Hilşandina Orşelîmê

PAŞÎ wê yekê ça Nebûkedneser padşa hemû îsraêliyêd xwendî û aqil bir Babîlonê, weke 10 sal derbaz bû. Binihêre çi serê Orşelîmê hat! Agir pê ketiye û gele ji îsraêliya mirin. Lê wan îsraêliya yê ku sax man divin Babîlonê dîltî.

Tê bîra te, pêxemberêd Yahowa pêşda digotin ku ev yek wê bê serê meriya hergê ewana ji riyê xweye xirav venegerin. Lê îsraêliya guh ne didane pêxembera. Wana dewsa qulixkirina Yahowara serê xwe ber xudanêd qelp datanîn. Lema jî ewana hêjayî ceza kirinê bûn. Hê zêde derheqa neheqiyêd îsraêliya em dikarin ji pêxemberê Xwedê Hezeqêl pêbihesin.

Hezeqêl yek ji wan gedêd cahil bû, yê ku Nebûkedneser 10 sala pêşiya hilşandina Orşelîmê, anîbû Babîlonê. Hema wî çaxî Daniyêl Şedrak, Meşak û Abed-Nego biribûn Babîlonê.

Yahowa di Babîlonêda nîşanî Hezeqêl dikir wan hemû tiştêd xirav yê ku li Orşelîmê û di paristgehêda diqewimîn. Yahowa bi keremetê vê yekê dikir. Rast e Hezeqêl di Babîlonêda bû, lê Yahowa usa dikir ku ew hemû tişt yê ku li paristgehê diqewimîn didît. Ev tiştêd ku Hezeqêl didît ecêv bûn!

Yahowa gote Hezeqêl: “Binihêre li ser van kirêd mirdar yê ku cimet di paristgehêda dike. Dîna xwe bide dîwara, yê ku bi sifetêd mer û heywanêd dinêna tije bûne. Binihêre ça îsraêlî serê xwe ber wan datînin!” Hezeqêl van tişta didît û dinivîsî.

Paşê Yahowa ji Hezeqêl pirsî: “Divînî serkarêd îsraêlî pişt meriyava çi dikin?” Belê, ewî didît. Li wir weke 70 mêr hebûn, yê ku serê xwe ber xudanêd qelp datanîn, û serda digotin: “Yeke Yahowa me navîne. Ew ji erdê me dûr ketiye”.

Paşê Yahowa hine jina nîşanî Hezeqêl kir, ya ku ber deriya paristgehê rûniştî bûn. Ewana serê xwe ber xudanê qelp Tammûz datînin. Hezeqêl usa jî ber paristgehê weke 25 mêra divîne, yê ku ber derê dinê sekinîbûn û serê xwe ber tevê datînin!

Yahowa divêje: “Ev cimet min ber tiştekî hesav nakin. Ew kirêd xirav ku ewana dikin bes nîbûn, lê serda jî têne paristgeha min ku wan neheqiya bikin!” Lema jî Yahowa qirar kir: “Hêrsa min jorda wê bê ser wan û gava ewana bêne qirkirinê ezê gunê xwe van naynim”.

Paşî vê yekê, veke sê sal derbaz bû û îsraêlî pêşberî Nebûkedneser padşa rabûn. Lema jî Nebûkedneser destpêdike tevî îsraêliya şer bike. Sal nîvek derbaz bû û babîloniya dîwarêd Orşelîmê hûrdexweşî kirin û şeher jî şewitandin. Heçî zef ji meriya hatine kuştinê, lê yê din jî birin Babîlonê ça dîl.

Lê gelo Yahowa çira hîşt ku ev yek serê wan biqewime? Belê, çimkî wana gura wî nedikir û qanûnêd wî xwey nedikirin. Ev qewimandin mera nîşadike ku çiqas ferze her gav gura Yahowa bikin.

Pêşiyê hine merî di Îsraêlêda yeke dijîtin. Nebûkedneser li ser wan cihûyek bi navê Gedalya kivş kir. Lê wede şûnda hine îsraêliya Gedalya kuştin. Bi vê meniyê ewana destpêkirin bitirsin, ku seva kirêd van Babîloniya dikarin bên û qira van bînin. Lema jî ewana revîn Misirê û Yêremiya jî zorê tevî xwe birin.

Bi vê yekê erdê Îsraêlê wêran ma. Weke 70 sala li wir tu kes nedijît û erd temam vala bû. Lê Yahowa soz da ku paşî 70 sala ew cimeta xwe wê paşda vegerîne ser erdê wane helal. Lê nava van 70 sala di Babîlonêda çi diqewime tevî cimeta Xwedê? Werên em pêbihesin.

2 Padşatî 25:1-26; Yêremya 29:10; Hezeqêl 1:1-3; 8:1-18.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin