KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 82
  • Mordokay Û Ester

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mordokay Û Ester
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Ester Cimeta Xwe Xilaz Dike
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 82

Serhatî 82

Mordokay Û Ester

WERÊN niha pêbihesin çi diqewimî Faristanê, pêşiya hatina Ezra li Orşelîmê. Mordokay û Ester îsraêliyêd gele navdar in di Faristanêda. Ester jina padşa ye, lê kurapê wê Mordokay wezîrê pêşin e di Faristanêda. Lê ka em pêbihesin ça ev yek qewimî.

Çaxê Ester hê biçûk bû dê-bavê wê mirin. Lema jî Mordokay wêra bû xwey û wê mezin dikir. Lê Mordokay di Sûsada cem Ahaşwêroş padşa xulamtî dikir. Rojekê jina padşa Waştî gura padşa nekir, lema jî ewî berî wê da û xwera jineke din jibart ku bibe xanim. Gelo kî wê bibe jina padşa? Belê, Estera cahil û bedew bû jina Ahaşwêroş padşa.

Lê niha dîna xwe bide wî mêrê qure, ber kîjanî ew mêr serê xwe berjêr dikin. Navê wî Haman e. Ew wezîrê pêşin e di Faristanêda. Haman dixwest ku Mordokay jî serê xwe ber wî berjêr bike, lê ça em divînin ewî usa nedikir. Çimkî Mordokay hesav dikir ku serê xwe ber mêrekî xirav berjêr kirin rast nîne. Ji bo vê yekê Haman gele hêrs bû. Binihêre ewî çi kir.

Haman Ahaşwêroşra şer li îsraêliya gilî kir û got: “Ewana meriyêd xirav in, û gura qanûnêd te nakin. Lema jî ewana hêjayî kuştinê ne”. Ahaşwêroş nizanibû ku jina wî jî ji îsraêliya ne. Ewî guh da Haman û qanûnê usa derxist, bi kîjanî rojeke kivş kirî qira hemû îsraêliya gerekê bihata.

Gava Mordokay derheqa wê qanûnê bihîst, ew gele berxweket. Ewî elametî şande Esterêra û gotê: “Tu gerekê tevî padşa xeverdî, û wî bidî qayîl kirinê ku me xilaz ke”. Bi qanûna farisa îzina tu kesî tune bû, bêyî teglîfkirin bêne cem padşa. Lê Ester yeke bêyî teglîf kirinê çû cem padşa. Padşa şiva zêrîn dirêjî wê kir û bi vê yekê hate kivşê ku Ester ber wî kerem dît û wê nayê kuştinê. Ester Ahaşwêroş padşa û Haman teglîfî kêfekî mezin kir. Li wir padşa jê pirsî ku xwestina wê çi bû. Ester gotê ku heger ewana roja mayîn jî bên, ewê eseyî xwastina xwe wê bêje.

Li ser kêfa dinê Ester îda gote padşa: “Ezê cimeta xweva bême kuştinê”. Padşa bi hêrs got: “Ev kî ji serê xwe derbaz bûye û van tişta dike?”

Ester gotê: “Wa, ew mixenet û neyar, Hamanê xirav e!”

Niha padşa diha hêrs ket. Ewî ferman da ku Haman bikujin. Paşê Ahaşwêroş padşa Mordokay dike wezîrê pêşin. Mordokay usa dike ku qanûna teze bê derxistin, bi saya kîjanî îzina îsraêliya hebû wedê roja kifşkirî tevî neyarêd xwe şer bikin û xwe ji mirinê xilaz kin. Niha, çimkî Mordokay îda wezîrê pêşin e, gele merî alî îsraêliya dikin. Usa îsraêlî ji dijminêd xwe xilaz bûn.

Kitêba Ester.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin